Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di şoreşa Rojava de têkoşîna malbatek ereb

Malbata Deebûl ku 76 sal beriya niha ji Idlibê hatiye Qamişlo, jiyana bi kurdan re gelekî hêja dîtiye û li 19’ê Tîrmehê de tev li şoreşê bûye. Ji malbatê 7 kesan di refên YPG’ê de cîh girtine, ji wana 3 kes şehîd bûne.

Hin mînakên ku di nava 10 salên Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hatine dîtin, nirxandina “Şoreşa gelan û wekheviyê” careke din piştrast dike, radixe ber çavan. Yek ji van mînakan jî malbata Deebûl a ji gundê Erîha yê bajarê Idlibê yê li Bakurê Suriyeyê ye.

Malbat di 1947`an de ji bo ku debara xwe bike hatiye Qamişlo û bi rêbaza kirêkirina zeviyan çandinî kiriye. Malbata Deebûl ku li gundê Kibêba yê Rojavayê girêdayî Qamişlo bicîh bûne, bi kurdan re pêwendiyek xurt ava kiriye û bi hevre jiyan kirine. Di nava 76 salan de malbat mezin bûye û  bûn gelek mal.

Pêvajo Şoreşê û ji bo malbatê gaveke nû

Dema ku di 19`ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava şoreş destpê kir, ji bo malbata Deebûl jî pêvajoyek nû destpê kiriye. Ji malbatê Ehmed Ebdulselam Deebul ku niha 53 salî ye, bi şoreşê gelekî bandor bûye û heman salê (2012) tev li refên YPG’ê bûye.

Wexta ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an êrişî gundê wan kirin, mal û milkên malbata Deebul jî talan dikin. Wê demê Ehmed Deebûl tevî malbata xwe derbasî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bûye, lê hîn zêdetir bi şoreşê ve hatine girêdan û tev li xebatan bûne.

4 şervan û 3 şehîd

Piştî tevlibûna Ehmed Ebdulselam a nava refên YPG’ê, birayên wî yên bi navê Elaa Deebûl, Ebdulxenî Deebûl û Ebdullah Deebûl jî li pey hev tev li YPG’ê bûne. Her wiha biraziyên Ehmed ên bi navê Ehmed Ebdullah Deebûl (Rojava), Hadî Ebdulxenî Deebûl (Rûbar) û Yasîn Farûq Deebûl (Ceger) tev li YPG’ê bûne.

Herçar şervanên YPG’ê yên ji malbata Deebul, di piraniya hemleyên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cihê xwe girtine. Di van hemle û berxwedanan de Ehmed Ebdullah Deebûl (Rojava) sala 2015`an li gundê Şelal ê navçeya Holê, Hadî Ebdulxenî Deebûl (Rûbar Qamişlo) sala 2016`an li Şedadê û Yasîn Farûq Deebûl (Ismaîl Qamişlo) jî sala 2019`an li Dêrazorê şehîd bû.

Jiyana bi hevre û armanca şoreşê rengê biryara wan diyar kir

Malbata Deebûl, 76 sal in di nava kurdan de bi hevre di nava aramiyê de jiyan dike. Dema ku hedef û armancê şoreşa 19’ê Tîrmehê ji gelan re hatin vegotin jî, malbat hîn zêdetir bandor bûye û biryara tevlibûna xebatan daye.

Ehmed Ebdulselam jî bi vî rengî biryara tevlibûna YPG’ê daye û wî jî bandor li ser bira û biraziyên xwe kiriye. Li gorî Ehmed şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo wan û tevahiya gelan wekî nameyeke pêxembertiyê bûye. Ehmed dibêje ku di dema têkoşînê û pêwendiyên bi gel re de jî ev yek pir bi zelalî dîtiye. Nexasim di dema rizgarkirina gundan de hest, keyfxweşî û tîlîliyên welatiyan her tişt vegotiye.

11 salin parêzvaniyê dike

Ehmed Deebûl tev li piraniya hemleyên rizgarkirina herêmê û berxwedana dijî êrîşên komên çeteyan bûye. Ew dibêje ku ji bilî hemleya rizgarkirina Baxozê ya ji çeteyên DAIŞ’ê tev li hemû hemleyan bûye. Di dema rizgarkirina Reqayê de ji milê xwe yê rastê û li Şedadê jî ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye.

Ehmed Ebdulselam Deebûl ku weke kurdekî pir baş bi zimanê kurdî jî di axive, li gel hevjîn û 13 zarokên xwe li bajarê Qamişlo dimîne. Li aliyê din şervantiya YPG’ê didomîne.  Ew gelekî ji kurdan hez dike û dibêje “kurd û kurdî ji bo min eşq e”.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar