Navenda Nûçeyan |
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşan, Mielek, Kampa Eyn Îsayê û rêya M4 li rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê welatiyê bi navê Muheydîn Hec Ehmed Îbrahîm (35) di encama topbarana dewleta tirk a dagirker ê li ser rêya M4 de birîndar bû lê Îbrahîm beriya ku bigihêje nexweşxaneya Şehîd Elûş a li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.
Muheydîn Hec Ehmed Îbrahîm ji şêniyên gundê Baxdik ê rojavayê Girê Spî yê dagirkirî ye.