Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Di tuvaletê de’ dê di rojên pêş de li Stenbol, Amed, Êlih û Mêrdînê derkeve pêşberî hezkiriyên şanoyê
Lîstika “Di tuwaletê de” ku Rênas Jiyan nivîsiye, li Enqereyê derket pêşberî temaşevanan. Lîstika ji aliyê Sîbêj Performans ve hatiye amadekirin, wê derkeve tûrneyê. Lîstik li ser dika 367 a Enqereyê hat peşandan. Lîstika bi yek kesî, Zelal Angay amade kiriye û Zinar Ataman jî lîtikvanê karaktera “Xwekuj” e.
Lîstik derdikeve tûrneyê û wê di 18’ê gulanê de li Stenbolê, di 22’ê gulanê de li Êlih, di 24’ê gulanê de li Amed û di 26’ê gulanê de jî li Nisêbînê bê pêşandan. ENQERE