Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dîketiya kurdan

Nexwe divê em bibêjin, ji ber ku ‘dîke(tî)’ li ser qebûlekê tê sazkirin, berî her tiştî, hebûna kes, kom û neteweyan ji alî serdestan ve tê qebûlkirin, paşê wek îmaj û peyitandina hebûna serdestiyê, ew kom û netewe tê dîkekirin. Lê kurd, ji sed sal zêdetir e tên înkarkirin û tunehesibandin

Dîke(tî) (other) têgiheke ew çend geremolî û pê re jî ew çend jî zelal e ku pir bi hêsanî dikare hişê me ronî bike an jî dikare hiş li me tev li hev bike û me ji mebesta me averê bike. Gelek caran, gava em vê têgihê ji bo xwe an jî ji bo hin kesan bi kar tînin, em dixwazin wê bikin sedema hatina nasandinê û hîma hebûniyê.

Belê, em kurd, bi taybetî li bakur, pir dixwazîn werin nasandin. Wekî çawa? Wekî kurd. Çima? Ji ber ku ji şênbûna komarê bi vir ve ye, ne em ne navê me ne zimanê me ne jî mirovbûna me heye. Belê em hatine neyînkirin û tunehesibandin. Ev yek hema wisa şilfîtazî li rastê ye. Lê jê û pê ve?

Jê û pê ve, rewş û sepandinên serdestiyê hene û famkirina me ya ji wan sepandinan. Rewşên li me qewimandî an jî em bêjin, sepandinên ku ji alî serdestan ve hatine pêkanîn, serê pêşîn gelemşeya hebûniyê bi me re çêkiriye ku em vê gelemşeyê hem bi xwe re hem jî bi serdestên xwe re dijîn. Ji hêlekê ve em hewl didin ku serdest hebûna me qebûl bikin, me nas bikin û ji bo vê yekê jî tu tişt namîne em dikin. Ji hêla din ve jî, gelek caran bêhemdî xwe, em bi xwe re dikevin rewşa pirsyarkirina hebûniya xwe. Em li şûna ku li gorî rasyonelîte û aqildariya mêtingeriyê û têkiliya di navbera serdestî-bindestiyê de heyî, bifikirin, radibin bêtir xwe didin ber mirovbûna ku di bin navê humanîzmê de difetise. Û her ku em tê dixebitin, daxwaza me a hatina nasîn û hatina qebûlkirinê mezin dibe û her ku em nayên qebûlkirin, têkiliya me û serdestên me dikeve rengê kirde-tişteyê. Û ev têkilî li ser xwazê (desire, arezû) xurt dibe û serdest dibin, kirdeya me û em jî tişteya wan û her ku em hatina nasîn û qebûlkirinê li xwe dikin gelemşe, arîşe geremoltir dibe û serdest bo me dibin heyînên dûredest û hey em di biwara siyasetê de, wekî bêjara (discourse) polîtîk benîştê xwe dicûn û ji tirkan re dibêjin; “We em kirin dîke!”

Tirkan em tu carêî nekirin dîke!  Naxêr, “Li bakur, tirkan me tu carî em nekirin dîke!”*

H. Millas dibêje, “Îmaj; sînorên hizirîna me aşkera dike. Îmaja dîkeyê, bi zanava me re pêbest e û îmaj nîşan dide ka em dixwazin bibin yekî/e çawa û ev yek bi rêya ka em naxwazin bibin çi, tê nîşandan.”** Di vê raveyê de, tiştê girîng, ev e; “em dixwazin-naxwazin bibin yeke/î çawa?” Ev yek, hem bi awir û dîtina me diyar dibe hem jî bi yên serdestan. Û ev awir, bi hemû aliyên xwe ve, li ser cudabûna serdestan a ji bindestan ava ye. Serdest ji bo ku xwe bi xwe bidin qebûlkirin, hewceyî hebûna bindestê ne da ku karibin cudabûna xwe ya ji bindestan bidin nasîn û di ser bindestan re xwe heyî bikin. Loma jî Habermas dibêje, “Çi gava çanda piraniyê li kêmariyê bê ferzkirin, wê hingê arîşeya jihevcudabûnê derdikeve holê.”*** Di vê jihevcudabûnê de, qebûlkirina bi her awayî heye ku ew jî bi temamî dibe sedem û bingeha ‘dîketî’yê. Yanî, ji bo ku em karibin behsa cudabûna xwe ya ji tiştekî, ji heyînekê bikin, divê serê pêşîn em hebûna wî/ê qebûl bikin. An jî divê em -yanî hebûna me- ji alî wê heyînê ve hatibin qebûlkirin. Loma jî, gava em heyînekê qebûl nekin, tu carî ew nabe dîkeya me û gava heyînek jî me qebûl neke em nabin dîkeya wê. Nexwe, em dikarin bibêjin, şert û esasa sereke a ‘dîketî’yê, qebûlkirina hebûna heyînekê û nasîna wê ye.

Îmaja li gorî dîtina serdestan

Herçî hebûna kurdbûnê ye, bi taybetî di van bîst salên dawiyê de, bi populerbûna gotina ‘dîke’yê, bêjara kurdan ya polîtîk, benîştê me yî reş ê qanikê ji devê xwe avêt û bi xwazeke (arezûyeke) agirpêketî da dû benîştê spî şîrîn-şekirî û hey di devê xwe de cût. Û ev cûtin, ji hêlekê ve jî mêzgiriyekê (privilege) çêkir ji xwediyên gotinê re. Ji ber ku têgih bi xwe polîtîk e û têkiliya serdestî-bindestiyê di ser vê têgihê re yekser mirovê bindest dike ‘mexdûr’ û ji ber ku tehma ‘mexdûrî’ û tehma ‘benîştê dîketiyê’ ji hev dixwin û hev diçêjînin, bêjara siyaseta kurdan pir ji vê tehmê hez kir. Loma jî, bêyî ku têkeve nav pirsyariyekê, gotina ‘hûn hebûna me neyîn (înkar) dikin’ û gotina ‘hûn me dikin dîke’ digel hev bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Û her cara ku ev gotin wekî bêjareke siyasî hat bikaranîn, nakokiyên di navbera ‘dîketî’ û ‘hatina înkarkirin’ê de zêdetir bûn û bi saya siyaseta bindestan, serdestan jî ji vê rewşê hez kir û di paş perdeya têgiha ‘dîke’yê de pêkanînên xwe yên neyînkirinê, tunehesibandinê bi rihetî meşandin.

Nexwe divê em bibêjin, ji ber ku ‘dîke(tî)’ li ser qebûlekê tê sazkirin, berî her tiştî, hebûna kes, kom û neteweyan ji alî serdestan ve tê qebûlkirin, paşê wek îmaj û peyitandina hebûna serdestiyê, ew kom û netewe tê dîkekirin. Wekî mînak, dîkeyên tirkan, yewnan, ermen û cihû ne. Ji ber ku hebûna wan, mafê wan, hem wek meşrû hem jî wek qanûnî hatiye qebûlkirin. Lê kurd, ji sed sal zêdetir e tên înkarkirin û tunehesibandin. Loma jî, çênabe û ne mumkin e ku em rabin ji bo vê rewşa li bakur bibêjin, serdestên me em kirin dîkeyê xwe.

Îcar, heke em car din berê xwe bidin Millas û pênaseya wî ya îmajê bînin bîra xwe, em ê karibin bibêjin; heke em dixwazin bibin dîkeya serdestên xwe, em ê dîtin û peyvên xwe yên heta niha me gotî, bikudînin û îmaja xwe li gorî dîtin û qebûlkirina serdestan saz bikin, ji cûtina benîştê devê xwe kêfxweş bin û li ser mesîleke şaş hey bibêjin, “We em kirin dîkeya xwe!”

Em kurdê xwe ne ne yê we

Lê na, heke, em dixwazin bibin xwe, divê em ‘benîştê dîke(tî)’yê ji devê xwe derxînin û ne di ser îmaja me ya li ba serdestên me, lê li gorî îmaja me ya li ba me tev bigerin û xwe wisa qebûl bikin. Wekî siyaset jî dev ji cûtina wê benîştê berde û bi helwêsteke Fanonîst ji serdestên xwe re bibêje, “em reşê xwe ne, ne reşên we ne û çendî ku hûn wekî serdest hebûna me neyîn bikin jî, em bi neynika xwe hene û em ne dîkeyên we ne.”

* Sernivîs û angaşta derpêşkirina min a di panela “Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya Yekemîn” de, (2013) û (bnr; Dilawer Zeraq, Rajena Kurdî, nivîsara: Wekî Biwara Desthilatê; Di Wêjeya Kurdî û Tirkî de Dîke û Nimandin, Weşanên Lîs, 21

** Millas, Herkül. Türk ve Yunan Romanlarında Öteki ve Kimlik (Di Romanên Tirk û Yewnanan de Dîke û Zanav), Stenbol. Weşanên İletişim, 2005, 11

*** Habermas, Jürgen, “Öteki” Olmak, “Öteki”yle Yaşamak, (Dîkebûn û Jiyîna Digel Dîkeyê), Stenbol, Weşanên YKY, 1995, 52

Çavkanî: Dilawer Zeraq / Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar