Li nêzî Goristana Şêx Sedîd a Ezazê motorsîklêteke bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn
Îro li bajarê Ezazê yê gundewarên bakurê Helebê, motorsîklêteke bombebarkirî li nêzî Goristana Şêx Seîd hate teqandin.
Çavkaniyên ji Ezazê da zanîn ku di encama teqînê de 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, heta niha tu aliyan teqîn li xwe negirtiye.
Hat zanîn ku ji ber şerê di navbera komên çete de li bajarê Ezazê û gundewarên wê, gel bi hêrs e û tevliheviya ewlekariyê heye. EZAZ