Li navçeya Reyhanliyê di wesayîtekê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Li kolana Mehmet Akîf Ersoy a navçeya Reyhanli ya Hatayê saet di 13.00’an de di wesayîteke parqkirî de teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyan, di encama teqînê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Nayê zanîn bê ka teqîn ji ber çi ye. Piştî teqînê jî polîsan derdora qada teqînê girt û tîmên arkujiyê jî şewat vemirandin.
Di encama lêkolînê de aşkera bû ku sê kesên di hundirê wesayîtê de şewitîne û bi wî rengî jiyana xwe ji dest dane. HATAY