Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di şikeftan de kevneşopiya veşartina penêr û mast

Li vê herêmê em bi sewalkarî û giyayê ku kom dikin debara xwe dikin.

Li navçeya Basa ya Şirnexê, şikeftên xwezayî ku ji demên berê mane îro jî têne bikaranîn. Yek ji van şikefta ku kîlometreyek dûrî navenda navçeyê ye niştecih jê sûd werdigerin. Niştecihên herêmê, gihayên cûr bi cûr ên ku demsala biharê ji çiyayan berhev dikin û penêr û mastên ku çêdikin, ji bo ku ji germê biparêzin, di şikefta ku kîlometreyek dûrî navenda navçeyê de bi cih dikin. Ji ber ku di mehên zivistanê de nav şikeftê germ dibe, welatî di mehên payîzê de van giha, penêr û mastan ji şikeftê derdixin û dibin malê xwe.

Welatiya bi navê Fatma Dayan ku qatixê xwe li şikeftê bi cih kiriye, anî ziman ku ew şikeftê wekî sarincên xwezayî bi kar tînin û wiha got: “Li vê herêmê em bi sewalkarî û giyayê ku kom dikin debara xwe dikin. Di mehên gulan û nîsanê yên demsala biharê de em dest bi çêkirina penêr dikin. Penêrê ku em amade dikin di vê şikeftê de vedişêrin. Ji berê de dema ku sarinc nebûn xwarin li van şikeftan de dihatin parastin. Lê niha li gel ku sarinc hene jî mirov penêr û giyayê xwe di vê şikeftê de vedişêrin. Di hûndirê şikeftê de herkesî qefesa xwe heye. Ji bo ku tevlihêvî çênebe herkes penêr û giyayê xwe li wan qefesan de vedişêre. Taybetmendiyên vê şikeftê jî ew e ku havînan hûndirê wê gelek cemidî ye. Dema ku demsala payîzê tê em yek bi yek tên penêr û giyayê xwe dibin malê. Ji ber ku li gel hatina zivistanê hûndirê şikeftê germ dibe.”

Penêr û mastê şikeftan bi tamtir e

Her wiha Dayan anî ziman ku xwarina ku di şikeftê de tê parastin ji bo tendûristiya mirov baştir e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya şikeftan, amûrên me xirab nabin û ji bo tendûristiya mirov jî wiha baştir e. Penêr û mastê ku em li vir vedişêrin ji penêrên din bi tamtir û  çêtir e. Em vê  kevneşopiya ku ji bav û kalên me ji me re maye didomînin. Ji germa havînê re sarincên herî cemidî  şikeftên xwezayî ne. Ji ber wê her sal em penêr û giyayê xwe li vir diqefilînin.”  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar