Lîstika dawî ya Îbrahîm Amîr ê Kurd a bi navê Rojava li Viyanayê promiyera xwe kir. Lîstika wî ya beriya niha ji Şanoya Gel a Viyanayê re giran hatibû, û weke tezmînatekê ev lîstik da nivîsandin ku behsa serpêhatiya Michael ê înternasyonalîst dike
Lîstika Şanoyê ya Îbrahîm Amîr a bi navê “Rojava” li Volkstheater Wien (Şanoya Gel a Viyanayê) tên lîstin û Isabella Knoell û Peter Fasching jî ji aktorên sereke ne.
Li seranserê Ewropayê êdî koçber her diçe bêhtir weke “pirsgirêk”, weke tehlûkeya li dijî ewlekariyê tên nirxandin, li Awusturyayê jî rewş ne guhertî ye. Lê ya rastî di nava vê rewşa civakî û minaqeşeya siyasî de, tiştin xwe didin der ku eşkere nîşan didin, koçberî rastiyeke hilberîner e di nava civak, çand û siyaseta van welatan de. Ha yek ji van nîşanan jî yek ji mezintirîn dikên şanoyê yên Viyanayê ye ku niha lîstika şanoyê ya Îbrahîm Amîr “Rojava” nîşan dide. Beriya wê jî lîstika wî ya bi navê “Habe die Ehre (namûsa min heye)” li mezintirîn şanoyên Awusturyayê hatibû nîşandan. Ev lîstik komediyeke boulvarê bû ku behsa mijareke giran a mîna kuştinên qaşo li ser navê namûsê dikir.
Homohalala wî ji Viyanayê re giran bû
Îbrahîm Amîr halê hazir hîna nû xwendekariya xwe ya tibê qedand û bû bijîşk, lê ji ber şanoyê dema wî çênabe ku weke bijîşk kar bike. Lewma weke şanoger halê hazir ew pirr serketî ye. Lîstika wê ya duyem jî bi navê “Homohalal” bû ku par li di Rojên Şanoyê yên Muelheimê de wiha behsa wê dihat kirin: “Komediyeke dîstopîk (fiksiyoneke di siberojê de ku encama wê ne baş e), ku tê de ji penaberên îro welatiyên bi temamî entegrebûyî yên siberojê çêbûne û tevahiya xisletên xirab ên Awusturyayên xwecihî girtine xwe.”. Ji bo Wiener Volkstheater mijara “Homohalal“ê diyar e ku gelekî zehmet bû, bi wî rengî ku wê sala 2016´an ew ji bernameya xwe daxist û promiyera wê nekir. Ji ber wê premiyera lîstikê sala 2017´an li bajarê Elmanyayê Dresdenê bi rê ve çû.
Serpêhatiya gîtarjenekî dilzîz
Mirov dikare bibêje, weke tezmînatekê, Wiener Volkstheaterê ji Îbrahîm Amîr xwest lîstikeke din binivîse. Vê carê ev lîstik bi rastî jî ji bo promiyera xwe li Wiener Volkstheaterê derket ser dikê. “Rojava” behsa xwendekarê Viyaneyî Michael dike ku sala 2016´an diçe Sûrî ji bo şer bike, li dijî DAIŞ´ê li aliyê şervanên kurd. Tevî şervanên kurd ku li Rojava û Bakurê Sûriyê di nava şoreşeke “demokrasiya yekser” de ne, ew jî dibe parçeyek şerê li dijî DAIŞ´ê. Michael romantîkekî şoreşger e, bi qewlikê gîtara xwe diçe her derî. Pê re fikra şerkirina ji bo karekî baş çêbûye. Lê li Rojava her cara ku talîm û temrînên şer û guleberdanê dibin, ew ji ser hişê xwe diçe gava ku divê ew pê li tetikê bike. Ew bi Alan (Luka Vlatkovic) re dibe heval. Alan ji şer aciz e û bi pasoporta Michael diçe Awusturyayê.
Her tişt xweş û bêş e ji bilî dawî
Derhêner Sandy Lopicic ê ku muzîkjen e, lîstik wisa biriye ser dikê ku tê de gelek muzîk jî hebe. Pênc muzîkjenên ensemblekê bi muzîka xwe ruhekî din didin dika dekora wê bêhtir xirbe ye (Vibeke Anderson çêkiriye). Di performansê de rîtm heye lê herwiha heliyan; lê tirsnakiya şerî bi xwe nayê nîşan dan. Sedema wê jî ew e ku lîstika Rojava li gorî lîstikên Îbrahîm Amîr yên beriya niha kêmtir bi komediya reş hatiye sêwirandin.
Îroniya dostemirov ku ew pê fîgurên xwe çêdike, li vir jî ya rastî ya herî darîçav e, lê vê carê lîstik û fîksiyon hemû bêhtir çîrokane û bêguneh xuya ye. Helbet ev çîrokanebûn û bêgunehî di dawiyê de bi dawî dibe, guleyek di sehneya herî dawî de hema welê ji nişka ve li Michaelî dikeve. FRANKFURT