Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

 Dijminê sondxwarî dev ji planên xwe yên qirkirinê bernedaye

Şêniyên Kobanê êrişên dewleta tirk ya dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Di demekê de ku Sûriye û cîhan bi çareserkirina bandorên erdjehê ve mijul in, dewleta tirk ji bejahî û hewayî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

Tevî felaketa erdhejê, êrîşên dewleta tirk ya dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Yekşema borî dewleta tirk ya dagirker bi balafirek bê mirov a biçek li Kobanê erebeyek kir hedef. Di encamê de welatiyek şehîd bû.

Welatiyê bi navê Necîb Besrawî anî ziman ku kiryarên dewleta tirk ya dagireker ne exlaqîne û got: “Eger em hinekî ji aliyê mirovî bifikirin ve em ê bibînin ku xema rayederên tirk berjewendiyên wan in. Rayedarên tirk alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê pêşkêş dikin, red dikin û li aliyekî din welatiyên herêmê topbaran dike, her wiha aloziya mirovî ya ji herêmê ya ji ber erdhejê çêbûye paşguh dikin.”

Necîb Besrawî bi bîr xist ku herêm di tevahî di aloziyeke mirovî ya dijwar re derbas dibe, lê tevî vê yekê dewleta tirk ya dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî şêniyên herêmê didomîne. El Besrawî got: “Ji destê dewleta tirk were wê hewa li ser me qut bike.”

Welatiya bi navê Cîhan Mistefa jî diyar kir ku ji destpêka şoreşê ve dewleta tirk ya dagirker rehet nesekinî ye û wiha domand: “Dewleta tirk bi hemû rêbazan hewil dide me qir bike. Di dema dawî de dest bi êrîşên bi balafirên bê mirovî li dijî me kir. Ev yek binkeftina armancên wê nîşan dide.”

Cîhan Mistefa îşaret pê kir ku dewleta tirk alîkariyên mirovî polîtîze dike û ev tişt anî ziman: “Piştî ku alîkariyên mirovî yên ku Rêberiya Xweser ji bo herêmên Sûriyeyê yên wêrankirî şandine, red kir, rûyê rast ê dewleta tirk ya dagirker aşkere bû û maska li ser rûyê rayedarên tirk ket xwarê.”

Welatiya bi navê Lutfiye Silêman  got: “Yên ku bi rêbazên ne exlaqî nêzî alîkariyên mirovî dibin, dewleta faşîst û rayedarên tirk in. Rayderên tirk piştî ku derbaskirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên ku dagirkirine red kirin, siyaseta wan ji tevahî cîhanê re aşkere bû.”

Lutfiye Silêman anî ziman ku dewleta tirk dev ji planên xwe yên qirkirinê bernedaye û wiha pê de çû: “Tevî mercên zehmet û qêrîna ku ji binê kavilan derdikeve, dewleta tirk ya dagirker dev ji planên xwe yên qirkirinê yên li dijî şêniyên herêmê bernedaye û careke din welatiyan bi balafiran dikin hedef. Tevî vê yekê me dev ji mirovatiya xwe bernedaye û em destekê didin hemû hewcedaran.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar