PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Di sala nû de bawerî û hêvî

Di jiyana mirovan de bawerî û hêvî wek du têgehên efsûnî ne. Mirov bê bawerî û hêvî nikare bijî. Çawa ku jiyana xwezayî bê av, bê nan û bê hewa nameşe û mirov dimire, jiyana civakî jî bê fikir, bê bawerî û bê hêvî nameşe. Mirov bê bîr û bawerî bê hêvî wek miriyê li ser pêyan e.

Însan bi bîr û baweriyên xwe dibe însan. Civak li derdora baweriyan hatiye avakirin. Fikrên nû hatine dîtin, însan bi van fikran bawer kiriye, pê îman aniye û li derdora wan fikir û baweriyan jiyana xwe ava kiriye. Hêviyên xwe yên jiyanek azad û wekhev mezin kiriye. Di zihnên însan de gelek fikir derbas dibin, lê mirov bi hemû fikran bawer nake. Bawerî dibe pivanên fikran û ruh dide wan. Dema fikrek dibe bawerî dikeve dil û qelbên mirovan, mirov ji bo wan dijî û dimire. Jiyana bê bawerî û bê hêvî jiyaneke bê wate û çilmisî ye.

Ji ber vê yekê jî hêzên serdest, zordest û desthilatdar her tim xwe wek ezel ebet û bêdawî dide nîşandan ku hêvî û baweriyên gelên bindest û civakên ku tên perçiqandin bişikînin.

Serfermandarê tirk ên berê Îlker Başbug ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd her tim digot gerek em hêvî û baweriya wan ên serkeftinê bişikînin. A niha jî desthilatdariya AKP û MHP’ê li ser van esasan dimeşin. Her roj derewan dikin bi derewan şerê teybet dimeşînin. Şerê wan bûye şerê derûnî û teknîkî. Dixwazin hêvî û baweriya gelê kurd bişikînin û serkeftina xwe îlan bikin. Ew bi xwe jî dizanin nikarin xilas bikin. Gelek caran ji gotinê ku em nikarin xilas bikin lê em dikarin hêviyan bişikînin û teslîm bigirin. Ên ku hêvî û baweriyên wî dişikên teslîm dibe.

Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi giştî di 2013’an de pêngavek mezin avêt. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn pêşketinek û destkeftiyên pir girîng derketin holê. Pêşketin hem ji aliyê erdnîgarî hem ji pergalî hem jî ji zÎhnî û fikrî bû. Ev pêşketin di serî de hêzên hegemon ên global û netewe-dewleta tirk pir tirsand. Li gor wan ger pêşiya van neyê girtin ji bo xwe xetere dîtin. Ji ber vê yekê jî konseptek navneteweyî û herêmî amade kirin. Dewleta tirk li gor vê yekê dîzayn kirin. Bi darbeya 15’ê tîrmehê reveberiyek netewperest û faşîst anîn ser kar. Ev 5 sal in şerek dijwar li hember gelê kurd dimeşin. Tenê ne li Bakur li hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê meşand. Konsepta tunekirinê avakiribû. Desthilatdarî û hebûna xwe bi tunekirinê vê girêdabû. Ji ber vê yekê jî hemû rê, rêbaz û îmkanan seferber kir. Formûl ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de bişikan da, bê hêvî û bawerî bima û teslîm bihata girtin. Eger Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê li ser pêyan bima, dê ew xilas bibûna.

A niha dema mirov vî 5 salî dide berçavan, Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemû hêza xwe li cihê xwe sekiniye. Tevî hemû girtin, kuştin, koçberkirinan jî civaka kurd nehate teslîmgirtin. Li dij hemû êrîşan, qada siyaseta demokratîk hêza xwe parast, li ser pêyan maye û têk neçûye. Di aliyê leşkerî de hemû îmkanên teknîkî hat bikaranîn, lê bêencam ma. Hemû hêza dîplomasiyê ji bo vê yekê xistin dewrê. Hemû îmkanên aborî ji bo vê yekê hat bikaranîn. Lê encam nehat girtin. Belkî bedel tên dayîn lê wek berê, bi hemû hêz û heybeta xwe li cihê xwe sekiniye. Êrîş pir mezin û giran bûn. Di dîroka komara  tirk de êrîşên herî mezin û giran bûn li ser gelê kurd. Li hember van êrîşan hemû kesan li ber xwe da. Berxwedanên mezin, qahremaniyên mezin hatin nîşandan. Ev berxwedan hat nîşandan û tiştê ku deshilatdariya Erdogan dixwest pêk nehat. Kurd û Tevgerê Gelê Kurd li ser pêyan man. Ev bû sedema çûyîna wan.  Ên li ber çûyînê ne, yên herî bi tirs xof in, ên her roj dikin qireqir û borebor ew in. Qireqir û boreboriya wan ji tirsa dilê wan e. Ji ber ku li têkçûn û li ber çûyînê ne. Aborî têk çûye, hemû sazî dezgehên dewletê firotine. Kî zaf pere bide, ew dikare bikire. Hemû şîrketên mezin hatine firotin. Deynê wan pir zêde bûye û kes bi deyn pere nade wan. Civaka tirk çilmisiye û ji bo pêşerojê tu hêviyên wan nemane. Polîtîkaya derve îflas kiriye, hemû kes wek neyar e ji bo wan. Li hundir dewleta tirk li nav hev ketiye. AKP bû 3 parçe, MHP bû 2 parçe.

Eger ev desthilatdarî sedsal hebe wê sedsal jî berxwedan hebe. Ev bawerî xurt e, ev hêvî mezin e. Gelê kurd bi fikrên xwe, bi sazî û dezgehên xwe, bi hêzên xwe, bi heval û dostên xwe, bi bawerî û hêvî ne ku wê bi ser bikevin. Wê sala nû bibe sala serkeftin û azadiyê. Wê sala nû bibe dawiya desthilata AKP-MHP’ê.

Nûçeyên Têkildar