Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dijberiya kurd êdî wek berê neserkeftî ye

Li gorî dewletên siyaseta dagirkeriyê li ser kurdan dimeşînin, kurd nikarin li ser navê xwe biaxivin, siyaset bikin, dîplomasiyê hîç nikarin bikin. Cara yekemîn xuya bû ku kurd dikarin li ser navê xwe û bi nasnameya xwe ya azad dikarin biaxivin, siyaset bikin û bi taybet dîplomasî bikin û herî girîng dikarin di vê de serkeftî bin.

Rojava yan jî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo kurd vê bikin, bingehek xurt da avakirin. Xweseriya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ne tenê ji bo kurdan, ji bo pêkhateyên ereb û suryan ên li herêmê dijîn jî bû derfetek mezin ku bi nasnameya xwe siyasetê bikin.

Siyasetmedarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê piştî biryara serokê Amerîkayê Trump got ku ‘Em ê hêzên xwe di demek kurt de ji Sûriyeyê vekişînin’ dîplomasiyekî piralî meşandin. Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed demek li Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê bû. Pişt re li Fransa û Brîtanyayê hevdîtinan kir.  Li ser lingan be jî, bi serokê Amerîkayê Trump re hevdîtinek kir. Dîsa bi rayadarên wezareta karê derve û rayadarên Pentagonê re hevdîtinan pêk anî. Di wan hevdîtinan de cara yekemîn kurdên azad li ser zarê xwe bi cîhanê re ketin nava danûstendinan.

Beriya niha jî min dabû xuya kirin ku kurdên azad nikaribûn dengê xwe bigihînin cîhanê. Ger dengê xwe bilind bikirana jî li dîwarê berjewendiyan diket û li wan vedigeriya. Lê têkoşîna gelê kurd a li dijî terorê ku ji 2012’yan heta niha bênavber didome û bi taybet têkoşîna gelê kurd a li dijî terora DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê, ev dîwarên berjewendiyan kêm be jî xira kir. Lê li beramberî ev hewldanê bi temamî hilweşandina dîwarê li hemberî kurdên azad hatiye çêkirin, dewleta tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê naxwazin mafê kurdan ên rewa bidin û bi taybet partiyên siyaseta xwe kurd ji bo berjewendiyê xwe yên siyasî û malbatî bikar tînin, dixwazin ji nûve çekin. Hem dewleta tirk a dagirker hem jî partiyên doza kurd ji bo berjewendiyên xwe yê siyasî û malbatî bikar dianîn, êdî wek berê neserkeftî ne.

Dîplomasiya kurd, di warê fikrî de jî bingehek xurt dide çêkirin. Piştî hevdîtinên xwe yên li Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê Îlham Ehmed gera xwe ya danûstendinan li Frans û herî dawî li Brîtanyayê domand. Li Brîtanyayê li Kamera Lordan gelek hevdîtinan kir. Di wan hevdîtinan de aliyê balkêş cara yekemîn ji bo fikren Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya krîza cîhanî û bi taybet Rojhilata Navîn dest bi amadekariya avakirina Weqfa Ocalan hate kirin. Ev gavekî pir girîng bû. Li Kamera Lordan a Birîntanyayê de, di konferansa bi navê ‘Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan’ de mijarên Konfederalîzma Demokratîk, krîza netewe-dewletiyê ya li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, dijberiya dewleta tirk a li kurdên Tirkiye û Sûriyeyê û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatibû gotûbêjkirin.

Ne tenê di warê siyasî de, di warê fikrî de jî kurdên azad bi dîplomasiya xwe rastiyan bi xwe ji cîhanê re vedibêjin. Ji ber heta niha dewletên dagirker û hîn partiyên kurd, kurdên azad wek ‘teror’ dabûn nasadin û gelek hêz jî wiha didîtin û hîn jî hinek hêz wiha dibînin. Ji bo kurd bi temamî ev siyasetê bişikîne divê xebatên xwe yên dîplomatîk piralî kûrtir bikin.

Ger em werin ser serkeftina dawîn a dîplomasiya kurd. Daxuyaniya Amerîkayê ya dibêje ‘em ê ji bo aştiya herêmê 400 leşkerê xwe li Sûriyeyê bihêlin’ û dixwazin bi dewletên di nava koalîsyonê de ne  ‘herêmeke ewle’ ava bikin. Ev guhertina siyaseta Amerîkayê ya ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê serkeftinek mezin ên dîplomasiya kurd û dostê wan in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar