Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Di sê mehan de 6 caran gora Alinbay rûxandin

 

Dayika Mahmût Alinbay ê di nava 98 rojan de gora wî 6 caran hat rûxandin Salîha Alinbay, diyar kir ku ewê li dijî êrîşan li ser gora kurê xwe nobetê bigire û wiha got: “Bela xwe ji kurê min ê di gorê de vekin.”

Gora Mahmût Alinbay ê HPG’î yê di 23’yê hezîranê de li Dêrsimê şehîd bû û di 25’ê hezîran 2019’an de li navçeya Pîrana Amedê hat definkirin, dinava 98 rojan de 6 caran hat rûxandin. Polîs, leşker û cerdevan di salên dawî de bi awayekê pir zêde êrîşî goran dikin û di rûxînin. Malbata Alinbay bertek nîşanî vê rûxandina polîs û leşkeran da. Dayika Mahmût Alinbay Salîha Alinbay, rûxadina gora kurê xwe şermezar kir û wiha got: “Ma ji miriyên me jî ditirsin? Bela xwe ji kurê min vekin û wî rehet bihêlin. Ezê li dijî êrîşan li Goristana Malbatê ya Pîranê nobetê bigirim.”

Dayika Alinbay anî ziman ku roja êrîşî gora kurê wê hat kirin, hin şahidan wesayîta zirxî nêzî goristinê dîtine û wiha bilêv kir: “Ez çûm Miduriyeta Ewlehî ya Pîranê. Min xwest bi rayedaran re hevdîtin bikim. Goristan nêzî qereqola navçeyê ye û 24 saetan kamerayên mobese goristinê dişopîne. Dema êrîşa destpêkê pêk hat ez neçûm ewlehiyê. Dûre 4 car din êrîşî gora kurê min kirin. Di êrîşa 6’emîn ez çûm Midûriyeta Polîsan. Ji min re gotin ‘îro here, sibe saet 11.00’an we re.’ Te di got qey ji nexweşxanê rendewî didin. Ji min re gotin, ‘We çima li ser gorê Şehîd Pîro nivîsandiye?’ û bertek nîşan dan. Dîsan gotin, ‘em ji gorê cesed derdixin. Tu hatî hesabê şikandina kevirê gorê ji me dikî.’ Ev gotina li miduriyeta polîsan ji bo min kirin, tê wateya îtîraf kirina êrîşê.”

Şahid hene

Alinbay, bibîr xist ku wê xwe ji bo agahiya mirina kurê xwe amade kiribû lê ya herî zor rûxandina gora kurê wê bû ye û wiha bilêv kir: “Pir zora min diçe ku êrîşî gora kurê min dikin. Ji xwe min dizanî wê rojekê bi rûmet û şerefa xwe dê şehîd bikeve. Lê ji ber ku gora wî xerab dikin, ez dimirim. Ger bê xwestin ezê serî li dozger û komeleyên mafên mirovan bidim. Ez natirsim. Ez li ser gora wî bi şev û roj nobetê bigirim. Ev 3 mehin ez her roj diçim ser gora kurê xwe û dema ji goristanê vedigerim, diçin êrîş dikin. Şahidan gotin, di êrîşa herî dawî de wesayîta zirxî yên polîsan li goristanê bûn.”

Dayika Alinbay dest nîşan kir ku kurê wê bi çekên kîmyewî  kuştin û wiha rêz kir: “Niha jî bela xwe ji gora kurê min naberdin. Tu eleqeya vê rewşê bi Îslamiyetê ve nîne. Ji xwe re dibêjin ‘em misilman in.’ Ger misilmanbûyan, kurê min bi çekên kîmyesalê ne dikuştin. 4 rojan cenazeyê kurê min li erdê hiştin. Cenazeyê wî nexistin morgê jî. Bi rojan dibin tavê de hiştin. Ev misilmantiyê nizanin, bila werin ji me fêr bibin.”

‘Kurê min rehet berdin’

Dayik Salîha Alinbay, bertek nîşanî rûxandina gora kurê xwe da û wiha bi dawî kir: “Kurê min rehet berdin. Neçin ser gora wî. Pêl gora wî nekin. Cenazeyê wî rehet berdin. Kesekê dibin axê de, ma wê çi zirarê bide we. Ma ev çi kîn, nefret û hirse?” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar