Şoreşa Rojava ku xwe spart azadiya jinê û bi vî rengî mezin bû, di sala 2012’an de li Kobanê destpê kir, zû mezin bû û sala 2014’an bi serketineke girîng a li dijî DAIŞ’ê li cîhanê deng veda. Ev pêlan ku li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê mezin bû, bihara gelan bi xwe re anî. Şoreşa ku 19’ê tîrmeha 2012’an li Rojava destpê kir, di têkoşîna azadiya jinê de demeke nû da destpêkirin. Di nava Şoreşa Rojava de ji aboriyê heta hunerê, çandê, tenduristiyê, dîplomasiyê û xweparastinê jin li gelek qadan bi roleke xurt rabûn. Jin bi taybetî ji bo azadiya xwe têkoşiyan, ji beşên din ên civakê re jî bûn mînak û çavkaniya sûdwegirtinê. Ev şoreş ne tenê ji bo jinan, ji bo azadî û edaleta civakê bû mînakeke têkoşînê.
Ji avakirina Yekîtiya Star heta Kongra Star, ji Mala Jinê heta Civaka Jinê ya Zenobiya em ê rêxistiniya jinê binirxînin.
Piştî ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sala 1979’an derbasî Rojava bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Rêber Apo ku 20 salan ji her alî ve bandor li Rojava kir, tovên rêxistiniya jinê ji Rojava li nava tevahiya Kurdistanê reşand. Rastiay civakî û heqîqeta jinê li ber çavan girt û ji bo rêxistiniya jinê rê nîşan da. Milîtanên jin ku bi fikrê azadî û rêxistiniya jinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bûn, tecrûbeyên xwe dan xelkê Rojava. Xelkê Rojava jî 15’ê çileya 2005’an bi navê Yekîtiya Star rêxistiniya xweser ava kir. Vê rêxistiniyê bi felsefeya Rêber Apo destpê kir, piştre têkoşîna Tevgera Jinê ya Kurd û bi karên li Rojava, encamek bi xwe re anî. Yekîtiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de ji aliyê komek ji şoreşger, têkoşer û dayikan ve hate avakirin. Di karê rêxistiniya jinê de ku bi veşartî dihatin kirin, li rojavayê Kurdistanê ji bo şoreşa jinê hîmekî xurt hate danîn. Mîrateya têkoşînê ya 12 salan di Sibata 2016’an de bi navê Kongra Star rêwîtiya xwe dewam kir. Kongra Star sînor derbas kir û gihîşt her devera cîhanê. Li Lubnanê, başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê nûnertiyên xwe ava kir. Jinên din ên li cîhanê tevlî têkoşînê hatin kirin.
Jinên ku pêşengî ji Şoreşa Jİnê re kirin ne tenê ji aliyê leşkerî ve li her qada jiyanê pêşengî ji civakê re kirin. Li her bajarekî bakur û rojhilatê Sûriyeyê yê ku hate rizgarkirin, destpêkê jinan rêxistiniya xwe ya xweser ava kirin. Di vê çarçoveyê de li her bajar, navçe û bajarokan Mala Jinê ava bûn. Di 20’ê Adara 2011’an de li Qamişloyê bi 3 jinan, sala 2011’an li Amûdê bi 4 jinan, sala 2012’an li Tirbespiyê bi 8 jinan, 1’ê çileya 2012’an li Dêrikê bi 8 jinan, Ttebaxa 2012’an li Çilaxayê bi 15 jinan Mala Jinê avabû û li 7 kantonên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin e, li 53 navendan Mala Jinê hate avakirin.
Jinên ku di nava YXK’ê de çend komên biçûk bûn li hev kom bûn û xweparastina xwe pêk anîn. Di heman demê de tevlî nava Yekîneyên Parastina Gel bûn ku di sala 2012’an de ava bû. Piştî ku hejmara jinên di nava karên xweparastinê de bûn zêde bû li Cizîr, Kobanê û Efrînê tabûrên xweser ên jinan ava bûn. Yekemcar li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di sibata 2013’an de tabûra Şehîd Rûken ava bû. Ev tabûr ji aliyê Şehîd Ruksen Efrîn ve hate birêxistinkirin. Bi vê tabûrê re avabûna tabûrên xweser destpê kir. Di 25’ê sibata 2013’an de li Dirbêsiyê Tabûra Şehîd Berçem, 8’ê adara 2013’an li Qamişloyê Tabûra Şehîd Adalet, 24’ê adara 2013’an li Kobanê Tabûra Şehîd Dîcle û li Dêrikê Tabûra Şehîd Zozan ava bûn. Ev tabûr bûn zemîn ji artêşbûna jinê ya li Rojava re. Bi vî rengî di 4’ê Nîsana 2013’an de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava bû. YPJ ku weke artêşa jinê her roj hîn mezin dibe, jinên ji ereb, ermen, suryan tevlî xwe kir. YPJ ne tenê li Rojava ma, dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, xwe gihand hawara xelkê Şengalê ku ferman lê rabû. Bi sedan jin ên êzidî ji nava pençeyên DAIŞ’ê rizgar kir. YPJ’ê tecrûbeyên xwe da YJŞ’ê û kir ku Yekîneyên Jinên Şengalê ava bibe.
Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku 8’ê Îlona 2017’an bi beşdariya 200 jinên ji tevahiya Sûriyeyê li Minbicê kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî 7 sal in bê navber ji bo rêxistiniya jinên Sûriyeyî kar kir. Di 20’ê gulanê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û 250 jinên sûriyeyî weke delege tevlî bûn. Têkoşîna xwe ya ji bo jinûve avakirinê, çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û avakirina jiyana wekhev û azad dewam kir.
Rêxistiniya jinê ya 12 salan ku bi Yekîtiya Star û piştre jî Kongra Star dewam kir, di rizgarkirina gelek herêman de ji aliyê leşkerî, dîplomasî, çandî, siyasî û aborî ve li nava civakê rol lîst. Her partî, saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û saziyên neteweyî li qada xwe kar dikirin. Bi taybetî piştî ku qadên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ji dagirkeriyê hatin rizgarkirin pêwîstiya bi meclîseke hevpar çêbû. Bi pêşengiya Kongra Star jin û tevgerên li herêmê bi nîqaşên li ser pêwîstiya bi avakirina meclîseke jinê ya hevpar di sala 2019’an de ketin nava liv û tevgerê û gaveke mezin avêtin. Meclîsa Jinê ya Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi esasê sê karên bingehîn di 14’ê hezîrana 2019’an de ava bû. Bû meclîsa 52 tevgerên jinan ên ji kurd, ereb, suryan, ermen, keldanî, tirkmen û çerkesan.
Piştî ku Şoreşa Rojava li bakur û rojhilatê Sûriyeyê belav bû, ji bo qadên rizgarkirî yên mîna Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê, nîqaş li ser rêxistiniyeke nû ya jinê hate kirin. Ev karê ku di bin sîwana Kongra Star hate kirin veguherî Civata Jinê ya Zenobiya ku di 1’ê hezîrana 2021’ê de hate ragihandin. Li herêmên rizgarkirî yên mîna Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê xwe bi rêxistin kir û li ser bingeha xwegihandina jinên ji hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi kar kir. Li ser bingeha rêziknameya Civata Jinê ya Zenobiya li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê 4 buro hatin avakirin. Ev buro jî ji aliyê 7 desteyên rêveberiyê ve hatin birêvebirin. Li ser mijarên edalet, perwerde, malbatên şehîdan, aborî, parastin, maliye, ragihandin, tenduristî, çand û hunerê 11 komîte hatin birêxistinkirin. Rola bingehîn a van komîteyan ew e ku jinên li herêmên rizgarkirî bi rêxistin bike, tevlî kar bike û her kesî bi rêxistin û perwerde bike. Bi vî rengî rêxistiniya rastî ya jinê li ser bingeha têkoşîna azadî û demokrasiyê pêk bîne.
Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku timî dibe hedefa êrîşan, ji bo misogerkirina ewlekariya hundirîn a jinan yekîne hatin avakirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê ku bi 2 kesan xwe bi rêxistin kir, di 10’ê mijdara 2013’an de yekemcar rêxistiniya xwe da destpêkirin. Di 30’ê hezîrana 2014’an de hate ragihandin. Akademiya Şehîd Hîra Wan ku endamên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê lê profesyonel dibin, her sal bi sedan mezûn da. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê ku ji bo misogerkirina aramî û sîstema li nava civakê tedbîran werdigirin û di pêşîgirtina bûyeran de bi rola xwe radibin, li hemberî tundiya li jinê, destdirêjiya li zarokan û tundiya li nava malbatên têkoşiya, karên perwerdekirinê meşand.
Çavkanî: Nûjiyan Adar – ANF