Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Di sedsaliya komarê de maf û azadiyên kurdên Bakur’

Komara Tirkiyeyê di 29 ê Cotmehê de 100 sedsaliya xwe temam kir.

Di sed salên borî de ligel ku komar bi hevkarî û têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk hat avakirin jî, hemû maf û azadiyên gelê kurd hatin înkarkirin û tirkîtî li ser gelê kurd hat ferzkirin.

Ev înkara li ser çand, ziman dîroka kurdî gihîşte wê astê ku, jj bo axaftina bi zimanê kurdî cezayê pereyan  li kurdan hate birîn, bi hezaran kurd bi cezayên giran ên zindanan re rû bi rû man, êş û îşkenceyên mezin kişandin û hîn jî dikişînin.

Bi van pêkanînan, ev sed sal in bi milyonan gelê kurd di nava diranên çerxa bi bişaftinê de tê helandin û ji rastiya xwe,  nasnameya xwe, ji çand û zimanê xwe dûr tê hîştin.

Gelê kurd ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tune hesibandinê re rû bi rû maye û li hemberî vê nêzîkatiya neyarane têkoşîna  parastina nirx û rûmetên xwe yên neteweyî meşandiye û ev tekoşîn hîn jî berdewam e.

Wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û ziman hêmanê bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Hemû têkoşînên neteweyî bi daxwaza azadiya çand û ziman dest pê dikin û tên meşandin.

Daxwaza gelê kurd a “bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê” daxwazeke rewa û însanî ye.

Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in.

Ji 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, li 113 welatan pirzimanî di meriyêtê de ye. Li 22 welatên Ewropayê 458 ziman tên axaftin û axaftina van zimanan welatan parçe nake, têkilî û hevgirtina gel û civakên van welatan xurtir dike.

Lê gava ku em li welatê Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku rayedarên dewleta tirk naxwazin pêşketinên li cihanê pêk tên  bibînin û bi hişmendiya pêşiyên xwe yên avakarên komarê tevdigerin.

Bi vê nêzîkatî û feraseta rayedarên dewletê ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê heya vê demê gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hatiye hiştin.

Ziman û çand stûnên bingehîn ên netewebûnê ne û ji bo ku  werin parastin û bi pêş bikevin, divê çand bi awayekî azad were  jiyîn û ziman bibe zimanê perwerdehiyê.

Loma gelê kurd di daxwaza; ‘Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê’ de bi israr e.

Mafê Perwerdehiya bi zimanê dayikê weke hemû gelên cihanê mafê gelê kurd e jî.

Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo gelê kurd bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye.

Ligel van daxwazên gelê kurd ên xwezayî, însanî û gerdûnî, rayedarên Dewleta tirk wekî destpêka komarê hîn jî di polîtîkayên bişaftin û înkarê de israr dikin û înkara li ser hemû nirx û rûmetên gelê Kurd berdewam e.

Li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn, li Tirkiyeyê “ji bilî zimanê tirkî, li tu saziyekê bi zimanekî din nikare perwerdehî û hîndekariya zimanê dayikê were dayin”.

Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên komara Tirkiyeyê, dê polîtîkayên înkar û bişaftinê, vê sedsalê jî li ser bi milyonan zarokên kurd berdewam bin û bi darê zorê perwerdehiya bi zimanê tirkî li ser wan were ferzkirin û zarokên kurd dîsa ji mafê perwerdehiya bi Zimanê Kurdî bêpar werin hiştin.

Di sedsala borî de, di serî de zimanê kurdî, hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên welatîbûne tune hatin hesibandin.

Di destpêka sedsala duyemîn a komarê de, gelê kurd pêkanînên înkarê yên li ser nirx û rûmetên xwe qebûl nake û daxwaza xwe ya; “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” bı dehsalan e, bi zimanekî Zelal û biryardar ji rayedarên komarê re radigihîne.

Di destpêka sedsala duyemîn a komarê de, ji bo jiyaneke hevpar û wekhev a hemwelatiyên vî welatî, nêzîkatî û feraseteke wekhev a rayedarên dewletê pêwist e û divê astengî û qedexeyên li peşiya çand, ziman û nirxên neteweyî yên gelê kurd werin rakirin.

Ji bo vê jî pêwiste xala 42 yemîn a zagona bingehîn were sererastkirin an jî, ji destûra bingehîn were derxistin û dûreparêziya ku ji aliyê rayedarên tirkiyeyê ve li hemberî xalên 17-29 û 30 emîn ên Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatine danîn werin rakirin.

Ne kêm, ne zêde.. Maf û azadiyên ku ji bo gelê tirk tên pêşkêşkirin û gelê tirk van mafan Heta dawî bikar tîne, ji bo gelê kurd û hemû gelên li tirkiyeyê dijîn jî, bên pêşkêşkirin ku gelê Kurd û gelên din ên  welatiyên Tirkiyeyê jî wekî welatiyên tirk, di serî de mafê Perwerdehiya bi zimanê dayikê”,  karibin ji hemû maf û azadiyên bingehîn sûd werbigirin.

Bi kurt û kurmancî… Di dawiya sedsala yekemîn û destpêka sedsala duyemîn a Komara tirkiyeyê de, heke welatekî hevpar û jiyaneke hevpar tê xwestin, pêwiste maf û azadî jî, ji bo hemû welatiyan hevpar û wekhev bin.

Ji bo pêkhatina maf û azadiyên wekhêv jî, demokrasiyeke rasteqîn a ku hemû welatiyan û hemû beşên civakê hemêz dike pêwist û elzem e.

Nûçeyên Têkildar