Li gundê Farat ê Minbicê li dijî sivîlan bi motorsîklêteka bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn
Komeke êrîşkar li gundê Farat ê li rojavayê bajarê Minbicê bi motorsîklêteke bombebarkirî êrîşî sivîlan kir. Di encama êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Ji welatiyên jiyana xwe ji dest dan yek jê Mihemed Ebdo yê 27 salî ye. Navên çend welatiyên ku birîndar bûn jî wiha ne: “Elî Berho (12) û Ehmed Mihemed (40).”
Têkildarî mijarê welatiyên ku bûn şahidê teqînê axivîn. Şahidan got ku kesekî bi hinceta tamîrkirinê motorsîklêta xwe aniye sûka gund û piştî ku ji qadê dûr ketî jî motorsîklêta wî teqiyaye. MINBIC