Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dibistana 400 xwendekar lê dixwînin berbi rûxînê ye

Li bajarokê Kifrî ya ser bi Kelarê dibistana ku nêzî 400 xwendekaran lê dixwinin ji ber ku avahî gelek derz lêbûye û li ser avahiyek kevin a wêranbûyî ve diçe, ber bi rûxinê ye û jiyana xwendekaran di metirsiyê de ye

Dibistana Koleco Zen Abad dikeve Kokis a ser bi bajarokê Kifrî ya Germiyan û ser bi pewerdeya Kelarê ye ku di sala 1970’an de hatiye çêkirin. Niha li dibistanê 400 xwendekar lê dixwînin. Li dibistanê heta dibistana amadeyî lê dixwînin. Yek ji wan dibistanane ku ji ber bêplaniya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu mercên xwendinê tê de nîne û niha ji bo xwendekaran bûye çavkaniya tirsê.

Xwendekarên Dibistana Koleco Zen Abad têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivîn û wiha gotin; “Em naxwazin dibistaneke me ya bi mînak û modern hebe. Daxwaza me tenê ewe ku dibistaneke me hebe, polên me dilop nekin. Polên me baş bin.”

Xwendekaran aşkera kirin ku dibistana wan dişibe baregehekî leşkerî ya wêranbûyî û naşibe cihekî perwerdeyê û zanistê û wiha gotin: “Derz û rizîna dîwarên dibistanê metirsiya rûxîna avahiya dibisanê zêdetir kiriye. Jiyana xwendekaran di metirsiyê de ye.”

Piştî raperîna sala 1991’an a başûrê Kurdistanê heta pêvajoya rûxîna rejîma Baas dibistan navendî leşkerî ya Iraqê bû. Piştî ku careke din bû dibistan çend caran hatiye nûjen kirin, lê ti sûdê xwe nebû.

Rêveberê Dibistana Koleco Zen Abad Neşwan Ehmed aşkera kir ku ji ber wêranbûna avahiya dibistanê îsal di dema baranbarînê de ji ber metirsiya rûxînê dewam nekirin û wiha got: “Me çend caran daxwaz ji Perwerdeya Kelar, Germiyan û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye, lê hate niha pirsgirêka me çareser nekirine. Weke xwe maye.”

Di sala 2013’an de hikûmeta Herêma Kurdistanê temenê dibistekî 18 polî danî. Heta niha karê wê ji sedê 71 temam bûye. Lê, ji ber krîza aborî û şerê DAIŞ’ê projeva avakirina wê rawestiya ye.

Rêveberê Perwerdeya Kelarê Edalet Letîf têkildarî pirsgirêka dibistanê wiha got: “Bi riya îdareya Germiyan û Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Germiyan û Rêveberiya Perwerdeya Kelarê çend caran me daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê kiriye ku pirsgirêk were çareserkirin. Yan proje were temam kirine, yan ji polên demkî bên amadekirin. Lê heta niha daxwazên me bi cih nekirine. ” Rêveberê Perwerdeya Kelarê Edalet Letîf eşkere kir ku wan serdana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî jî kirine. HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar