PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...
Cuma - 29 Kasım 2024

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Dilbihar: Divê kurd xwe bi xwe zimanê xwe fermî bikin

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar diyar kir ku divê li her cihek ku kurdek lê dijî di navbera xwe de zimanê kurdî bikin xwedî statu û wiha axivî: “Em di navbera xwe de perwerdehiya zimanê kurdî bidin binecihkirin. Em di navbera xwe de zimanê kurdî bikin zimanekî fermî.”

Zext, astengî û qedexeyên desthilatdariyê û dewletê yên li ser ziman û çanda kurdî berdewam dikin. Ji damezrandina dewleta tirk a qirker ve astengiyên li ser zimanê kurdî bênavber didomin. Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar têkildarî astengî û qedexeyên li ser ziman ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Dilbihar bi bîr xist ku bi sedan sal in li ser zimanê kurdî êrişên gelek mezin pêk tên û wiha got: “Qedexeyên mezin pêk hatin. Dorpêçkirin û helandin û ji holê rakirina zimanê kurdî tu caran bi dawî nebû. Tevî vê jî gelê kurd di nava vê têkoşîna xwe ya 50 salên dawî de, daxwaza desthilatdarên ku xwestin kurdî ji holê rakin, di qirika wan de hişt. Qedîmbûn û têkoşîna gelê kurd, zimanê kurdî heta îro parastiye. Zimanê kurdî yek ji zimanê herî qedîm û dewlemend ê dîrokê û yê cîhanê ye. Diviyabû ku li hemberî têkoşîna 50 salan rewşa zimanê kurdî gelek baştir bûya.”

Heval Dilbihar da zanîn ku niha jî bênavber û bi awayek tund li ser zimanê kurdî, gelek êriş hene û axaftina xwe wiha domand: “Polîtîkayên nûjenkirî yên ji holêrakirina zimanê kurdî di dewrê de ne. Heke gelê kurd li her derê têkoşîna xwe ya zimanê kurdî bilind bike û gelê kurd bi zimanê xwe biaxive, wê zimanê kurdî di roja me ya îro de gelek geş bibe. Desthilatdar niha bi tu awayî naxwazin zimanê kurdî azad bibe û bigihîje xwedî statuyekî. Madem wisa, divê em kurd li her çar milên Kurdistanê, bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê û li Ewropayê, li her cihek ku kurdek lê dijî, em di navbera xwe de zimanê kurdî bikin xwedî statu. Em di navbera xwe de perwerdehiya zimanê kurdî bidin binecihkirin. Em di navbera xwe de zimanê kurdî bikin zimanekî fermî. Em siyaseta xwe, xizmetên xwe, hemû dan û standinên xwe yên polîtîk, yên civakî yên entelektuelî em bi zimanê kurdî bikin.”

Heval Dilbihar ji bo pêşnexistina ziman rexne li qada siyaseta kurdan jî dike û wiha pêde çû: “Qada siyasî ya kurdan jî bi awayek wêrekî û zelal hemû kêmasî û nebesiyên xwe yên di her mijaran de bibîne. Qada siyasî ya kurdan, helbet di serî de DEM Partî û hemû partiyên din ên kurdan divê xwe di bêjinga têkoşîna dîroka kurdî de derbas bikin. Gelek êriş û zextên desthilatdaran li ser zimanê me heye, lê wezîfe û berpirsiyariya partiyên kurdan ew e ku têkoşîna çand û ziman jî li her derê belav bikin. Di vê mijara çand û zimanê kurdî divê em wek qada zimanê kurdî bi rexnedayîn nêzîkî xwe bibin. Peywîra me ya yekemîn ew e ku em hem li dijî pergala desthilatdar têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li her derê berfirehtir bikin. Hem jî di nava mekanizmayên partiya xwe de hemû xebatên xwe bi kurdî bikin. Bi taybetî jî li Kurdistanê û li her cihê ku kurd lê dijîn. Divê siyasetmedarên me di hemû xebatên li Kurdistanê de hemû siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin.”

Dilbihar herî dawî jî bal kişand ser statuya zimanê kurdî û wiha got: “Divê em bi têkoşînek hin berfirehtir û xurttir vê desthilatdariyê ango dewletê neçar bikin ku ji bo fermîkirin û statuya zimanê kurdî gav biavêjin.”

Dilbihar: Divê kurd xwe bi xwe zimanê xwe fermî bikin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar