Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dîlan Îzol: Komkujî bi fermana Zulfîkar Îzol pêk hat

Dîlan Îzol ku çend roj berê 4 endamên malbata wê ji hêla malbata parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol ve hatin qetilkirin, diyar kir ku bûyer bi fermana Zulfîkar Îzol pêk hatiye. Îzol got ku dema hîn cenaze li nexweşxaneyê, malbata Zulfîkar li wan geriyane û jê re gotine ku ger cenazeyên xwe li gund veşêrin dê wan jî bikujin

Di 15’ê hezîranê de li gundê Çeltîk ê Sêwereg a Rihayê ji ber lihevnekirina ser erd, welatiyên bi navên Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol ve hatin qetilkirin. Dîlan Îzol ku kuştina 6 kesan û dema bûyerê girtibû kamerayê, diyar kir ku Zulfîkar Îzol berpirsê vê bûyerê ye.

Dîlan Îzol destnîşan kir ku ji ber bûyerên derbas bûyî ew rastî neheqeyê hatine û wiha domand: “Ev komkujî bi fermana Zulfîkar Îzol pêk hat. Bêyî wî nikarin tiştekî bikin. Ev mirovên tarî ne û eşqiyayên bi çekin. Ev çeteyên bi çekin. Ev diziya mirovan dikin, çavên xwe berdidin ax û malên kesan. Ev ne dozeke xwînê ye. Bila hemû kes dengê min bibîhîse, ev ne dozeke xwînê ye.”

‘Ger ku kujer bê ceza bimînin dê bûyerên xerabtir pêk bên’

Îzol di berdewamê de jî xwest ku faîl bên cezakirin û wiha pê de çû: “Ez hêvî dikim ku careke din cînayetên wiha pêk neyên. Ez dixwazim ku hemû kesên ku ev komkujî pêk anîn, bên girtin û di girtîgehê de birizin. Heya ku ev bê ceza bimînin, dê kesên din jî ji vê bûyerê cesaret bigirin û heman sûcan bikin. Divê ev bên darizandin û cezakirin. Ez daxwaza maf û edaletê dikim. Ya ku êşa me kêm bike dê ev nêzikatî be. Ez bang dikim ku saziyên berpirsiyar me biparêzin.”

Piştî komkujiyê jî gef xwarine

Di berdewamê de jî Îzol daxuyand ku wan cenazeyên xwe bi şev defin kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şeva reş û tarî de, bi vaşartî me cenazeyên xwe defin kirin. Hina em li nexweşxanê bûn agahî şandin, gotin ‘Ew cenaze dê neyên vî gundî.’ Ji bo ku em we tune bikin, me ew kuştin. Hûnê nekevin vî gundî.’ Van mirovan piştî komkujî pêk anî jî, gef li me xwarin. Me nekarî em li ser gorên xwe dia bikin û şîna xwa bigirin.”

Bang li her kesî kir

Îzol bang li partiyên siyasî jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku mirov ji êşa me re rêz bigirin û bûyerê cuda nenirxînin. Ji xwe êşa me pir mezine. Em naxwazin ji bo van rewşan jî xemgîn bibin. Em 6 xwişk û birane. Ez bûm dayik û bavê 5 xwişk û birayên xwe. Em hewl didin li ser pêyan rawestin. Ji bilî min tu kesê wan nîne. Giraniya vî barî û mezinbûna wê pir zêde ye. Ez nikarim vê yekê vebêjim.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar