Li rojavayê Kurdistanê Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina xwe ya 97ˊan de qanûna hilbijartinên şaredariyan ku ji 29 xalan pêk tê erê kir. Piştî erêkirina qanûna hilbijartinên şaredarariyan Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser biryar da ku hilbijartinên herêmî di 11’ê hezîranê de werin çêkirin. Dû re kar û barên pêkanîna hilbijartinê destpêkirin û navê partî û tifaqên ku bikevin hilbijartinê aşkere bûn.
Li gorî agahiyên lijneya hilbijartinê ew ê 2 tifaq, 3 partî û gelek kesên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî ya rojavayê Kurdistanê bibin. Ji van tifaqan yek “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ye û ji 22 partî û rêxistinên ku wekî PYD, Kongra Star, Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî di nav de hene, pêk tê. Tifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hev re Ji bo Xizmetguzariyek Baş” jî ji 5 partiyan pêk tê. Partiyên ku bi navê xwe tevlî dibin jî Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Niştimanî û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê ne. Her weha ji bilî tifaq û partiyan gelek kes jî bi awayekî serbixwe ew ê beşdarî hilbijartinan bin. Hilbijêr ew ê di 2 hezar û 113 sindoqan de dengên xwe bi kar bînin.
Tiştên me heta vê derê nivîsîn agahiyên teknîkî ne. Bêguman her tişt ne tenê ev agahiyên teknîkî ne. Xwezî em bikaribana tenê bi van agahiyan li ser hilbijartinan binivîsînin. Lê rastî tal e. Talbûna herî mezin jî gefên dewleta dagirker ya Tirkiyê ne.
Piştî biryara hilbijartinên herêmî hate ragihandin, êrîşên heyî ya dewleta tirk jî zêdetir bûn. Ji bo partî û namzet nekaribin xebatên xwe bimeşînin, balafirên xwe yên bê mirov li ser qadan gerandin. Rê nedan ku partî xebatên xwe yên propagandayê bimeşînin. Hin caran jî êrîşî konvoya partî, tifaq û namzetan kirin. Di van êrîşan de şehadet jî çêbun. Her weha topbaranê xwe jî bi rojan e didomînin. Ango ji bo hilbijartin pêkneyên çi ji destê wan tê texsîr nekirin û nakin. Ji ber êrîş û xeteran gelek civînên ji bo xebatên propagandayê yên hilbijartinan nehatin çêkirin. Hin karên din yên siyasî jî ji ber xetera êrîşan hatin taloqkirin. Ji ber van êrîşan Kongreya 4’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê jî ku diviya 1’ê Hezîranê destpê kiriba hat taloqkirin.
Ev êrîş têrnekirin, ev car rasterast Erdogan bi xwe axivî û careke din li dijî Rojavayê gefan xwar. Di 30’ê gulanê de li amadebaşiyeke leşkerî de axivî û gel û pêkhateyên Rojavayê tehdît kir. Hilbijartinên herêmî wekî xeterekî nirxand û statuya heyî ya kurda careke din wekî ‘terorîstan’ binavkir. Hilbijartinên herêmî ya rojavayê Kurdistanê jî wekî pêkanîna dewleteke li dijî Tirkiyê binavkir.
Em baş dizanin ku gotinên Erdogan hemû vala ne. Hemî cîhan jî zane yê ji bo tevayî herêmê xeter e, hewldan û zimandirêjiyên Erdogan bi xwe ne. Erdogan ne tenê li dijî PKK an jî rojavayê Kurdistanê tevdigere. Ew bi her kiryarên xwe ve di serî de kurd dijberiya hemû gel û pêkhateyên herêmê dike. Ew li pêy damezrandina desthilatdariya Osmaniya sedsala 21’a ye. Tirkbûn bi ola Îslamê ve girê dide û hêvî dike ku Xilafet careke din li ser vê nijadperestiyê zindî bike. Êrîşên xwe yên dagirkerî jî bi vê helwestê didomîne. Sedema siyaseta qirkirinê ya li dijî kurda yek jê jî ev e.
Berî niha hinde aşkere nebû. Dixwest amanca xwe bi rêya DAIŞ’ê pêkbîne. Piştgiriyek xurt da DAIŞ’ê. Lê DAIŞ li Kobanê têk çû. Pişt re ew rasterast dest bi êrîşa kir. Bi rêdayîna DYA û Rûsyayê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagirkir. Xwest hemû Rojavayê dagir bike lê efendiyên wî piştî heyameke wî dan sekinandin û rê nedan wî. Niha jî heke efendiyên wî rê bidin heman saniye dest bi êrîşên dagirkeriyê dike. Niha tenê ji bo êrîşên lokal îcaze dane û Erdoganê xwînavî jî ji vê îstîfade dike. Ango ne bi hêza xwe, bi îcazeya efendiyên xwe ve êrîşan didomîne. Efendiyên wî carina Rûsya û carina jî DYA ye. Ev her du nakokiyên xwe yên heyî yên li hember hev bi rêya şerên herêmî bi kar tînin. Erdogan jî ji van derfetan sûd werdigre. Carina bi DYA û carina jî Rûsya re tevdigere. Rastiya tal ev e. Ango xetera rastî ne statûya kurdan e. Xetera rastî hebûna dîktatoriyên herêmê bi taybet jî hebûna dîktatoriya Erdogan û siyaseta berjewendîperest e.
Mixabin li hember vê yekê tenê rêyek heye: Berxwedan. Bêguman, berxwedan ne tenê şerê çekdarî yên li dijî dagirkeran e. Berxwedan li her qadê pêwîst e. Ji qada dîplomasî bigre heta xebatên çand û hunerê xebatên her qadê, ji bo pêşerojê pêwîst û pîroz in. Bi taybet xebata qadên demokratîk a cîhanê divê zêdetir bin û bi xurtî bên meşandin. Ev xebatana heke hevdû temam bikin bawer dikim ew ê encam jî bê girtin. Bi gotineke din heke ev xebat serkeftîbin, ew ê efendiyên wî nikaribin wekî niha hinde bi hêsanî îcaze bidin Erdoganê dîktator. Me encamên vê yekê di berxwedana Kobanê de dît.
Niha rewş ji heyama Kobanê baştir nîne. Dema Kobanê, DAIŞ wekîlê Erdogan bû. Niha Erdogan bi xwe di qadê de ye. Divê çawa DAIŞ têk çû Erdogan jî têk biçe.Heke di serî de kurd û dostên kurda, hemû aliyên demokratîk ya cîhanê bi berpirsiyarî tevbigerin ew ê dawiya Erdogan jî ji DAIŞ’ê cûdatir nebe.