Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dibe ku DAIŞ jinûve zindî çalak bibe’

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed li Swêdê bi medyaya Swêdê re axivî û da zanîn ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, dibe ku DAIŞ careke din çalak bibe

Hevseroka Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê ji medyaya Swêdê re axivî. Daxuyaniyên Îlham Ehmed ên li Stockholmê li raya giştî ya Swêdê bandoreke mezin kir. Kanalên televîzyonê û rojnameyan cihekî berfireh dan hevpeyvîn û daxuyaniya Îlham Ehmed.

Gelek kanal û rojnameyan hişyariya Ehmed a îhtîmala çalakbûna DAIŞ’ê derxistin pêş. Ehmed di daxuyaniya bi rojnameya Expressenê re wiha got: “Heke piştgiriyeke navneteweyî nedin Rojava, ji bo me dê dahatû tunebe. Niha qetlîam didome. Dibe ku projeya demokratîk winda bibe. Ev ji bo Sûriyeyê hêviyeke mezin bû.”

‘Vekişîna DYA’yê şaş bû’

Ehmed anî ziman ku biryara Trump a vekişandina leşkeran şaşiyek bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wan derfet dan ku Tirkiye êrîşî me bike. Em careke din bang li wan dikin ku bila şaşiya xwe rast bikin. Dewleta tirk ji bo rizgarkirina çeteyên DAIŞ’ê girtîgehan bombebaran dike. Leşkerên bi pere yên dewleta tirk nêzî îdeolojiya DAIŞ’ê ne û heke di daxwazên xwe de bi ser bikevin, dê DAIŞ jî bi ser bikeve.”

Herî dawî jî Îlham Ehmed wiha got: “Em dixwazin ku zextên aborî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bê kirin. Divê qada hewayî ya bakurê Sûriyeyê jî were girtin.” STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar