Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dijminê sondxwarî yê kurdan; R.T. Erdogan

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li nava gel tê gotin; filan kes xwîna wî ketiye çavên wî, filan kes bi agir dilîze û hwd.

Mirov bala xwe dide R. Erdogan jî, heman taybetmendiyên xerab hemû li ser wî diyar dikin û heta yên hatiye gotin kêm in, ji bo wî. Taybetmendiyên wî yên xerab hîn gelek zêdetir in.

Weke mirovekî ku bi sê telaqên bê fitû û bi qurana kerîm sond xwaribe, dibêje “kurdekî baş li ku hebe, ez qebûl nakim, ez ê bikujim”!

Li Bakur ewqas kuştin, şewitandin, xerabkirin, wêrankirin û talankirin, li Başûr ewqas bombebarankirin û kuştin û şewitandin, li Rojava jî; li Efrînê û pir cihên din heman zilm û wahşet kir û hîn jî dike, çavên wî jê têr nebûye. Vê gavê êdî êrîşî gundên ser sînor ên Rojava dike û dibêje ez ê li rojhilatê Firatê jî bixim û li filan cihî, bêvan cihî jî bidim.

Weke ku gel dibêje; xwîna wî ketiye çavê wî, dîn bûye, har bûye, aqil ji serî firyaye, bi tenê kuştina mirovan, bi taybetî jî ya gelê kurd di mejiyê wî de cih girtiye. Na wele ne bi tenê mirov, êdî bûye dijminê xwezayê jî; hema hema dar û rûbar li Dêrsimê nehişt, hemû şewitand, her wiha agir berdide hemû xwezaya Kurdistanê. Şeple bi vî kesî ketiye, belqitiye, Hîtler mîtler derbas kiriye. Lê ew ê jî di vî agirî de bişewite!

Edî ne bi tenê ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê re, belê ji raya giştî ya cîhanê re jî aşkera aşkera derewan dike û bê eyb û şerm dibêjê “ez aştîxaz im”.

Li civînên Soçî û Stenbolê, ji bo Idlibê, dibêje ez çareseriya siyasî û aştiyê dixwazim. Û di heman rojê de gundên Kobanê û Girê Spî bombebaran dike û insanan dikuje. Hinceta wî jî ev e; ji wan gundan xwedêgiravî “terorîstan” top avêtiye qereqolên wan. Ev hincet, wê gotina Hakan Fîdan ê serokê MÎT’a wî tîne bîra mirovan; gotibû, ger sedem lazim be, em ê derbasî Rojava bibin, çend topan ji wir bavêjin aliyê Tirkiyeyê û em ê bêjin “terorîstan top avêtiye me, me jî bersiva wan da ye”!

Bêguman R.T. Erdogan, her çendîn mejiyê xwe xwaribe jî, em nas dikin, ne ewqas xwedî curet e ku êrîşî her deverê bike û ewqas qebedayîtiyê bike.

Jixwe bêyî îcaza her du dewletên mezin nikare tevbigere, niha bi civîna Stenbolê re, kêm be jî icaza Merkel û Macron jî stand û bi taybetî li gel projeya Pûtîn û Rûhanî dimeşe.

Ka îcar gelo ev proje, ew ê karibe wî ji problemên wî yên navxweyî rizgar bike û bi ser bixe an na?

Hilbet ev siyaseta ewqas xwedî plan û projeyên wisa qirker, xerabkar û dijî mirovatiyê were meşandin, her alî zirar û ziyana mezin jê dibîne.

Dibe ku çend dewletên giragir jê sûd werbigirin, lê ji bilî wan hemû dewlet û hêz zirarê jê dibînin. Belê mirov vîya jî baş zane ku yê herî zerara mezintir bibîne, dewletên piyon ên weke Tirkiyeyê ne. Her wiha bi zirarê tenê namîne, serkar û serkkomarên wek Receb jî dişikên û dikevin sergoyê zibil ê dîrokê. Bi qasî ku em dîrokê dizanin, faşîstên selefê wî yên weke Musolînî, Franko, Hîtler, Seddam û hwd. çûn sergoyê dîrokê. Bêguman aqûbeta wî û hevalên wî jî dê heman aqûbet be.

Hevalbendên wî, sergirdên me yên kurd jî, ger naxwazin bidin ser heman şopê û bişkên, bila ji niha ve, zû ne dereng, lingên xwe û destên xwe ji yê wî bikişînin, werin nava platforma xwe ya neteweyî ya demokratîk a KNK’ê!

Bijî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê

Ya Cîhanê!

Nûçeyên Têkildar