Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dijşoreşa ku Kurdistanê dixe nav lepên qirrkirinê

Hikûmeta ku malbat û eşîra xwe bike serok û serokwezîr, cih ji kesên din re nehêle, ew ne demokratîk e, ev rêya ku diçe dîktatoriyê ye. Hikûmeta ku perwerdeya civaka xwe radestî dagirkeran kiribe, di dibistanan de marşên tirkî û Ingilîzî werin xwendin, ew nabe hikûmeteke demokratîk û ew ê ya heyî jî ji dest bide. Hikûmeta ku muxalefetê tune dike û ji holê radike, wê temenê xwe kurt bike

Nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe de polîtîkayên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê rexne kir û diyar kir ku hikûmeta bûye dij şoreş û xwe, civaka xwe û tevahiya Kurdistanê dixe nav lepên qirrkirinê. Tevahiya nivîsa Ewrîn wiha ye;

“Li başûrê Kurdistanê li gel ku nêzî 23 salan e hikûmeteke kurd heye, encama îro heger em binirxînin di pozisyoneke dijberî yekitiya kurd û berjewendiya gelê kurd de ye. Gelê başûrê welêt berdêlên mezin dan, Enfal bi serê wan de hat, li dijî zilm û siyaseta qirrkirinê ya rejîma Baasê li ber xwe da û îro dîsa encama derketiye holê, xwe li keda gel kerr û kor dike, bêguman kîn û hêrsa gel jî ji vê yekê ye. Çima başûrê Kurdistanê tevî van berdêlan jî îro ketiye halekî ku zaroka xwe dixwe, sedem û çavkaniya vê çi ye gelo? Heger em behsa vê yekê bikin, têra xwe mijareke dûr û dirêj e. Lê hinek xalên sereke hene ku divê werin bibîrxistin ji bo xetayên heyî careke din dubare nebin.

Têkoşîna gel a li beramberî dagirkeriyê tenê di çarçoveya têkoşîna bi rejîma Baasê re bi sînor ma. Di wextekê de gelek tevgerên kurd ji ber şert û mercên Başûr, li ser vî zemînî mezin bûn û bi pêş ketin. Bi gotineke din, başûrê Kurdistanê mazovaniya gelek tevgerên din ên kurd kir. Lê belê hem helwestên dewletên dagirker ku parçe dike, hem jî hişmendiya teng a hinek partiyên siyasî yên Başûr hişt ku tevgerên li Başûr di halê xwe de bimînin, ji sînorê Başûr wêdetir neçe, teng bimîne û bi vî awayî parçe bibe. Ev nêzîkatiya neteweperest a teng bû sedem ku ne tenê tevgerên kurd di asta Başûr de asê bimînin, daket tevgereke malbatî ku xwe li nedîtine berjewendiyên neteweyî datîne û tenê ji bo parastina eşîr û malbata xwe kete nava hewldanan. Her wiha ev nêzîkatî bû sedem ku partiyên din ên ku li başûrê Kurdistanê ji bo parçeyên din têkoşîna azadiyê dikirin jî bi demê re werin helandin û marjînal bibin. Bi vî awayî başûrê Kurdistanê bû bestera kuştin û tunekirina her cure tevgerên azadîxwaziyê yên ji bo doza tevahiya Kurdistanê. Li ser vî bingehî, 23 salan hikûmet li Başûr ava bû û heta îro hat.

Hikûmet ava nabe, her ku diçe qeranên siyasî, aborî û herî girîng a civakî zêde dibin. Heger hikûmetek li ser bingehên me li jor behsa wan kir ava bibe, wê demê wê her tim di nava qeyranê de be. Têkoşîna gelê Başûr ji bo ku îro Netewe Dewleteke biçûk ava bike û li nirxên xwe xiyanetê bike, bi vî awayî tê hebakirin û li ber bayê diçe. Netewe Dewlet di cewherê xwe de li ser bingehê xwarina keda gelan û serweriyeke mutleq ava dibe. Ha îca, ev dewlet navê wê kurdî be, her çi dibe bila bibe, di encamê de heman hişmendiyê di nava xwe de dihewîne.

Başûrê Kurdistanê di warê aborî û dewlemendiyên jêr erd û bin erd de gelekî xenî ye. Çandeke wê ya têkoşîn û berxwedanê heye. Di warê çandî de jixwe meydana huner û wêjeyê ye, îlham daye parçeyên din jî bêguman. Lê heger îro li ber hewaya modernîteyê ketiye, nirxên çandî, hunerî û civakî binpê dike, wê demê di pergala rêveberiyê de pirsgirêk heye. Di nava ewçend dewlemendiyan de başûrê Kurdistanê feqîr û hejar maye. Ez behsa hejariya di warê aborî de nakim û qet wisa jî nîne. Erda Başûr, ava wê û xwezaya wê dikare tevahiya Kurdistanê xwedî bike. Lê başûrê Kurdistanê di warê hişmendî û feraseta demokratîk, siyaseta demokratîk de gelekî lawaz e. Heta, xwe ji hişmendiya netewe dewlet a di qalibê demokrasiyeke derewîn de ku bi darê zorê dixwaze xwe serwer bike, rizgar neke, nikare tu gavekê jî bavêje. Berovajî çarenûs wê heman çarenûs be ku îro netewe dewletên li herêmê li pey hev tê serê wan. Li şûna kûrkirina hestên neteweperestiyê, divê civaka başûrê Kurdistanê di aliyê siyaseta demokratîk û di çarçoveya hişmendiya Neteweya Demokratîk de werin perwerdekirin. Lê mixabin, em dibînin di bin navê bipêşketinê de, li derveyî fêrkirina çanda xwemalî û demokratîk ku cewherê civakê îfade dike, dibistanên li Başûrê welêt bûne meydana marjînalkirin û bêwatekirina nirxên civaka Kurdistanê. Ji ber nebûna demokrasiya rasteqîn her kes mafê xwe dibîne di her alî de desketiyên kurdan di nava pencên xwe de bigire û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ferdên ne demokrat nikarin civaka xwe jî ava bikin, wê her çavê wan li derve be, xwe înkar bikin û ji welatê xwe birevin û dîroka xwe daynin aliyekî. Ev trajediya ku hikûmet û bi taybet her du partiyên Başûr bi serê gel anîne, ji ber hişmendiya wan a dewletparêz e, û tenê gel dikare dawî li vê rewşê bîne. Hikûmeta ku malbat û eşîra xwe bike serok û serokwezîr, cih ji kesên din re nehêle, ew ne demokratîk e, ev rêya ku diçe dîktatoriyê ye. Hikûmeta ku perwerdeya civaka xwe radestî dagirkeran kiribe, di dibistanan de marşên tirkî û Ingilîzî werin xwendin, ew nabe hikûmeteke demokratîk û ew ê ya heyî jî ji dest bide. Hikûmeta ku muxalefetê tune dike û ji holê radike, wê temenê xwe kurt bike û nîşaneyên vê jî îro piştî 23 salan baştir derdikevin pêş. Hikûmeta bûye dij şoreş û xwe, civaka xwe û tevahiya Kurdistanê dixe nav lepên qirrkirinê, îro li ser hukm e. Heta siyaset û muxalefeteke demokratîk bi pêş nekeve, ev rewş wê her ku biçe bigihîje pêvajoyên bêhtir bi xeter li dijî desketiyên kurdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar