Navenda Nûçeyan
Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî sala nû daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber şewbê sermiyan bi hêrsa kar û mezibûnê xwezayê talan kiriye û wiha got: “Xizan hê bêtir xizan bûn, bêkarî û bêewlebûn zêde bû, piraniya mirovan xwegihandina xurek û tenduristiyê de zehmetî kişandin. Lê dewlemend hê bêtir dewlemend bûn.”
Daxwaz hatin tepisandin
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatê ji bo tepisandina muxalefeta civakî şewbê bi kar aniye û ev nirxandin kir: “Li ser hev li dijî hêzên demokrasiyê operasyon pêk hatin. Şaredariyên muxalîf, Yekitiya Bijîjkên Tirk û Baro hedef hatin girtin. Zextên li ser medya civakî zêde bûn. Azadiya rêxistinbûnê hat sînordarkirin. Daxwazên gundî û kedkaran ên ji bo keda wan hatin tepisandin.”
Wê têkoşîna wan bidome
DÎB’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de xistina parlamenterên HDP’ê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku di sala 2020’an de têkoşînên piralî pêk hatine û di sala nû de jî dê têkoşîna xwe ya li dijî zilma desthilatê bidomînin.