Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Di salvegera Komkujiya Roboskê de xizmên qurbaniyan tên darizandin!

Dewleta tirk der barê xizmên 34 kesên ku di Komkujiya Roboskê de bi balafiran qetil kiribûn de doz vekir. Danişîna dozê jî dê 2 roj piştî 8’emîn salvegera komkujiyê bê dîtin. Ferhat Encu ev yek weke ‘Kepazetî û bêwijdanî’ pênase kir

Hêzên artêşa tirk di 28’ê kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê bi balafirên şer, gelemperî jê zarok bi giştî 34 welatî qetil kirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jî bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ doz li xizmên kesên hatine qetilkirin, vekir. Sedema dozê jî weke pankartên di bîranîna 4’emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin hate nîşandan.

Bi vê yekê re dê Ayaz Encu, Aysel Encu, Berîvan Encu, Cahîde Encu, Cîhan Encu, Fadîle Tosun, Hanim Encu, Heybet Encu, Muhsîn Aykut, Selcan Encu, Semîre Encu, Sevcan Encu, Sozdar Encu û Tûfan Saydam, Meral Geylanî û Yannîs Vasîlîs Yaylali ku piştgirî dabûn xizmên windayan, bên darizandin. Danişîna dozê jî dê 2 roj piştî 8’emîn salvegera komkujiyê ango di 30’yê kanûna îsal de bê dîtin.

Peyama ‘Bêdeng bin’ didin

Têkildarî mijarê parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê yê berê Ferhat Encu ku di komkujiyê de tevî birayê xwe, gelek xizmên xwe winda kirin û der barê malbata wî de jî doz hatiye vekirin, axivî. Encu diyar kir ku di hemû doz û lêpirsînên der barê wan de peyama ‘Bêdeng bin’ tê dayîn û wiha domand: “Hêrs û kîneke wan a cuda li hemberî Roboskê heye. Ji ber ku dewlet li vir li ser sûc hatiye girtin. Roboskêyî ji bo teşhîrkirina vê komkujiyê û darizandina berpirsyaran têdikoşin. Dewlet jî ji vê nerehete û bi lêpirsîn û dozan hewl dide bêzar bike.”

Herî dawî jî Encu bal kişand ser roja danişîna dozê û wiha bi dawî kir: “Du roj piştî salvegera komkujiyê ye. Ev kepazetî û bêwijdanî ye. Lê dîsa jîem ê bêdeng nemînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar