Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di salekê de hezar û 116 zarok rastî îstîsmarê hatin

Li gorî qeydên edlî yên Baroya Amedê di salekê de hezar û 116 zorok rastî îstîsmar û tecawizê hatin. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroyê Mehmet Emîn Çoban diyar kir ku tabloya heyî pir giran e

Li gorî qeydên Baroya Amedê yên di navbera 1’ê îlona 2018’an û 10’ê îlona 2019’an yên mexdur û bersûcên CMK’ê hezar û 240 kes rastî îstîsmara zayendî hatin. Ji hezar û 240 kesên rastî îstîsmara zayendî hatin jê hezar û 116 zarok in. Ji hezar û 116 zarokên rastî îstîsmara zayendî 240 zarok temenê wan kêmî 12 salî ye. 273 zarok di navbera 12-15 salî de ne. 603 zarok jî di navbera 15 û 18 salî de ne. Li gorî daneyên Baroya Amedê di nava hezar û 116 zarokan de 883 zarok ên keç in û 233 zarok jî yên kur in. Li aliyê din der barê 158 zarok û 601 kesên temen mezin de bi giştî derbarê 759 kesan de lêpirsîn hat vekirin.

Daneyên baro yên li gorî CMK’ê yên bersûc û mexdûran ên rastî îstîsmarê hatine wiha ne:

  • Ji zarokên temenê wan kêmî 12 salî jê 83 zarokên kur û 148 karokên keç bi giştî 231 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
  • Ji zarokên temenê wan di navbera 12-15 salî de 63 zarokên kur û 178 zarokên keç bi giştî 241 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
  • Ji zarokên temenê wan di navbera 15-18 salî de 67 zarokên kur û 293 zarokên keç bi giştî 360 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
  • Ji zarokên temenê wan di navbera 15-18- salî de 12 zarokên kur û 180 zarokên keç bi giştî 192 zarok di kategoriya ‘Têkiliyê ne reşît’ de cih girtin
  • Ji zarokên kêmî 18 salî 5 zarokên kur û 68 zarokên keç bi giştî 73 zarok rastî tacîza zayendî hatin.
  • Ji zarokên kêmî 18 salî 3 zarokên kur û 16 zarokên keç bi giştî 19 zarok rastî êrîşa zayendî hatin.

105 jin rastî tacîzê hatin

Li gorî qeydan 105 jin û 19 mêr bi giştî 124 rastî êrîşê û tacîza zayendî hatin. Zarokên rastî îstîsmara zayendî hatin temenê wan di navbera 12-16 salî de ye. Faîlên tacîz û tecawizkar jî di navbera 25 salî de ye.

Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroyê Mehmet Emîn Çoban, diyar kir ku tablo pir giran e û wiha got: “Li dijî tacîz, tecawiz û tundiya li ser zarokan divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere. Tacîz, tecawiz û tundiya li ser zarokan têkildarî çand, perwerde û têkiliyên hêzên dînamîk ên bajar in. Di milê ceza de Peymana Stenbol û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi tena serê xwe têr nakin. Ji bo zarok bên parastin divê civak jî bê perwerdekirin û zanekirin. Li gorî vê yekê divê polîtîka bên pêşxistin. Tedbîrên ku ji aliyê dadgeh û dozger ve tên girtin baş parastinê nakin. Divê zarok jî bên perwerdekirin û zanekirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar