Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Dijmin wê tu carî ji tecrîd û komployê encamê nestîne’

Yek ji fermandarên HPG'ê Rojhilat jî diyar kir ku komplogerên navneteweyî ji bo tunekirin û tasfiyekirinê jî demek dane lê hesabên wan li hev derneketiye.

Yek ji fermandarên HPG’ê Berxwedan Rojhilat  diyar kir dema hêzên navneteweyî bi komployê negihiştin encamê, serî li metoda tecrîdê dane û got “Dijmin wê ji tecrîdê jî tu encamê nestîne.”

Yek ji fermandarên HPG’ê Berxwedan Rojhilat bi wesîleya 24’emîn salvegera 15’ê Sibata 1999’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hate kirin, ji ANF’ê re axivî û diyar kir gerîla û gel giraniya komployê dijîn.

Yek ji fermandarên HPG’ê Berxwedan Rojhilat got:“Li Rojhilata Navîn cara yekemîn serokekî  zana yê wekî Rêber Apo derket holê. Vê yekê tirsek mezin xist nav dilê hêzên desthilatdar. Ji ber vê jî komploya navneteweyî xistin meriyetê. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Rêber Apo domiya.

Di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê kurd tune bikin. Dem jî dan, lê hesabên wan li hev derneket, ji ber ku PKK tevgereke îdeolojîk e û îdeolojiya wê li ser bingehên saxlem hatiye avakirin. Rêber Apo lîstik û senaryoyên hatine nivîsandin pûç kir. PKK ji her demê zêdetir bi pêş ket, soza tolhildana dîrokî ya bi Rêber Apo re xurt kir. Îro Tevgera Azadiyê ji her demê bêhtir zindî, xurttir e û hêrsa wê zêdetir e.

Bi tecrîdê wê nikaribin encamê bi dest bixin

Dema ku hêzên navneteweyî bi komployê nekarîn encamê bi dest bixin, vê carê serî li rê û rêbazên din dan. Tecrîd jî yek ji van rêbazan e. Li ser Rêber Apo tecrîdek pir giran heye. Dijmin wê ti carî ji tecrîd û komployê encamê nestîne. Çiqas êrîş bikin jî serkeftin wê ya me be. Em bi xwe bawer in, bi gelê xwe bawer in, bi îdeolojiya Rêber Apo bawer in. Em ê bi vê bawerî û îdeolojiyê li ser xwe bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar