Hemû irq, nijad, komik, civak û welat berî rengê mirov, cil û berg, ol û nasname bi zimanê xwe tê nasîn û cudahiya wê derdikeve holê. Ji vî aliyê cîhanê bigire heta aliyê din di warê, çand, hebûn, reng, nijad, ol û netew de gelek xalên şirîk hene. Lê li ser rûyê erdê ji tey û tiwûran, nebatan bigire heta her cûre heywan û mirovan zimanê xwe heye û bi wê ferq dibe.
Li ser rûyê erdê û erdnîgariya mirov lê dijîn, her kes berî her tiştî bi zimanê xwe dijî, piştre bi zimanê xwe hebûn û nasname ya xwe dijî. Ziman çand, hebûn, nasname û wêje ye. Ziman ol, bawerî û sembol e. Ziman reng e, deng e; siberoj e.
Ji ber bêserûberiya mirovên li ser rûyê erdê çawa ku ji nebatan bigire heta teyir û tiwûran gelek jê hem fizîkî û hem jî weke hebûn deng û rengê xwe tune bûne, heman aqûbet li serê mirov û civakan jî hatine. Ji roja ku mirovahî li ser rûyê erdê diyar bûyî û dijî, bi hezaran ziman ji ber bi awayê talankarî bikaranîna xwezayê û serweriya hikûmê dinê, ziman û civak tune bûne.
Kurdan jî para xwe ji vê girtiye. Civakeke bi rengê wê, çand û zimanê wê tune tê hesibandin. Lê bi zimanê xwe heta roja îro tevî hemû nebesî û kêmaniyan jî têkoşîna wê dide ku civakek bi ziman û hebûne. Bi vî aliyê xwe her çendî qirkirina li ser hatibe kirin jî, dîsa hebûna xwe bi zimanê stran, helbest û dengbêjiyê aniye îro cihê şanazî û teqdîrê ye.
Her çendî salên dirêj kurdî nebûbe zimanê nivîsê, li ser devok û stranan hatibe jî, lê di roja îro de eger kêmaniyên berê em dubare dikin, hinekî dibe sûcên me tevan.
Îro ji qada weşanxaneyê bigire heta hemû warên civakî zimanê kurdî hem nivîskî, hem dîtbarî, bi deng û reng cihê xwe girtiye. Lê tevî vê jî mirov nikare bêje, gihaye wê astê ku kurdî-kurmancî bûye zimanê weşangeriyê û jiyanê. Ev cihê rexneyê ye û divê her ferdekî kurd vê rexneyê li ser xwe bigire.
Ji bo ziman di hemû warê civakê de ji teknîkê bigire heta, jiyanê û fîzîk, kîmya û strontoiyê divê kedekî mezin û xwêdanekî mezin bê dayîn. Bihêlin vê, em dibînin dayik û bav li malê bi zarokên xwe re kurdî naxivin. Ev bi serê xwe trajediyeke bi êş e. Her kes qala ziman û girîngiya ziman dike, lê halê hazir ji bo pêşxistin û fêrbûnê çend kes dikevin nava hewldan û tevgerê. Gelo di nava civaka kurd de çend malbat bi sîstematîk zarokên xwe bi kurdî mezin dike? Çend fêrgehên me yên kurdî di asta perwerdehiyê de hene ku bikare civakê ji vê rizgar bike?
Dîsa bi taybet divê sazî û dezgehên me yên civakê birêve dibin û pêşengtî jê re dikin, çend bi kurdî kar û xebatên xwe dikin? Dezgehên weşanxaneyên kurdî çiqas in? Dema mirov li vê dinêre, tabloya xedar pir vekirî li ber çavan e. Her kes dibêje, lê kes nîne bipêje. Divê êdî ji gotinê em bizanin bipêşin. Roja ziman û rola ziman hew bila 15’ê Gulanê bê bîra me.
Li vir rexneyên xwe arasteyî saziyên me dikim û dîsa taybet dezgehên çapemeniyê dikim; di gelek alî de me pêşketin pêk anîne, lê me nekariye bi awayekî baş zimanê xwe bikar bînin û pêş bixin. Dibe hinek vê rexneyê tûj bigirin dest û weke heqaret jî bigirin, lê mixabin rastiyeke me li holê ye û rastî ji bo me tehl e. Nimûneyek herî asanî; di çalakî û mîtîngên me de çend saziyên me bi kurdî peyam didin. Li kolan û malê çend dayik-bav bi zarokên xwe re kurdî dipeyivin. Erê êrîş hene, ji bo ev ziman tune bibe êrîş hene, lê em jî divê bi qasî wê li ber xwe bidin û pêş ve bibin. Tam berovajî wê em dikin, em jî piştgiriya vê dikin. Li hemû sazî û partiyan Komîsyonên Ziman hatine avakirin, lê tenê di komîsyonê de mane. Gavek din pêş ve neçûne. Baş e ev ziman wê çawa pêş bikeve. Ne ez pê baxivim, ne tu, ne sazî û ne jî weşanxane bi kurdî be çawa wê ziman bibe hebûn?
Çavkaniyên esasî yên weşanên me yên dîtbarî û nivîskî tev tirkî ne. Yên karê ragihandinê dikin baştir wê mebesta min fam bike. Weşangeriya kurdî, bûye weşangeriyeke wergerî ya kurdî. Bi kurdî kar nayê kirin, kar bûye karê wergera kurdî. Eger çend rojnamevan bi kurdî nûçe amade bikin, mala wan ava, nebe ji xwe werger heye. Gelo ma li ser wergerê xebatek kurdî dibe, dibe weşangeriyek kurdî vê pirs dikim. Bi nêrîna min nabe. Ziman wiha jî pêş nakeve û nabe ya xwe bi xwe.
Gihaye wê astê ku em êş, kêfxweşî û heskirinên xwe jî bi zimanê biyanî parve dikin. Zimanê me li me bûye biyanî ye. Di çapemeniya kurdî de weşangeriyeke xwerû kurdî pir kêm e. Dema wiha be, bendewariyek çawa hebe ku kurdî pêş bikeve. Çima ewqas rexne li weşangeriya kurdî dikim, ji ber ku îro em li malên her kesê ne, êş û jan, kêfxweşî û hestên xwe hemû bi kurdî dikarin bigihînin kurdan û bi weşangeriya xwe zimanên xwe pêş bixin û bidin jiyîn. Cîhan tev bi rêya weşanên xwe zimanên xwe pêş dixin û dikin zimanê teknîk, huner û jiyanê.
Divê em jî bikarin êdî vê yekê derbas bikin. Di her warê jiyanê de bikarin bi kurdî bihizirin, binivîsin û biaxivin. Heta em vê nekin, em ê nikarin pêşketinên baş pêş bixin. Hêvî û ricaya min ji hemû kesê ye ku di mijara ziman de êdî cidî nêzîk bibin û bikarin zarokên xwe fêrî ziman bikin. Ziman kilîda civakê ye. Tu fêrî zimanê kîjan civakê bibî, tu fêrî çand û jiyana wê dibî. Deriyê ketina wê civakê ye. Deriyê civaka kurd jî zimanê wê ye û stûna civaka kurd jî zimanê wê ye. Em vê stûnê ra nekin dê hilweşe û di serê me de bê xwar, em ê tev winda bikin.
Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî vê rojê li hemû kedkar û xebatkarên avakarên vê rojê û her kesê ji bo pêşxistina vî zimanî ked didin û têkoşînê dikin, pîroz dikim. Hêvîdar im ku rojek berî rojekê li hemû kuçe û kolanan bi kurdî bihizirin, binivîsin û baxivin…