Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Di serhildana Kobanê de çi qewimî û kê çi got?

Piştî gotina Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve”, di navbera 6-8’ê cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî dest pê kirin ku weke “Serhildana Kobanê” tên pênasekirin. Di çalakiyan de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi ser bûyeran re 9 sal derbas bûn. Gelo di çalakiyan de çi qewimî û kê çi got?

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar li ser Serhildana Kobanê dosyayeke berfireh amade kir. Di navbera 6-8’ê cotmeha 2014’an de li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê çalakî dest pê kirin. Di çalakiyan de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û van çalakiyan di dîrokê de weke “Serhildana Kobanê” cih girt. Di ser çalakiyan de 9 sal derbas bûn. Li gel Efrîn û Cizîrê, Kobanê jî di çileya sala 2014’an de ji hêzên rejîmê hate rizgarkirin û “Xweseriya Demokratîk” hate ragihandin. DAIŞ’ê piştî êrîşa li dijî Şengalê, di 15’ê îlona 2014’an de ji sê milan ve êrîşî Kobanê kir. Di serdemeke ku endamên DAIŞ’ê di weşana zindî de sînorê Tirkiyeyê derbas dikirin û êrîşî Kobanê dikirin de ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesan sînor derbas kirin û tev li berxwedanê bûn. DAIŞ, di 5’ê cotmehê de kete bajar û xetereyeke mezin a komkujiyê li ser xelkê bajar çêbû. Li ser vê yekê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ev bang kir: “Ji destê kê çi tê bila niha bike. Bila gelê me li her çar aliyan rabe ser piyan.”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Êrîşên li ser Kobanê gelek dijwar bibûn û birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û pê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotibû: “Li cihê ku DAIŞ lê heye û li ku dera herêmên kurdan DAIŞ hebe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em heta dawiyê li ber xwe bidin. Dê bi tu awayî tawîzê nedin DAIŞ’ê.” Li ser vê hişyariyê jî gelê kurd kete nava liv û tevgerê. Di 21 rojên êrîşê de ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin ser sînor û bênavber li ber xwe dan. Her wiha li çar aliyan gelê kurd û dostên wan li kolanan bûn. Wezîrê demê û serokomarê AKP’î yê niha Tayyîp Erdogan di 7’ê cotmehê de li Dîlokê gotibû; “Vaye Kobanê jî li ber ketinê ye.” Piştî vê gotinê, Serhildana Kobanê jî dest pê kir.

Çeteyên hîzbûlkontra xistin dewrê

Çalakiyên ku bi sernavê “Gelê kurd rabû serhildana Kobanê” hatin weşandin, di 6’ê cotmehê de mezintir bûn û di 7-8 û 9’ê cotmehê de veguherîn berxwedana mezin a gel. Hîzbûlkontra yên xwe di bin navê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) de birêxistinkirin û hêzên ewlekariyê jî dest bi êrîşan kirin. Êrîşên endamên Partiya Doza Azad û hêzên ewlekariyê tu cudahiya xwe ji pêkanînên hîzbûlkontrayê yên salên 90’î nebûn. Li dijî endamên hîzbûlkontrayê ku bi dirûşma “Bijî DAIŞ” piştgirî didan DAIŞ’ê, bi milyonên kesên Kobanê weke şoreşa azadiya xwe didîtin bi berxwedaneke mezin bersiv dan û şerekî mezin ê hebûnê kirin û navê xwe li dîrokê nivîsandin.

54 kes jiyana xwe ji dest dan

Gelek bajar veguherîn Kobanê. Leşker û polîsan xwe ji qereqol û qişleyan vekişandin, di encama bûyeran de qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û li gelek noqteyên bajaran tank hatin bicihkirin. Di encama êrîşan de li Amed, Mûş, Elih, Dîlok, Wan, Riha, Sêrt, Merdîn, Çewlik, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê; li 36 bajaran 2 hezar û 389 bûyer qewimîn, 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 438 sivîl û 331 polîs birîndar bûn, 4 hezar û 291 kes hatin binçavkirin û ji van 105 kes hatin girtin.

ÎHD’ê rapor amade kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî bûyeran raporek amade kir. Li gorî raporê; di çalakiyan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 682 kes jî birîndar bûn. Her wiha li gorî raporê; hezar û 974 kes hatin binçavkirin û ji van 323 kes hatin girtin. Di raporê de hate gotin ku li Wanê Hamdî Caner (55) û Yûnûs Aktaş; li Sêrtê Davut Nas (17) û Kamîl Taş (25), li navçeya Misircê Yûsûf Çelîk (17), Mehdî Erdogan (35), Necmettîn Çelîk; li Gimgim a Mûşê Hakan Buksur (25); li Amedê Mahmûd Enez (55), Suleyman Kale (19), Turan Yavaş, Yûsûf Tokar, Mûrat Dag (24), Riyat Guneş, Mahsûn Çoban, Hasan Gokyuz, Ahmet Dagkak, Mesût Menekşe, Uğur Ozbay (19), Baver Şeyhanogûllari (18), Cûmalî Guneş (30), Yasîn Boru û Hasan Gokgoz; li Êlihê Emrah Demîr; li Qoser a Mêrdînê Kerem Karaaslan (22), Fehad Îbrahîm Elduverîc (hemwelatiyê Erebistana Siûdî), Abdullah Muhamet Latîf (hemwelatiyê Sûriyeyê), li Kerboranê Bîlal Gezer, Sînan Toprak, Abdulkerîm Seyhan, li Nisêbînê Beşîr Ramazan Arîf; li Îzmîrê Ekrem Kaçaroglû (38); li Dîlokê Sevgî Alici (18); li navçeya Yuregîr a Edeneyê Ahmet Albay (69) û li Esenyûrt a Stenbolê jî Mert Degîrmencî (18) jiyana xwe ji dest dan.

 Pêşnûmepirsên HDP’ê hatin redkirin

Di encama bûyeran de bîlançoyeke giran derket holê lê tevî ku bi ser bûyeran re 9 sal derbas bûne jî têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn hejmareke zelal nehat aşkerakirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê mijarê de 3 caran pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir lê belê ev daxwaza wê hate redkirin. Berevajî vê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê endam û rêveberên HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de wiha hate gotin: “Di bûyerê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, hewldana kuştina 29 kesan hate kirin, 326 hêzên ewlekariyê û 435 kes birîndar bûn.”

Kobanê neket, DAIŞ têk çû

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dayîn lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê di nava 9 salan de ji bilî Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz derheqê mirina tu kesên din de lêpirsîn neda destpêkirin. Piştî bûyeran, di 30’ê cotmeha 2014’an de Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) civiya û biryara konsepta şerê topyekûn hate destpêkirin ku di sala 2015’an de kete meriyetê. Li Kobanê ku teslîmî tarîtiyê nebû, berxwedaneke bêhempa hate raberkirin û 134 rojan berdewam kir. Berxwedêran li Kobanê serî bi DAIŞ’ê dan tewandin ku tevahiya cihanê jê ditirsiya û bajar rizgar kirin. 9 sal berê Kobanê neket lê li gorî rêzê Til Hemîs, Til Beraq, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Girê Spî, Sirrin, Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de yek bi yek ketin. Destkeftiyên gelê kurd ku DAIŞ’ê têk bir, roj bi roj mezintir bûn. Dewleta tirk ji vê aciz bû. Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin û di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê û di 9’ê cotmeha 2019’an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir û bajar talan kirin.

Doz li HDP’ê vekirin

Tayyîp Erdogan, HDP ji mirina Yasîn Boru berpirsyar dît û fatûreya bûyeran li rêveberên partiyê birî. Erdogan, ji ber piştgiriya bi çalakiyên Kobanê re, di 11’ê cotmehê de li Rîzeyê gefa “Em ê hesaba wê bipirsin” li siyasetmedarên kurd xwar. Di hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîrana 2015’an de AKP nekarî bi tena serê xwe bibe îktîdar. Bi vê yekê re bêtehemûliya wê ya li hemberî têkçûna DAIŞ’ê zêde bû û bi destê darazê li dijî HDP’ê pêleke êrîşan a nû da destpêkirin. Hevserokên HDP’ê yên berê jî di nav de û 18 girtî bi giştî derheqê 108 siyasetmedaran de doz hate vekirin. Ji bo 108 siyasetmedarên di “Doza Kobanê” de tên darizandin ji 29 sûcên cuda 38 caran muebbeta giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê tê xwestin.

Doza Kobanê di heman demê de kirin sedema sereke ya îdianameya doza girtina HDP’ê ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind amade kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar