PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Di Sedsaliya Peymana Lozanê De Rewşa Gelê Kurd

Di sedsaliya peymana Lozane de kurdên li Kurdistan û çar aliyên cihanê Peymana Lozanê niqaş dikin. ji ber ku Peymana lozanê ji bo gelê kurd fermana înkar û tûnekirinê ye.

Di şerê cihanê yê yekemîn de Osmanî têk çûn, di sala 1916 an de dewletên Brîtanya û Fransayê bi hev re bi awayekî veşarî peymana Sykes-Pîcot saz kirin. Di pey re  Rusya jî tevlî vê peymanê bû

Di herikîna demê de van welatan ji bo perçekirina Kurdistanê ev peyman xistin merîyetê.

Bi têk çuyîna Osmanîyan û hevkarên wan re Peymana Sewrê hate îmzekirin.

Di vê peymanê de dewletên di şer de”serkeftî” Brîtanya, Fransa û hevkarên wan statûyekê ji bo Kurdan diyar kirin.

Kemalîstên tirk li himberî Sewrê derketin û qebul nekirin.

Kemalîstan baş zanibû ku bêyî kurdan serkeftin ne pêkan e. Ji ber vê rastiyê ketin nava gelek hewldanan.

İsmaniyan piştî şerê yekemîn ê Cihanê, bi xaka di destê wan de mayî sînorê welatê xwe diyar kirin û bi giştînameya Amasyayê ev sînor wek “Mîsak-î Mîllî” hate binavkirin.

Di 22 yê Cotmeha 1919 an de xaka Başûrê Kurdistanê, bajarê Musulê û Rojavayê Kurdistanê

Di çorçoveya sînorê “Mîsak-î Mîllî”de, di nava sînorê Tirkiyeyê de hate nîşandan.

Her wiha heta pêvajoya Lozanê di gelek pelgeyên fermî de statûya kurdan wekî Muxtariyet (xweserî) dihat qebûlkirin.

Gelek pelgeyên wek Protoqola Amasyayê, jî aliyê Meclisa Tirkiyeyê ve  pejirandî û li ser navê M.Kemal ji fermandarê El- Cezîre Nîhat Paşa re hatibûn şandin û wek di makezagona 1921 de hatibû diyarkirin, di gelek pelgeyên din de bi awayekî vekirî hatine qebûlkirin.

Di Meclîsa yekemîn de jî nêzî 73 wekîlê li ser navê kurdan cih girtibûn. Heta ku M.Kemal ji wekîlan re gotibû bi cil û bergên xwe yên kurdî werin Meclîsê.

Di nava demê de Kemalîstan gav bi gav ji bo perşekirina Kurdistanê û tunekirina kurdan bi dewletên emperyal re li hev kirin.

Li ser vê hêşmendiyê peymana yekemîn a 1921’ê bi Fransizan re pêk anîn.

Ev peyman li Enqereyê hat îmzekirin û Rojava ji fransizan re hat hîştin.

Dewletên ku di şer de bi ser ketibûn wek Brîtanya, Fransa, Îtalya û yên din, ji bo peymana Lozanê civîn pêk bê bang li Meclîsa Tirkiyeyê jî kirin.

Di civîn û nîqaşên Lozanê de mijara sereke statûya Kurdistanê bû. Di van nîqaşan de Îsmet Înonû xwe wekî nûnêrê gelên tirk û kurd da nasîn, lê belê wan dewletan bi tevahî zanibûn ku temsîlîyeta kurdan tûneye, lê dîsa Îsmet Înonû wek nûnerê gelê kurd û tirk qebûl kirin.

Di nîqaşan de Îngîlîzan ji bo neftê tim israr dikir ku bajarê Mûsilê yê başurê Kurdistanê di bin dagirkerîya wan de bimîne û bi welatê Iraqê ve were girêdan.

Ji ber vê nêzîkatiya îngîlîzan wekîlên kurd ên Meclîsa Tirkiyeyê  bertekên tûnd nîşan dan û nexwestin Kurdistan were parçekirin. Di dengdayina meclisa Tirkiyeyê ya yekemîn de Peymana Lozanê  nehate qebûlkirin.

M.Kemal jî Meclîsa yekemîn fesh kir û wekîlên nû li gorî xwe da hilbijartin.

Piştre li Lozanê careke din civîn pêk anîn û pisgirêka Musilê wek mijara sereke nîqaş kirin.Tirkan jî, Îngîlîzan jî nedixwestin ku li Tirkyeyê ji bo kurdan tiştek were xwestin.

Di pêymana Lozanê de bê statbûna kurdan hate qebûlkirin.

Hemû dewletên ku beşdarî Lozanê bûn vê peymanê îmze kirin û heta îro 100 sal  derbas bû, hîn jî ev rewş berdewam e.

Li hemberî vê rewşê gelê kurd Lozanê qebul nekir. Dest bi sehildanan kir.

Serhildana Şêx Seîd, Agirî, Zîlan, Dêrsim û serhildanên din mînakin.

Îro jî, gelê kurd ji bo azadîya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê di nava tekoşînê de ye û statûya xwe dixwaze.

Di ncamê de Lozan ji bo kurdan bu fermana mirinê.

Kurdistan bû çar perçe, hêza kurdan perçe bû, kurd bûn dijberê hev û gelek caran jî li himberê hev hatin bikaranîn, li qada navneteweyi û di warê dîplomasîyê de rumet û hêza wan lewaz bû, nikaribû di nava xwe de yekîtîya xwe ava bikin.

Ji bo ku gelê kurd ên çar aliyê welat sedsaleke din wenda neke û statûya Xwe ya neteweyî bidest bixe;

* Di serî de trajediya ku di encama peymana Lozanê hatiye serê Kurdan bi awayekî zelal ji cihanê were  aşkerekirin.

* Ji bo ku Peymana Lozanê were betalkirin, di serî de  Îngîltere û Fransa, bi welatên ku beşdarî Lozanê bûne û bûne hevkarê vê peymanê re dîplomasiyek xurt were meşandin.

* Gelê kurd yekîtî û hevgirtinê Xwe ya navxweyî ava bike.

* Xebatên Kongreya Netewî ya Kurd a ku di sala 2013 dan li Hewlêrê pêk hatibû werin berdewamkirin.

Nûçeyên Têkildar