Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di şewatê de zindîwar bi saxî şewitîn

Li herêma Xursê ya Qoserê, ji ber operasyona ku duh lê hat destpêkirin lê şewat derket, bû xwelî. Di şewatê de hejmareke zêde sewal mirin. Gundiyên li herêmê banga xwedî derketina li xwezayê kirin

Li Herêma Xursê ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê, duh piştî operasyona Tevgera Taybet a Cendirmeyan şewat derket.  Şewata ku di navbera gundên Izêr û Dokanê de derket, bêyî ku bigihîje cîwarbûnê gundiyan bi derfetên xwe vemirandin. Li gel vê yekê jî nêzî hezar donim qad şewitî û bû xulî. Li qadê hejmareke zêde zindewer jî di nav agir de man û şewitîn.

Ahmet Aslan ê ji gundê Izêr diyar kir ku yekîneyên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînî ku hatine cihê buyerê hinek mudaxaleyî şewatê kirin lê berovajiyê vê yekê yekîneyên Miduriyeta Daristanê yê Bajar hatine cihê bûyerê û bêyî ku şewatê vemirînin veqetiyane û wan bi derfetên xwe şewatê vemirandiye. Aslan da zanîn ku gel bi guliyên daran û kincên xwe yên şilkirî şewat vemirandine û wiha got: “Çiçêkên kewan, kosî û gelek sewalên hûrîk di nav agir de şewitîn û mirin.” Aslan bêdengiya li hemberî şewatê şermezar kir û banga dengderxistina li dijî şewatê kir.

‘Em li xwezaya xwedî derkevin’

Aslan destnîşan kir ku li herêmê darên berûyan şîn dibin û ji ber şewatan qet dirêj nabin û got ku ligel ku li rojavayê Tirkiyêyê bi awayekî lez û bez mudaxaleyî şewatê dikin jî li herêmê mudaxaleya li şewatê asteng dikin. Aslan pirsa, ‘Ew der xweza ye, ma ev der ne xweza ye?’ kir û axaftina wiha domand: “Heke kes xwedî dernekeve em li xwezaya xwe xwedî derkevin. Dewlet naxwaze dar li vê herêmê şîn bibin û gelê me jê feyde bibîne. Ji ber vê yekê divê em xwedî li xwe derkevin.”

‘Ha we xwezayê qetil kiriye ha mirovan’

Gundiyê bi navê Cemîl Aslan jî bal kişand ser şewitandina zindeweran û ev tişt got: “Ev komkujiyeke mezin e. Ha we xwezayê qetil kiriye, ha we mirovan qetil kir. Ji ber ku her du jî zindewerin ferq nake.” Aslan banga xwedîderketina xwezaya xwe li gel kir û bi bîr xist ku heke mudaxale neyê kirin dê gelek gund bi şewatê re rû bi rû bimînin. Aslan bertek nîşanî xemsariya ekîbin agirkujiyê ya li hemberî şewatê da û anî ziman ku jin, zarok, cîwam, kal û pîrên gund bi derfetên xwe agir vemirandine. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar