Artêşa tirk a dagirker şeva din firneya navendî ya Qamişloyê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 sivîl şehîd bûn û 6 sivîl jî birîndar bûn
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şevê din firneya navendî ya Qamişloyê bi topên obûs û hewanan hedef girt. Li gorî agahiyên ji Qamişloyê, di encama topbarana artêşa tirk a dagirker de 2 sivîl şehîd bûn û 6 sivîl jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku navê welatiyekê ku jiyana xwe ji dest da Hesen Silêman Elî ye. Her wiha navên çend birîndaran jî wiha ne: “Hesen Nasir Eswed, Mûnîr Xidir El Elawî, Fadil Cedan El Tiqtiq û Hebîb Mihemed Reşad Hebo.” QAMIŞLO