Navenda Nûçeyan
Li gorî New York Timesê dibe ku peywira nû ya nûnerê amerîkî ku ji ber niyeta serok Donald Trump a vekişîna ji bakurê rojhilatê Sûriyê dev ji peywira xwe ya di Koalîsyona Navneteweyî de berdaye, peywireke payebilind di ‘Nivîsgeha Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî (NSC)’ de, be.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Brett McGurk yek ji rexnegirên siyasetên serok Donald Turmp ên girêdayî Sûriyê bû. McGurk her wiha dagirkeriya tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî rexne kiribû.