Li taxa pîşesazî ya Girê Spî di danê sibehê de teqîneke mezin pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de herî kêm 10 çete mirin û 20 jî birîndar bûn
Îro di saetên serê sibehê de li bajarê Girê Spî seyareyeke bombebarkirî hate teqandin. Têkildarî mijarê malperên çeteyan agahî dan û diyar kirin ku li gorî encamên destpêkê, di encama teqînê li taxa pîşesazî ya Girê Spî de herî kêm 10 kuştî û 20 birîndar çêbûne.
Ji destpêka ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kirine heta niha teqîn û bêaramiya li herêmê zêde dibe. Beriya dagirkirinê herêmê, bajar di nava aramî û ewlehiyê de bû.
Çavkaniyên ji herêmê jî destnîşan kirin ku komên çete teqînan bi zanebûn dikin û ji hev tola hev dihilînin. GIRÊ SPÎ