Li gundên Til Elo û Girê Fatî yên Til Koçerê agir bi zeviyan ket. Dema ku ekîbên agirvemirandinê û welatiyan agir divemirand, 2 endamên Hêzên Senadîd, endamekê Hêzên Asayîşê û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 kes jî birîndar bûn
Di şewata li zeviyên li Til Koçerê pêk hat de 5 kesên man di nava şewatê de şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.
Îro piştî nîvro agir bi zeviyên derdora gundên Til Elo û Girê Fatî yên gundewarê navçeya Til Koçer a herêma Dêrikê ket. Li ser vê yekê Tîmên Agirvemirandinê, komîteyên sivîl, hêzên hewarê, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Senadîdê bi lez berê xwe dan cihê bûyerê.
Welatiyên herêmê ji bo vemirandina agir seferber bûn. Di dema vemirandina agir de 2 endamên Hêzên Senadîd, endamekê Hêzên Asayîşê û 2 sivîl di nava agir de man û jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de 3 welatî jî bi giranî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyan. Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane nehate aşkerakirin.
Agirê li herêmê hate vemirandin. QAMIŞLO