PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Di salên 90’î de bihatina cezakirin, îro ev encam dernediket holê’

Lîstikvanên Amedsporê duh dema ji bo maç abi Bûrsasporê re derketin li Bûrsayê derketin stadyûmê rastî êrîşa faşîst a alîgirên Bûrsasporê hatin. Polîsên ku di dema êrîşan ku lîstikvanên Amedsporê birîndar bûn de li qadê bûn mudaxeleyê êrîşan nekirin.

Di serdema ku hemû maçên di nav tîmên fitbolê de bi tedbîrên pir mezin tên lîstin de alîgirên Bursasporê di trîbunan de pankartên Torosa spî û kesên paramîlîter ên di salên 90’î de navên wan di kuştinên ‘kiryarnediyar’ de derbas dibin vekirin.

Lîstikvanên Amedsporê îro vegeriyan Amedê û bi hezaran kes wan pêşwazîkirin. Lîstikvanên Amedsporê piştre derbasî Tesîsên Şehmûs Ozer bûn û li wir bi girseyî daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek sazî û dezgehên sivîl ên Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Sembola xerabiyeke biorganîze ye

Nahît Eren da zanîn ku dîmenên di stadyûmê de hatine vekirin sembola xerabiyeke biorganîze ye û wiha got: “Ew dixwazin bi vê yekê atmosfereke tirsê bidin avakirin. Em baş dizanin ku ev gefxwarin û bêperwatiya li hemberî kurdan tê kirin, encama siyaseta necezakirinê ye. Heke wezîfedarên dewletê û kesên sûcdar di salên 90’î de bihatina cezakirin, îro ev encam dernediket holê.”

Bi domdarî Eren got ku ji ber erdhejê welêt rojên zehmet derbas dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêj jî şînê digirin û hewl didin bi hevgirtineke mezin birînên xwe bipêçin. Lê divê em li hêla din jî li hemberî xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin, rawestin. Hewce ye rayedarên xemsariya wan di van bûyeran de heye bên cezakirin, derheqê walî û midûriyeta emniyetê de lêpirsîn were destpêkirin û kesên tev li êrîşan bûne bên cezakirin. Em van êrîş û kiryaran şermezar dikin. Em bang li her kesê dilê xwe daye Amedsporê dikin ku 24 saetan li ser wêneyên profîla xwe yên medyaya dîjîtal logoya klubê bi kar bînin û hefteyekê alayên klubê bi wesayît, mal û kargehên xwe ve daliqînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar