Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di sêgoşeya Enqere, Dihok û Silêmaniyê de wêneyê şebekeya sîxuran

Li Şengalê tora sîxuran ya MİT û PDK'ê taybet maseyên Şengalê tê avakirin. Enqere, Dihok û Sileymaniye navendên tora sîxuran e. Xebatê li ser Şengalê ji navçeya Mîdyat a Mêrdînê tê kordînekirin û şaxên xwe li her derê belavkirin e.

Piştî îtirafên sîxuran, şebekeya MÎT û Parastinê ya li Şengalê ji gelek aliyan ve zelal dibe. Li Enqerê maseya MÎT’ê ya ji Selma, Tekîn û Baran, li Dihokê maseya Parastinê ya ji Şêro û Salih weke 2 maseyên taybet li ser Şengalê kar dikin. Feysel Cuno Qasim û Hacî Nayîf Paco li Mêrdînê, Ehmed Nesredîn jî li Silêmanî têne bicihkirin. Di vê şebekeyê de bi taybet navên Aşitî Koçer û Qasim Şeşo jî derdikevin pêş ku têkiliya hîn sîxuran bi wan re heye.

Li Şengalê şebekeya sîxuran a ku bi destê MÎT û PDK’ê hatiye avakirin, bi 2 maseyên taybet ve girêdayî ne. Yek ji wan maseya MÎT’ê ya Şengalê ye ku kesên bi navê Selma, Tekîn û Baran tê de cih digirin, yek ji wan jî maseya Parastinê ya li Dihokê ye ku kesên bi navê Şêro û Salih tê de cih digirin. Ev her du maseyên MÎT û PDK’ê li ser Şengalê hemwext û hevpar kar dikin. Ev her 2 mase, hedefên xwe û plansaziya êrîşan bi destê 3 kesan birêxistin dikin. Ev her 3 kes jî Feysel Cuno Qasim Helo, Ehmed Nesredîn Qasim Helo û Hacî Nayîf Paco ne. MÎT û Parastinê bi destê van her 3 kesan plansaziyên xwe datînin û dixin meriyetê.

Feysel Cuno Qasim Helo, di nava civaka Êzidî de bi navê Ebû Qasim tê naskirin. Ev kes ji Xanesorê ye, di fermana 2014’an de diçe Silêmanî û di sala 2017an de tevî malbata xwe derbasî Tirkiyê dibe. Yê ku Ehmed Nesredîn bi Parastinê, bi berpirsê asayîşa giştî ya Dihokê Şêro dide naskirin ew e. Feysel Cuno piştî ku Ehmed bi MÎT û Parastinê dide naskirin û Ehmed dibe sîxurê wan, vê carê jî bi destê Ehmed şebekeya sîxuran a di nav Şengalê de birêxistin dikin.

Feysel Cuno Qasim li ser Rojava û Şengalê kar dike

Feysel Cuno Qasim ji sala 2017’an ku derbasî Tirkiyê dibe û heya niha li ser navê MÎT’ê li ser Şengalê û Rojava karê sîxuriyê dike. Di nav şebekeya sîxuran de kesê herî çalak ku herî destpêkê bi MÎT û PDK’ê re kar dike ew e û xwe bi navê Şoreş dide naskirin. Li Şengalê bi gelek kesan re dikeve têkiliyê daku wan jî bike sîxurê MÎT û Parastinê. Feysel Cuno Qasim, ji bo rêxistinkirina tora sîxuran, tespîtkirina hedefan û plansaziya êrîşan gelek caran tê Şengalê.  Destê wî di xwîna gelek pêşengên civaka Êzidî de heye.  Ev kes li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê bicih dibe û ji wê dere êrîşên li ser Şengalê birêxistin dike.

Li ser navê Parastinê Şêro li maseya Şengalê kar dike

Ehmed Nesredin Qasim Helo ji Xanesorê ye. Di sala 2018’an de dema tevî malbata xwe derbasî kampa Kebertu ya Dihokê dibe, ji aliyê asayîşa Dihokê ve tê girtin.  Li asayîşa giştî ya Dihokê kesekî bi navê Şêro ku berpirsê asayîşê û Parastinê ye, Ehmed dike sîxur. Ehmed ji sala 2018’an heya niha ji bo PDK û MÎT’ê kar dike. Di vê salê de Ehmed, bi alîkariya berpirsê PDK’ê Şêro, pasaport û vîze derdixe û derbasî Tirkiyê dibe. Li Enqerê bi endamên MÎT’ê yên bi navê Baran û Murad re hevdîtinan dike. Bi alîkariya Murad, çend caran ji deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Tirkiyê dibe.

Ehmed Nesredîn, di serî de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr, li ser pêşengên civaka Êzidî kar dike ku cihê wan ji bo MÎT’ê tespît bike. Her wiha yê ku li Şengalê şebekeya sîxuriyê ava dike û Seed, Selah û Fadil tevlî vê şebekeye dike Ehmed e. Ev şebeke bi talimat û plansaziyên bi destê Ehmed, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr şehîd dixîne, meclîsên gel ên Sinûnê û Xanesorê jî bi mayînan diteqînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar