Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di şanoyê de pêwîstî bi avakirina yektiya kurdî heye

Şanoya bi nave"Yekîtî" di 27`ê vê mehê de li ser toreyên civakî hate parve kirin

Navenda Nûçeyan

Koma Şehîd Osman a Şanoyê, ku bi navê “Bavê Teyar” tê naskirin, şanoyeke bi sernavê “Yekîtî” 27`ê vê mehê de li ser toreyên civakî parve kir.

Şano bi heft lîstikvanan hatiye amadekirin û bi pênûsa nivîskar Behcet Lewend hatiye nivîsandin. Amadekirina şanoyê du mehan dewam kiriye, dirêjahiya dema şanoyê jî 27 deqe û 10 çirke ne.

Di şanoyê de lîstikvan bi rola leşkerên hikumeta Şamê, dewleta Tirk, Amerîkî û Rûsya lîstine. Naveroka şanoyê li ser çawaniya û pêwîstiya avakirina yekitiyê di nava milet û patiyên siyasî de ye. Her wiha şano bi awayekî komedya hatiye çêkirin.

Lîstikvanê ku cihê sereke di şanoya “Yekîtî” de girtiye Cuma Xelo (Bavê Teyar) ji me re axivî:

Xelo diyar kir ku di encamê gera di nav milet de wan rewşa wan nas kir û li gorî êş û azarên wan kar dikin û wiha domand: “Di dema dawiyê de rewşa xwestina yekitiyê di nava milet de derket pêş, digotin; “Divê em bibin yek divê” û “Divê yekitiyek bê avakirin”.

Xelo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî wek koman li hev civiyan, me biryar da ku em kar û xebatekê bikin da ku em ji milet re bidin xuyakirin ku çi tê xwestina ta ku em bibin yek?, çawa em ji bazarê dinyayê xilas bibin? Ji ber ku li ser pişta me bazar tên kirin. Her wiha divê em yek bin da ku dijminê me li hemberî me lawaz bibe, me xwest em li ser vî bingehî karekî amade bikin.”

Her wiha Xelo wiha çimabûna yekitiyê û cihgirtina wê di hundirê şanoyê de şîrove kir: “Bi tenê yekitî layîqî xwîna van şehîdan e, heke yekitî çênebe wê destkeftiyên ku niha di destê me de li Rojavayê Kurdistanê ji destê me derkevin. Ji bo ku em xwedî li xwîn û zarokên şehîdan derkevin pêwîstî bi yekitiyê heye, di rêya vê şanoyê de me xwest em vê bangê bigihînin partî û miletê xwe.”

Li ser rola kesên ku cihê xwe di nava çand û huner de digirin wiha got: “Hunermend neynik e her kes li wî, kar û xebatên wî temaşe dike, divê hunermend jî kêmaniyê nexe karê xwe de û li ser esasê ku çi ji gel re pêwîst dibe kar bike, îro roj roja daneyê ye roja xebatê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar