Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di sempozyuma şêwekariyê de berhemên jinan

12 jinên hunermend bi berhemên xwe tev li sempozyuma li Kobanê bûne û tabloyên her jineke şêwekar di nava sempozyumê de aliyekî jiyana jinan şîrove dikin

Di Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya Rojavayê ya duyemîn de ku li Hola Newroz a li bajarê Kobanê li dar dikeve, tabloyên şêwekarên jin gelek rastiyên jiyanê şîrov dikin, wekî êşa koçberiyê û piştgiriya şervanên Yekineyên Parastina Jin (YPJ).

Ji Rojava 24 şêwekar ku ji wan 12 şêwekarên jin in, tev li sempozyumê bûn.

Şêwekara jin a bi navê Narîn Ebdî ku beşdarî sempozyumê bûye, tabloya bi navê ‘Bêhnvedana Şervanan’ xêz kiribû ku 2 şervanên YPJ`ê tê de hev hembêz dikin.

Derbarê wêneyê de Narîn Ebdî ev tişt anî ziman: “Armanca min ji vê wêneyê ew e ku ez piştgiriya jinên YPJ`ê ji bo hev û çawa jinên kurd xwe didin îspatkirin, nîşan bidim. Ji bo wê min ev wêne xêz kir.”

Li aliyekî din şêwekara Ayda Hesen tabloya bi navê “Aramî” xêz kiriye. Ayda Hesen destnîşan kir ku aramî taybetmendiyeke jinan e û wiha got: “Em jin her dem dixwazin rastiya xwe ji civakê re bidin şîrovekirin û ez jî bi rêya wêneyan dixwazim xwe bidim îspatkirin. Tabloya min gerdûnê nîşan dide û muzîk ruhê gerdûnê ye. Jin û muzîk heman in, lê her yek bi awayê xwe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku mijara sereke (tema) ya wêneyên piraniya şêwekarên Rojava, aramî ye. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar