Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîcle: Em ê di demek nêz de şandeyekê bişînin Tirkiyeyê

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo demdirêj e û wiha axivî: “Bi xebatên dîplomatîk û siyasî pêngav were berfirehkirin. Di demeke nêzîk de şandeyeke ku di nav de parlamenter, hiqûqnas û zanyar di nav de hene serdana Tirkiyeyê bikin û bikevin nav hewldanan. Armanc rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan e.”

Dostên kurdan di 10’ê cotmehê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi awayekî hemwext zêdetirî 100 navendên cuda dan destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên din ên cîhanê çalakî û aktîvîteyên din tên organîzekirin. Bi hezaran girtiyên li 104 girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di 27’ê mijdarê damezrandina salvegera PKK’ê de tev li pêngavê bûn. Pêngava azadiyê her ku diçe berfirehtir dibe.

Berdevkê Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle derbarê xebatên pêngavê de agahî da nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal. Siyasetmedar Hatîp Dîcle diyar kir ku pêngav dê li seranserê cîhanê berdewam bike û wiha got: “Kampanya bi awayekî hevdem li 74 navendan li hin deverên cîhanê li 5-6 parzemînan dest pê kir. Wateya sembolîk a bûyîna li 74 welatan ew e ku temsîla temenê Abdullah Ocalan dike. Dostên gelê kurd, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û sendîkavanan di heman demê de kampanya azadiyê dan destpêkirin. Li cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Ev kampanyayeke demdirêj e. Hedef û armanc rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye.”

Dîcle da zanîn ku xebatên têkildarî kampanyayê bênavber didomin û anî ziman ku di vê çarçoveyê de meş, mitîng, ciwan û konferansên jinan tên kirin. Dîcle, bi lêv kir ku dê bi xebatên dîplomatîk û siyasî pêngav were berfirehkirin û da zanîn ku dê di demekî nêzîk de şandeyeke ku di nav de parlamenter, hiqûqnas û zanyar di nav de hene serdana Tirkiyeyê bikin û bikevin nav hewldanan.

Gelek kesên navdar pêşengiya pêngavê dikin

Di berdewamiya axaftina xwe de Dîcle destnîşan kir ku ew armanc dikin ku paradîgma û parêznameyên Abdullah Ocalan di çarçoveya xebatan de bigihînin her derê û têkildarî xebatên bên meşandin de jî ev tişt anî ziman: “Niha dostên li her welatî xwedî înîsiyatîf in, ev ne pêngaveke ji yek navendê tê birêvebirine. Bi taybetî jî ew fikrên afirîner ên bîyanî pêşkeş dikin û ew bi xwe pêk tînin. Pêşengên kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ pêşengên sendîkayan in ku li Îngilistanê bi milyonan endamên wan hene. Her wiha pêşengên kampanya ji bo berdana Serokwezîrê berê yê Efrîka Başûr Nelson Mandela bûn. Tîmeke ku di gerdûnê de tê nasîn. Em weke gelê kurd, hevrêyên Abdullah Ocalan û dostên gelê kurd wan dişopînin.”

Dîcle, bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bal kişand ku 33 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Dîcle, axaftina xwe wiha bi domand: “Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan de tu agahiya me nîne. Derbarê jiyan û ewlehiya wî hwd. de tu agahî nayên dayîn. Parêzer zextê li CPT’yê bikin jî tu encam nagire. Ev sûcekî mirovahiyê yê mezin e.”

Eleqeyeke mezin tê nîşandan

Li ser tecrîda ku hiqûqa herêmî û navneteweyî tê binpêkirin de Dîcle destnîşan kir ku mafê tu girtiyan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re nikare bê astengkirin. Dîcle, bi bîr xist ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) piştî ku serdana girtîgehan kir rapora têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ne weşand û wiha pê de çû: “CPT’yê destûr nedayîna Tirkiyeyê weke hincet nîşan da. Desteyên weke Konseya Ewropa û CPT tehamulî Tirkiyeyê dikin û çavê xwe ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî re digirin. Qedexeyên hevdîtin û dîsiplînê yên Tirkiyeyê bi temamî bêbinî ne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de wiha dibêje ‘nabe ku mirovek zêdetirî 25 salan ji azadiya xwe bêpar bimîne’. Îsal 25’emîn sala Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê sedema li seranserê cîhanê eleqeyek nîşanî kampanyayê bê kirin, pêkanîna bêhiqûqiyê ya bi awayekî zelal e.”

Tirkiye wê nikaribe vê tecrîdê bidomîne

Dîcle bal kişand ser rola welatên rojavayê cîhanê ya di kûrkirina polîtîkayên tecrîdê de û wiha lê zêde kir: “Welatên rojavayê cîhanê li dijî komploya navnetewî bêdeng man û heta di nava wê de cih girtin. Îro jî li dijî polîtîkayên tecrîdê nakevin dewrê û dibin hevkarên sûc. Gotina ‘Tirkiye tenê ji bo min gardiyantiyê dike’ ya Abdullah Ocalan a li ser komployê, vê rastiyê nîşan dide. Heke Parlamentoya Ewropayê yan jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bibêje, ‘Em ê Tirkiyeyê derxînin’, Tirkiye wê nikaribe vê tecrîdê bidomîne. Mînak Îngilistanê di komployê de roleke gelekî girîng lîst, lê niha rewşenbîr û sendîkavanên Brîtanyayê di pozîsyona meşandina kampanya azadiyê de ne. Civaka Ewropayê vê komployê ji bo wan weke cihê xemgînî û şermeke mezin dibîne.”

Dîcle anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan din ava hev de ne û got: “Bêyî Ocalan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.” Dîcle, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê li ser çareseriya pirsgirêka kurd, di heman demê de li ser çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn xwedî têzên xurt e û wiha lê zêde kir: “Mifteya aştiyê ya li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Ocalan di nava hev de ne.”

Dîcle destnîşan kir ku paradigmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan a li dijî feraseta hişk a netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn ji bo gelan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema ku Şoreşa Rojava li cîhanê ewqas bal kişandiye ew e ku xwedî feraseta Neteweya Demokratîk e. Sed sal in li Rojhilata Navîn bi feraseta netewe dewletê tê tevgerandin lê şer û pevçûn qet kêm nabin. Di Neteweya Demokratîk de cudatî weke dewlemendî tên qebûlkirin. Li Rojava kurd, ereb, ermen, suryan, turkmen, çerkez hemû weke xwişk û birayan dijîn. Herkes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibîne, di mitîngan de dengên cuda bilind dibin. Anku şûna netew dewletê bêyî xweseriya demokratîk li Rojhilata Navîn xwîn û hêsirên çavan naqedin.”

‘Divê hemû beş ji bo azadiya Ocalan rabin ser piyan’

Dîcle da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de ji aliyê bi hezaran girtiyan ve hate destpêkirin, parçeyek ji “Pêngava Azadiyê ye” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku dewleta tirk vê carê hesasiyeteke pêwîst nîşan bide. Divê hemû beş ji bo azadiya Ocalan rabin ser piyan. Divê hemû gelê me fêm bike ku bi çalakiyê çi dixwaze û bêyî ku paşguh bike vê yekê bi cih bîne. Ez bawerim ku gelê me wê heta dawiyê piştgiriyê bide vê kampanyayê. Em bi hev re dikarin serbikevin. Em dikarin Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin. Ez ji dil di wê baweriyê de me ku ev yek wê tevkariyeke mezin li çareseriya pirsgirêka kurd û têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar