Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Dibe ku Tirkiye ji ber sûcên şer bê darizandin’

Hiqûqnas Ercan Kanar destnîşan kir ku sûcê şer sûcê herî giran e û got ku dibe ku Tirkiye ji ber sûcên şer ên li rojavayê Kurdistanê bê darizandin

Hiqûqnas Ercan Kanar têkildarî bikaranîn çekên kîmyewî ku dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê bikar anî û sûcên şer axivî.

Kanar diyar kir ku Tirkiye ne alîgireke Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye, lê belê heger Konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryarê bide dibe ku kesên sûcên şer kirine bên cezakirin.

Kanar destnîşan kir ku divê îdiayên ku tê gotin li bakur û rojhilatê Sûriyeyê nexweşxane hatine bombekirin û bombeyên fosforê hatine bikaranîn bên aşkerakirin û wiha got: “Rêxistina Efûyê û Serdozgerê Dadgeha Ceza ya Navdewletî ya NY’yê jî heman îdia anîn ziman. Hat gotin, ‘dibe ku Erdogan bê darizandin.’ Wezîrê Parastinê yê DYA’yê jî tiştên bi vî rengî gotin. Li gor Hiqûqa Ceza ya Navdewletî ji 4 sûcên mezin yek jê jî sûcê şer e. Yek ji sûcên herî giran e. Di sala 2002’yan de di statuya Romayê de cih girt. Lê belê hîn jî Tirkiye ev peyman îmze nekiriye. Hîn jî nebûye alîgireke Dadgeha Ceza ya Navdewletî. Lê belê dibe ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî kesên sûcên şer kirine bişîne Dadgeha Ceza ya Navdewletî.”

Tirkiye ne alîgirê dadgeha ceza ya navdewletî ye

Di axaftina xwe de Kanar anî ziman ku hinekî zehmet e Tirkiye ji ber sûcên şerî bê darizandin û wiha domand: “Çimkî Tirkiye ne alîgireke Dadgeha Ceza ya Navdewletî ye. Îmze kiriye lê belê pesend nekiriye. Heta pesend neke nabe alîgir. Lê belê ji bo darizandinê şertek heye. Ger Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yek dengî biryarê bigire wê bê darizandin. Lê belê heta niha Konseya Ewlehiyê derbarê Tirkiyeyê de bi yekdengî biryar negirtiye. Têkiliya aborî û têkiliyên berjewendî yên dewletan pêşî li ber biryareke wiha digire.”

‘Kesên aştiyê parastin hatine darizandin’

Kanar da zanîn ku di dema qedexeyên derketina derve de jî maf hatine binpêkirin û wiha pêde çû: “Li wir jî sûc li hemberî mirovahiyê hatin kirin. Lê belê li Tirkiyeyê di bûyerên bi vî rengî de tu dozger bi wêrekî tev nagere û ji ber van sûcan dozê venake û venekiriye. Çimkî li darazeke serbixwe tune ye. Ji bo binpêkirinên mafan ên li Cizîrê ez jî di nav de 200 parêzer daxuyanî dan, lê em 19 parêzer hîn jî tên darizandin. Sirf ji ber me gotiye, Tirkiye li hemberî mirovahiyê sûc kiriye. Diviya doz li kesên sûc kirine bihatana vekirin, lê li kesên aştî parastine hatiye vekirin.”

‘Berpirsyarê kiryarên OSO’yê Tirkiye ye’

Di berdewamê de Kanar anî ziman ku di dîrokê de kesên sûcên şerî kirine hatine darizandin û wiha got: “Berê jî di darizandinên Nurnbergê de Nazî ji ber sûcên şerî hatin darizandin. Kesên li Polonya, Macaristan, Çekoslokvakya û Fransayê bi Naziyan re tev geriyan li dadgehan hatin cezakirin. Heta li dadgehên Nurnbergê zêdetîr deh kes cezayê mirinê girtin, nêzî 20 kes jî cezayê muebetê û gelek kes jî bi cezayên cuda cuda hatin cezakirin.”

Her wiha Kanar desteke Tirkiyeyê ya ji bo OSO’yê bi bîr xist û got ku berpirsiyarê kirinên OSO’yê Tirkiye ye. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar