Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê weke hedefên sereke didin pêşiya hucreya sîxûran. Ev her du êrîş jî ne bi balafirên bêmirov ên bi çek, lê bi 4 mayînan têne kirin. Di berdêla van êrîşan de tora sîxûriyê ji MÎT’ê 50 hezar dolar digire.

Li Şengalê, piştî ku bi destê Ehmed Nesredîn Qasim hucreyek sîxûriyê ji Seed Casim Mirad û Selah Berces tê rêxistinkirin û tespîta gelek cih û kesan tê kirin, MÎT û PDK’ê êdî plansaziyên êrîşê didin ber vê torê. Plansaziya êrîşan li ser 2 armancan tê amadekirin. Ya yekemîn, şehîdxistina pêşengên civaka êzidî, ya duyemîn jî bi mayînan teqandina meclîsên gel. Li ser vê esasê ji dawiya sala 2021’an heya havîna 2022’yan çend êrîşên giran bi destê vê torê tê kirin.

Yê ku tevî MÎT û Parastinê hedefan tespît dike, di navbera MÎT û PDK’ê de weke pireke bi rola xwe radibe û fermana êrîşan dide Seed û Selah, Ehmed Nesreddîn e. Hedefên destpêkê ku Ehmed Nesreddîn dide ber sîxuran, şehîdxistina Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê ye. Ev her du êrîş jî di dawiya sala 2021’an de têne kirin.

Hedefa yekemîn a şebekeyê Dijwar Feqîr e

Hedefa yekemîn a vê tora sîxûriyê, Dijwar Feqîr e ku li ser rojane kar dikin. Di rastiyê de Ehmed Nesreddîn bi fermana MÎT û Parastinê nêzî salekî li ser wî kar dike ku di qeydên deng de îtîrafa vê tiştê dike. Dijwar Feqîr kesayeteke naskirî û pêşeng e ku di parastin û rizgarkirina Şengalê de weke fermandarek YBŞ’ê bi erkeke dîrokî radibe. Lê nexasim piştî ku Dijwar Feqîr dibe Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê, MÎT û Parastinê hemû derfetên xwe ji bo wî dixin meriyetê.

Ehmed Nesreddîn tevî Seed Casim, dest bi şopandina fîzîkî û teknîkî ya Dijwar Feqîr dikin. Destpêkê Seed fotoyê seyareya wî dikşîne û ji Ehmed re dişine. Ehmed, bi rojane bi rêvebirên MÎT’ê Selman û Tekîn re di têkiliyê de ye. Selman û Tekîn, weke maseya MÎT’ê ya Şengalê kar dikin û ji bo êrîşan hemû derfetên teknîkî, aborî û îstixbarî birêxistin dikin.

Ehmed Nesreddîn ji bo şopandin û êrîşê tê Xanesorê

Seed û Selah rojane Dijwar Feqîr dişopînin, civînên ku beşdar dibe radigihînin Ehmed. Ehmed jî bi van agahiyan bi MÎT’ê re keşif rê dike. Tevî hemû şopandinan jî keys û derfet nabînin ku bi balafira bemiron a bi çek êrîş bikin. Ehmed ji bo hedefgirtina Dijwar Feqîr şev û roj kar dike, hemû têkiliyên xwe yên li Şengalê dixe dewrê. Pişt re Seed xwe li derdora mala Dijwar Feqîr bicih dike û mala wî dixe bin çavdêriyê. Piştî çend rojan ku şopa Dijwar Feqîr nabînin, vê carê Ehmed Nesredîn ji başûrê Kurdistanê dide rê û ji bo rêxistinkirina êrîşê tê Xanesorê.

Ji bo teqandina wesayîte MÎT 2 mayînan dişîne

Ehmed Nesreddîn xwe li derdora mala Dijwar Feqîr, li çend malan bicih dike û bi xwe dest bi çavdêrî û şopandinê dike ku cihê seyareya wî tesbît bike. Ji ber ku plana êrîşê guheriye, ne bi balafira bê mirov a bi çek, lê belê wê bi mayînan wesayîta Dijwar Feqîr biteqînin. MÎT’ê bi destê Parastinê ji bo vê êrîşê 2 mayînan bi awayeke veşartî digihîne Şengalê û li cihekî binax dike. Ehmed û Seed li gor kordînatên MÎT’ê tevdigerin, diçin 2 mayînên veşartî digirin.

Ehmed Nesreddîn bi rojan ji derdora mala Dijwar Feqîr qut nabe, piştî tesbît dike ku wesayîta Dijwar Feqîr di hewşa malê de ye, şevekî ew û Seed diçin ku 2 mayînan di bin wesayîta wî de bicih bikin. Dema Ehmed Nesreddîn Dijwar Feqîr dişopîne, MÎT jî bênavber keşifê rêdike. MÎT û Ehmed 24 saet bi kordîne tevdigerin. Seed dikeve hundirê hewşê, mayînek di bin seyarê de bicih dike û vedigere.

Tevî ku dizanin zarok di nav wesayîtê de ne jî mayînê diteqînin

Piştî bicihkirina mayînê, çend rojên din jî çavdêrî dikin daku Dijwar Feqîr tevî wesayîta xwe ji malê derkeve û ew jî biteqînin. Di wê demê de, Dijwar Feqîr ji ber tevgera zêde ya keşfê ji mala xwe dernakeve. Lê ji bo amadekariyên Cejna Êzî, rojek beriya cejnê di 7’ê kanûna 2021’an de tevî zarokên xwe ji mal derdikeve û diçin sûka Sinûnê. Ehmed û Seed seyareya Dijwar Feqîr bi seyareya xwe dişopînin, her wiha MÎT’ê jî keşif rakiriye û ew jî bi vî awayî dişopînin. Di vegera malê de, dema wesayîta xwe nêzî malê dike Ehmed û Seed dibînin ku zarokên Dijwar Feqîr jî di nav wesayîtê de ne lê tevî vê jî bi kumandayê mayînê diteqînin.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr, weke fermandar û pêşengê civaka êzidî hedef tê girtin, lê armanca esasî di şexsê wî de şikandina pergala Rêveberiya Xweser e. Hedef û plansaziya stratejik ev e. Li ser vê esasê hema bi ser şehadeta Dijwar Feqîr de hedefeke nû tesbît dikin, ew jî teqandina Meclîsa Gel Xanesorê ye. Ev êrîş weke êrîşa balafira bê mirov a bi çek hatibû ragihandin, lê ji îtirafa sîxuran zelal bû ku meclis bi 3 mayînan hatiye teqandin.

Ji bo Meclîsa Gel a Xanesorê 3 mayîn tê şandin

Rêvebirên MÎT’ê Selman û Tekîn, feramanek nû didin Ehmed ku amadekariya teqandina meclîsê bike. Ji bo vê êrîşê jî MÎT’ê 3 mayîn gihandine ber deste Ehmed û hucreya wî. Ehmed van mayînan dide Seed ku li meclîsê bicih bike. Seed, rojekî xwe di meclîsê de vedişêre, piştî ku meclis tê girtin şevekê her 3 mayînan li tavanê Meclîsa Gel a Xanesorê bicih dike. Di wê demê de, Ehmed jî bi destê MÎT’ê keşif radike û çavdêriya meclîsê dikin.

Roja teqînê, ango 11’ê kanûna 2021’an, li meclîsê amadekariya xêra Dijwar Feqîr heye. Rojek şûn ve wê xêra wî were dayîn, ji bo amadekariyên xêrê çûyîn û hatina meclîsê zêde ye. Hedefa wan ew e ku meclîsê di demeke qerebalix de biteqînin. Roja teqînê, Seed û Selah bi hev re plansazî datînin. Seed ku mayînan li meclîsê bicih kiriye, cihazê dide Selah daku biteqîne. 11’ê kanûnê danê êvarî, Selah tê nêzî meclîsê û bi cîhazê mayînan diteqîne. Ji ber ku beriya teqînê endamên meclîsê û gel ji wê derê derketine, şehadet an jî birîndarî çênabe, lê beşek ji avahiya meclîsê ji ber teqînê hildiweşe.

Ji bo şehadeta Dijwar Feqîr û teqandina meclîsê 50 hezar dolar

Ji bo şehadeta Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê, Ehmed bi 50 hezar dolarî bi MÎT’ê re li hev dike. Ehmed ev pere, ji Deriyê Sînor ê Îbrahîm xelîl ji destê sîxurek MÎT’ê digire ku ewê navê wî kesî jî were aşkerekirin. Hedefa esasî ya van her du êrîşan jî belavkirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê û dûrxistina civaka êzidî ya ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bû. Plansaziya wan a ji bo sala 2022’yan ev bû, ji ber vê di dawiya sala 2021’an de ev her dû êrîş hatin kirin. Lê ji ber ku ev êrîş jî negihiştin vê hedefe, MÎT û Parastinê plansaziyên nû xistin meriyetê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar