Endamên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hêzên rejîma Baasê êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Merşo ya bajarê Hesekê kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva gulebaranê dan. Di encamê de şer derket û 3 endamên Dîfaa Wetenî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku şahidekî Hesekê hêzên ewlehiya leşkerî û Dîfaa Wetenî sivîl neçar kirine ku li dijî Rêveberiya Xweser tev li meşe bibin, tundî bikar anîne û gotinên ne xweş li sivîlan kirine û wiha got: “Ez û xwişka xwe qebûl nekir ku beşdarî xwepêşandanê bibin, lê tevî ku sivîl hebûn endamên Dîfaa Wetenî û hêzên ewlehiya leşkerî yên girêdayî hikûmeta Şamê bê ser û ber û bi çekên giran wekî doçka û BKC gule li benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a nêzî çerxerêya Merşo reşandin.”
Şahid destnîşan kir ku milîsên Dîfaa Wetenî nehiştine ku sivîl ji sêkoşeya ewlehiyê derkevin da ku wan ji bo parastina xwe wekî mertal bi kar bînin û diyar kir ku milîsên Dîfaa Wetenî plan dikin ku êrişeke din li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk bînin û sekvanên xwe li ser baniyan belav kirin. HESEKÊ