Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dijminatiya PDK’ê ya li kurdan û mirina Adogît

Metîn Adogît ku ji ber cezayên giran ên li Tirkiyeyê çû başûrê Kurdistanê û ji aliyê PDK'ê ve hat girtin, li girtîgeha PDK'ê şehîd bû. Siyasetmedarên kurd qala zilma PDK'ê kirin

Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê kurd Metîn Adogît ku ji ber cezayê giran ê girtîgehê li Tirkiyeyê lê hat birîn û derbasî başûrê Kurdistanê bû, beriya du mehan ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat girtin û ew xistin zindanê. Metîn Adogît li girtîgeha Hewlêrê şehîd bû. Xizmên Adogît li ser mijarê agahî dan û diyar kirin ku PDK’ê li dijî siyasetmedarên ji bakurê Kurdistanê hatine, dest bi êrîşan kiriye.

Metîn Adogît ku hevserokê berê yê BDP’ê yê navçeya Çaldiranê ya Wanê bû, sala 2011’an di operasyonên qirkirina siyasî ya ‘KCK’ê de hatibû girtin. Piştî ku 2 salan li Girtîgeha Wanê girtî man, sala 2013’an hat berdan, lê cezayekî giran ê girtîgehê lê hat birîn. Adogît ji ber vê yekê tevî malbata xwe koçî Kampa Penaber a Mexmûrê kir.

Ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat girtin

Siyasetmedarê kurd Adogît ku ji ber ambargoya PDK’ê ya li ser Kampa Mexmûrê li Silêmaniyeyê dixebitî û zarokên xwe xwedî dikir, piştre derbasî Hewlêrê bû û li wir dest bi kar kir. Adogît hewl dida bixebite û li zarokên xwe yên li Mexmûrê binêre. Ji bo vê jî xwest tevî hevalekî xwe malekê kirê bike lewma çû serî li Asayîşa PDK’ê da. Lê belê di dema serlêdanê de hat binçavkirin. Tevî ku ji wan re got, beriya niha carekê krîza dil derbas kiriye û nexweşê şekir e, asayîşa PDK’ê ew girt û şand girtîgehê. Hevalê wî yê malê diçe dermanên wî tîne lê belê nexweşê dil Adogît divê van dermanan bi rêk û pêk bi kar bîne lê dermên nadin wî.

Dermanê dil nedan wî

Adogît ji 7’ê mijdarê ve li Girtîgeha Hewlêrê dihat hiştin. Tenê carekê jî nehiştin ku malbata xwe bibîne. Asayîşa PDK’ê di 12’yê çileya 2021’î de li malbata wî geriya û ji wan re ragihand ku miriye. Nayê zanîn ku siyasetmedarê kurd Metîn Adogît hatiye kuştin an na.

Siyasetmedarên kurd ên ku mîna Adogît neçar man derbasî başûrê Kurdistanê bibin, qala zext û zordariya PDK’ê kirin.

Siyasetmedaran diyar kirin ku ew ji dozên siyasî hatine Başûr û wiha gotin: “Ji ber ku ev der Kurdistan e me ev der tercîh kir. Lê belê piştî mirov tê vê derê û dibîne, hingî rewş diguhere. Me firsend nedît ku ji vir derkevin. Mirov lê asê dimînin. Bawer bikin, ev der ji her alî ve ne kêmî Tirkiyeyê ye. Ji hin aliyan ve dişibe salên 1980’î yên Tirkiyeyê. Mirovên ji Bakur tên, HDP-DBP’î be yan na, ferq nake. Bi hêrs û hiqûqa dijminatiyê nêzî mirovên siyasî dibin. Bêguman ev nêzîkatî ne ji aliyê gel ve tê kirin, ji aliyê PDK û asayîşê ve tê kirin.”

Gefxwarinên PDK’ê

Siyasetmedaran destnîşan kir ku PDK tim gefa şandina Tirkiyeyê li wan dixwe û bal kişandin ser rewşa Mexmûrê: “Rewşa Mexmûrê sal û nîveke tê zanîn. Bi tena serê xwe cihê şerma neteweyî ye. Afirînerê vê şermê jî PDK. Gelo li ku hatiye dîtin ku wargeheke 15 hezar mirov lê ne bi her awayî hatiye tecrîdkirin. Bi vî rengî dibin sedema mirovên nexweş. PDK vê yekê dike. Ev yek hovîtî ye. Jinên ducanî ji ber ku asayîşa PDK’ê wan ji nexweşxaneyê vegerandin tevî pitika xwe mirin. Mirov bêkar in, zarok birçî tên hiştin. Di nava du mehan de nêzî 50 ji şêniyên Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. Tevî girtiyên DAIŞ’î bi 30-40 kesî li odeyên ji 20 metreçargoşeyî tên hiştin.”

Her wiha siyasetmedaran dan zanîn ku ev trajedî yan jî hovîtî tenê di Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de dibû û axaftina xwe wiha bi dawî kirin: “Lê belê PDK vê yekê li kurdên ji Bakur û Mexmûrê dike. Wefata Metîn Adogît tenê vê yekê teşhîr dike. Cihekî ku em bûyerên di nava du salên dawî de li vir diqewimin vebêjin, nîne. Jixwe bi rengekî aşkera dibêjin ku wê teslîmî Tirkiyeyê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar