Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dijminantiya AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî

Şaredariya Artûklû ya di bin rêveberiya AKP'ê de, tîpên X, W û Q ên zimanê kurdî yên di navê gundan de hebûn jê birin û li şûna wan tîpên tirkî nivîsandin

Şaredariya navçeya Artûklû ya Mêrdînê ya dibin rêveberiya AKP’ê de, lewheyên gundên girêdayî navçeyê guhertin. Şaredariya AKP’î, tîpên X, W û Q ên zimanê kurdî yên di navê gundan de hebûn, jê birin û li şûna wan tîpên tirkî nivîsandin. Şaredariyê li şûna Q tîpa K, li şûna X tîpa H û li W jî, tîpa V nivîsandin.

Şaredariya Artûklû, derbarê guhertina lewheyan de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: ” Montaşa lewheyên ber û dûrahiyê dewam dikin.”

Ev parvekirina şaredariyê di demek kurt de rastî bertekan hat û hat dîtin ku gelek navên gundan ên kurdî şaş hatine nivîsandin û ji bo sererast kirinê bang hat kirin.

Endamê Meclisa HDP’ê ya Şaredariya Artûklû Mehmet Alî Amak, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ji bo sererastkirina vê şaşiyê, em ê pêgavên pêwîst bavêjin. Roja suşemê civîna meclisa me ye. Em ê vê mijarê bibin rojeva meclisa xwe. Divê ev şaşî tavilê bê sererastkirin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar