Hate ragihandin ku piştî Tirkiyeyê hewl da pergala parastina hewayî ya S-400’an ji Rûsyayê bistîne, Amerîka di çarçoveya projeya balafirên şer ên F-35’ê de perwerdekirina pîlotên tirk bisekinîne
Aloziya di navbera Amerîka û dewleta tirk de ji ber kirina S-400’an her diçe kurtir dibe.
Têkildarî mijarê Reûtersê di nûçeyeke xwe ya ku nexwest çavkaniya wê diyar bike de anî ziman ku Pentagon dike ku perweredekirina pîlotên tirk bisekinîne.
Tê diyarkirin ku niha pîlot li balafirgeha Lûke ya li Arîzonayê perwerdehiyê dibînin û heta biryarek di vê mijarê de bê dayîn ne zelal e ka wê pîlot li baregehê bimînin, an welêt biterikînin.
Rêberiya DYE’yê di daxuyaniya xwe ya di 23’yê gulanê de diyar kiribû ku heke Tirkiye pergala S-400’an bistîne dê ‘encamên gelek negatîf’ derkevin holê û Tirkiyeyê hişyar kiribû.
Her wiha Alîkarê Wezareta Derve ya Tirk Selim Kiran jî diyar kiriribû ku di vê mijarê de daxwazeyek fermî ji wan nehatiye kirin.