KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Dijmin û xayîn wê li dijî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk biçin’

Welatiyên Kerkûkê bal kişandin ser êrîşên dijminên kurdan û xayînên navxweyî û wiha gotin: “Êrîş, bombebaran û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û xayînên weke PDK’ê ên li ser gelê kurd, mehkûmê têkçûyînê ye.”

Êrîş û bombebaranên dewleta tirk a dagirker tu sînorên yasayî, hewayî û bejahî nemane derbaz nekirî ku di encama van êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe ji destdane û birîndarbûne. Her wiha encama bombebaranan de bi hezaran donim daristan şewitîne. Li dijî vê yekê her ku diçe nerazîbûn û hêrsa welatiyan zêdetir dibe. Welatiyên parêzgeha Kerkûkê di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.

 ‘Di dîroka kevnar û îroyî de dijminên kurdan hertim hewl dane ku wan tune bikin’

Fatîh Mîrza qala êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk a dagirker kir û wiha got: “Di dîroka kevnar û îroyî de, dijminên kurdan hertim hewl dane ku gelê me tune bikin û zirarê bidin wan, bi taybetî jî rejîma tirk. Raste nikare gelê kurd tune bike, lê hewla lewazkirina wan dide. Weke guriyan bi hevakariya xiyanetekarên navxweyî plana êrîşkirina li ser gundên Kurdistanê yên li herêma Biradostê dike.”

‘Sed salên din jî şerê kurdan bikin, wê têkbiçin’

Fatîh Mîrza di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dijminên kurdan hertim têkçûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dewleta tirk hewl dide ku Kurdistana me xirab bike, lê başe şoreşgerên kurd, gerîlla û pêşmergeyên resen li dijî wan şer dikin. Tirkiye û hemû dijminên gelê me hertim têkçûne. Gelê kurd gelekî kevnare, dibe ku karîbe zerar û ziyanê bigihîne kurdan, lê nekariye ji xaka wan derbixîne. Pêwîste her kurdekê vê rastiyê bizane û dijminê xwe nas bike. Sed salên din jî şerê kurdan bikin, wê têkbiçin.”

‘Parastina Kurdistan û serweriya Iraqê erkê herkesî ye’

Welatiyê din ê ji Kerkûkê Mihemed Celîl balkişand li ser binpêkirina serweriya Iraqê de axivî û wiha pê de çû: “Parastina serweriya Iraqê erkê herkesê, dezgehê emnî, erkê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdare ku van êrîşan rawestînin. Bi taybet divê Wezîrê Karên Derve li ser vê yekê bixebite, her hincetek divê bi rêya siyasî were çareserkirin.”

Mihemed Celîl di dawiya axaftina xwe de destnişan kir ku gelek welat serweriya xaka Iraqê binpê dikin ku ji vê yekê gelek bi fikarin, ji ber ku tevahiya Kurdistanê ji vê yekê zerarê dibîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar