Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dîlok: Komplo êrîşek e hêzên modernîteya kapîtalîst ê tolhildanê ye

Dilzar Dîlok destîşan kir ku li Îmraliyê hiqûq nîne, qirkirin heye û wiha domand: “Mînakeke tecrîda li Îmraliyê li cihanê nîne. Lewra heta ku tecrîda li ser Rêbertî neyê şikandin kes nikare azad bibe."

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok derbarê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka dîroka dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji ANF’ê re axivî.

Hevpeyvîna bi Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok re, bi vî rengî ye:

Weke ku tê zanîn Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hatî pêkanîn, di 9’ê Cotmehê de destpê kir û 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo dîl hate girtin. Hêzên hegemonîk û dewleta tirk a dagirker li Girava Îmraliyê sîstemek taybet a îşkenceyê ava kirin. Rêber Apo zêdeyî 24 sal in, di vê îşkenceya tecrîdê ya taybet de tê ragirtin. Her kurdek, demokrat, şoreşger, sosyalîst û azadîxwaz divê tecrîdê çawa bi nirxînin? 

Di serî de ez Rêber Apo bi hezkirin silav dikim ku berxwedana herî mezin, piralî û bi kok li Îmraliyê raber dike, hebûna xwe li dijî hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst veguherandiye berxwedanê, xeta azadiyê û şênberiya wê. Ez dixwazim vê serbilindiyê bi we re parve bikim ku ez yek ji şopdarên vê xetê, seknê, paradîgma, rê û hevrêtiyê me. Ez şehîdên me yên mezin ku ji bo pûçkirina Komploya Navneteweyî bedena xwe dan ber agir û li dora Rêbertî bûn xeleka ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di serî de Mehmet Halît Oral, Viyan Caf, Serdar Ari, Rojbîn Amanos, Muslum Dogan, Evrîm Demîr, Ayten Beçet, Umît Acar, Zulkuf Gezen di şexsê hemû hevrêyên ku min navê wan negot de, ez hemû şehîdên çalakiya “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” bi rêzdarî bi bîr tînim û em bi biryar in ku em têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin. Em dibêjin, şehîdên me nemir in. Me pêdiviyên şîarên ku me ji bo wan bilind kiriye, bi temamî neaniye cih. Me nekarî xwe ji rewşa hevrêtiya ne bes a ku Rêbertî tespît kirî, rizgar bikin.

Em dizanin ku em di rêya berxwedana bi rûmet û serkeftinê de ku Rêbertî û şehîdên me ji bo me diyar kiriye, deyndar in û em kêm û nîvî dimînin. Em bi biryar in ku sala 25’emîn a komployê veguherînin sala derbaskirina vê kêm û nebesiyê.

Dema ku mirov li tiştên li ser rêya azadiyê hatine kirin û yên nehatine kirin dinêre, ji xwe tiştên ku her kurdek, demokrat, şoreşger û sosyalîst divê bike derdikevin holê. Komploya li ser Rêbertî, weke tecrîda girankirî dewam dike. Ev dorpêçek qirkirinê ye. Şikandina vê dorpêçê, ji bo jiyana watedar yekane şansê me ye. Rêyek cuda ya jiyana bi watedar û bi rûmet tune ye. Rewşa li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, îfadeya vê yekê ya şênber e. Ji ber ku Rêbertî dîl girtî ye, li Tirkiyeyê dijminahiya gelan heye. Ji ber ku tecrîdek mutlaq li ser Rêbertî tê meşandin, civakên li Tirkiyeyê di krîzek civakî-çandî-ekonomîk de ne.

‘Bêyî şikandina tecrîda li ser Rêbertî tu pêşketin ne pêkan e’ 

Tecrîda mutlaq a li ser Rêbertî nayê şikandin. Çima? Eleqeya vê bi têkoşîna me ya ne têrker re heye, lê sedem ne tenê ev e. Li Tirkiyeyê her têkoşîneke li dijî desthilatdariyê bi lez tê ‘terorîzekirin’. Peyva pêşketinê weke gotineke bi sêhr tê bikaranîn. Weke makîneyeke qirkirinê ya xweza-mirov-civakê li hemû Tirkiyeyê tê pêkanîn. Daristan, mirov, çem û xak tên qetilkirin. Gundî û cotkarên ku naxwazin daristanên wan bên qetilkirin jî weke ‘terorîst’ tên îlankirin. Peyva ‘terorîst’ li Tirkiyeyê bûye dirûşmeya tecawiyê ya herî mezin a desthilatdariyê. Bi dijminahiya kurdan re, paralel tê pêşxistin.

Bêhêziya li hemberî desthilatdariyê ya rewşenbîr-akademîsyen-rojnamevan e û yên ku xwedî wê cesaretê ne ku li pêşberî raya giştî bê şerm biaxivin, civakê her ku diçe bêrûmet dike. Niha li Tirkiyeyê huner, zanist, perwerde, çapemenî û hemû qadên din ketine xizmeta parastin û avakirina hikûmetê. Gelên Tirkiyeyê yên ku mexdûrên vê yekê ne, ji ber ku îradeya wan şikestî hîn zêdetir bi faşîzmê tê jehrîkirin. Ji ber ku faşîzm bi gelên qels dikare şansê jiyanê bibîne. Xeta AKP’ê ya ku bi derbeya 12’ê îlonê hat amadekirin û di salên 2000’an de ket qada siyasetê, bi yekbûna bi MHP’ê re gelên Tirkiyeyê her ku diçe jehrî dike. Hewl tê dayîn ku dijminatiya kurdan bi girseyî be û bibe nasnameya bingehîn. Di nava gelan de her tim hewayeke tirsê çêdibe.

Ji ber vê sedemê hin etnîk-tevgerên ku sîstemê rexne dikin yan jî guhertinên biçûk dixwazin, nikarin mezin bibin û veguherin çalakiyên xurt ên dijberê sîstmê. Çavkaniya van hemûyan jî destgîrkirina nehiqûqî ya Rêber Apo ya di pergala îşkenceya Îmraliyê de ye. Hikûmet baş dizane ku dema tecrîda mutlaq a li ser Rêbertî rabe, wê zexta li ser gel jî were rakirin. Ji ber ku vê yekê dizane, her cure zextê li gel dike û rewa dibîne. Bi endezyariya civakî forma jiyanê ya AKP-MHP’ê weke şeklê hiqûqî yê DAIŞ’ê li ser gel tê ferzkirin. Bêyî şikandina tecrîda li ser Rêbertî û bêyî guhertina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê, ne pêkan e ku kes azad bijî, bi zimanê xwe biaxive, hunerê bike, weke biyolojîk bijî û nefes bigire. Azadiya Rêber Apo rojeva sereke ya hemû Tirkiye û bakûrê Kurdistanê ye, qada têkoşînê ya bivênevê ye.

9’ê Cotmeha 1998’an dîroka despêka Komploya Navneteweyî ya dîlgirtina Rêber Apo ye. Gelo bi komployê çi hat xwestin ku were kirin? Armancên wê çi bûn? Li dijî vê yekê bersiva Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd çi bû?

Komplo, êrîşek e ku ji bo heyfhildanê hêzên modernîteya kapîtalîst li hêzên şaristaniya demokratîk kir. Helbet yên herî baş bi hêza nûnertiya modernîteya demokratîk a îdeolojiya Rêbertiyê dizanî, dijminên vê îdeolojiyê bûn. Bi biserketina wê, wê li Rojhilata Navîn ku hewil tê dayîn ku bibe cihê şer ê hêzên serwer, rê li ber çi vebibe, herî baş jî hêzên modernîteya kapîtalîst dizanî. Sedsala nû, li ser gelên Rojhilata Navîn endezyarî hat kirin. Û vê sedsalê ku paradîgmaya Rêbertiyê û Rêbertî hene, dît ku tiştê dixwazin nikarin bikin. Ji wê boneyê beriya êrîşê Iraq û Afxanistanê bikin komploya li Rêbertiyê ji xwe re kir esas. Ya herî baş dizanî ku Rêbertî li wê derê be û bixebite, nikare Sûriyeyê parçe bike, hegemonyaya modernîteya kapîtalîst a bi pêşengtiya DYA’yê bû.

Di ser komploya navneteweyî re ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an dest pê bûye, 25 sal buhurîn. Ji 25’ê adara sala 2021’ê ve ji Rêbertiyê û hevalên pê re dimînin tu agahî nayê girtin. Nehiqûqiyeka li Îmraliyê tê kirin, di pergalên herî faşîzan ên dinyayê de jî nîn e. Lewma em dibêjin ‘li İmraliye ne hiqûq lê qirkirin e’. Rêbertiyê bixwe ev derxist holê. Got, li vir mirin na lê kuştin heye. Pratîka Îmraliyê qirkirin e. Ji bo yên dijminahiya kurdan dikin, birina êrîşan bi ser kurdan de û birina êrîşan bi ser Rêbertiyê de, yek e. Di şexsê Rêbertiyê de êrîş li kurdan û azadiya wan tê kirin. Vê pergala li ser gelê bi Rêbertiyê bêhna xwe dide û distîne, bi Rêbertiyê heye û bi wate bûye, ne qirkirin be lê çi ye? Bi hincetên xeyalî yên ne cidî, nahêlin mafê xwe yê wergirtina siûdê ji telefonê û navgînên ragihandinê yên din bi kar bîne. Mafê wî yê agahdarbûna ji hev bi rêya nameyan tê astengkirin. Dest didin ser. Xwegihandina parêzeran, parastina bi hiqûqî, mafê darizîna bi adilî, hemû mafên bi peymanên navneteweyî parastî ne, nahêlin bi kar bîne.

Tecrîda mîsogerkirî ku em dibêjin, ne gotinek e. Tecrîda mîsogerkirî, wek ku parêzerên Rêbertiyê jî bi raya giştî daye zanîn, aliyekê hewila danjibîrkirina axavtinê bi Rêbertiyê ye. Êrîşa herî mezin ku li Rêbertiyê bê kirin, ev e. Ev ne pêkanîneke hema wisa ye. Awayekê îşkenceyê ye. Qanûnên ku bixwe çê kirine, gava mijar dibe Rêbertî, her tên binpêkirin. Cezayên dîsîplînê yên xwedêgiravî didin, ji parêzeran re nabêjin, diyar e ku ji roja qutkirina ragihandinê ya esehkirî bi pratîk kirine, diyar e ku tiştên wiha dikin hincet û bi veşarî pêk tînin. Qilifekê hiqûqî li rewşê tînin. Lewra pergala Îmraliyê ne hiqûqî lê îdeolojîk e, pergaleke qirkirinê ye. Têkoşîna ku wê mirov li dijî bike aliyên wê yên hiqûqî hene lê ya esasî, siyasî û îdeolojîk e.

25 salên Rêber Apo li girava Îmraliyê tê ragirtin, ji bo me kurdan, bi taybetî jî ji bo jinan gelek zehmetiyên xwe hebûn. Bandor li ser mê zêde çê bû. Bi komploya navneteweyî ku li Rêbertiyê hat kirin, derbe li têkoşîna azadiyê, hebûn û vîna azadiyê kurdan hat xistin. Bi vê derbeyê vîna têkoşînê ya hin kesan  a nebes şikest û ew kes man ji derveyê têkoşînê. Ev kesên hêza li ber komployê tê bikoşê di xwe nedît û nekarî li ber dijmin li ber xwe bide, qels bûn. Li dijî vê hêrsa gelek hevrêyên me yên hêja rabû û bi çalakiyên fedaî çûn bi ser dijmin de. Hin kesan jî ev pêvajo ji xwe re kir fersend û ketin wê hewilê ku xeta Rêbertiyê pûç bikin û qelsiyên xwe bikin xet û dawiya dawîn li ber hêza xeta Rêbertiyê tune bûn.

‘PKK’ê hêza xwe ku xwe ji pêyan bigire tê bikoşe û xwe nû bike nîşan da’

Lê tevî van hemûyan, hêza milîtanî ya li ser xeta Rêbertiyê sekinî, zanî bi awayê Rêbertiyê bifikire, bijî û hezkirin û hez û bîrewerî kok berdaye dil, ji xwe re kir esas ku li xeta PKK’ê bibe xwedî, biparêze û mezin bike. PKK’ê, hêza xwe ku xwe ji pêyan bigire, tê bikoşe û xwe nû bike, nîşan da. Di vê de, rolê rêxistina mîlîtanî piranîya hêzên PKK’ê ye, peşengtiya PKK’ê ku di xeta PKK’ê de li berpirsyariyên xwe yên dîrokî bû xwedî û bawer kir ku vê encax bikare bi xeta Rêbertiyê pêk bîne, diyarker bû. Li me serdemeke wisa bû ku bi xetê kes bûn mîlîtan hem jî derketina xwedî li xetê, bû mayînde. Mirov dikare bibêje ku tişta piştî komployê li nav refên me qewimî, mînakekê kolektîv ê dîrokîbûna kesan bû. Ev jî hemû bi saya berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û hêza Rêbertiyê û xeta Rêbertiyê ku bû rastînî, mumkûn bû. Partiya me ji pêyan ma, li ser esasê xeta Rêbertiyê me paradîgma veguhert. Di warê neteweyî û navneteweyî de em gelek bi pêş ve çûn. Me gav avêtin ku behsa rastiya Rêbertiyê ji hemû cihanê re bikin. Di çarçoveya paradîgmaya demokratîk a Rêbertiyê xwe de me rê li ber feaseteke jiyana nû li Rojhilata navîn vekir. Em ji gelan re bûn hêvî û tirsa me ket ser dijminên gel. Li ser esasê îdeolojiya xelasiya jinan ku Rêbertiya me saz kiriye, ji bo jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê me rê li ber wateyên nû vekirin. Me fersenda felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bigihe hemû jinên cihanê çê kir. Di dilê hemû jinan de, di her rewşê de me lêgerîna azadiyê û hêviya geşkirina têkoşîne çê kir. Li ber dijmin ku bêyî sekin êrîşan dike, me parastina cewherî li çar aliyên Kurdistanê bi pêş ve bir. Hebûn, zêdebûna li dijî rejîma faşîst ku her roj dibêje ku wê me biqedîne û xelkê dixapîne, belavbûna li hemû cihanê, encameke têkoşîna partiya me ya pûçkirina komployê ye. Rolê têkoşîna me ya tevgera azadiyê, li ber şerê mezin ku Rêbertî bi rê ve dibe, têkoşîna berxwedan û biserketinê ya li qadên gerîla, bi pûçkirina komployê de gelek bû.  Bi berxwedan û biserketina Gareyê, têkoşîna li Zap, Metîn û Avaşînê ku tê kirin, hem nehat hiştin ku xeyalên xwe pêk bîne hem jî komplo bi ser neket. Ev êrîş dûmahîka komployê, desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst, îro hêza bingehîn a komploker e, bi xiyaneta xwe PDK jî di komployê de bi rolekê gelek giring radibe.

Ji ber hestyariya xwe ya neteweyî, rêxistina me hewcedarî pê nedît ku hin tiştan diyar bike. Hevalên me li ser navê partiyê daxuyanî dan û bang ji bo hestyariyê kirin. Lê bersiva PDK’ê ji bo van daxuyaniyan ew bû ku li Hewlêrê di êrîşa bejahîyê de bi dizî bû piştgir. Bi vî awayî rolê PDK’ê, xanedaniya Barzanî di komployê de li dijî xeta Rêbertiyê derket holê. Bêyî guman xeta PKK’ê di asteke wisa de ye ku nabe ku mirov wê û xeta PDK’ê bide ber hev. Û hebûna wan jî heta ku bi hevkar bin, xizmetê ji dijmin re bikin, mumkûn e. Ji Komara Tirkiyeyê bêhtir PDK bi vê dizane. Ji lew ma ji ber êrîş û heqaretên xwe yên bêhed, li ber gel rexne li xwe nekirin.  Rêber Apo, zêdeyê 24 salan e bi pergaleke tecrîdê ya nedîtî tê ragirtin. Rêber Apo, rewşa li Îmraliyê wiha gotibû: ‘’Li Îmraliyê ne mirin lê kuştin dibe.’’ Tevî vê rewşê jî parêznameyên xwe ku li Îmraliyê amade kirine û bi pêş ve birine, bi navê ‘Manîfestoya Modernîteya Demokratîk’ gihand kurdan û cihanê. Rêber Apo, xwestiye ji me re bibêje çi? Peyama xwestiye bide divê mirov çawa fam bike û li ser bisekine?

Ji wê gavê ve ku Rêbertî birin girava Îmraliyê, li ser rewşa tê de sekinî û kûrahiyek fikirî ya dîrokî ava kir. Lê berê jî lêgerîna Rêber Apo berdewam bû. Salên 90’î tiştên bi serê sosyalîzma reel de hatin, rewşa gel di vê çarçoveyê de ket nav, sekina pergalên sosyalîst li dijî pergala dewleta netewe, kir ku Rêber Apo bide ber pirsan û analîza pergalê bike. Ji bo em nekevin heman rewşê, lêgerînên xwe hemû ji bo rêxistina pêşeng kirin mal û rê li ber niqaşê vekir. Di kongreyan de awayê rêxistinê jî kir hevkar û xwest ku şênber bike. Ev lêgerîn bûn sedem agirbest bê ragihandin. Lê ji ber têr tênegihîştina ji ber dijwariya şer bi salan, encama Rêbertiyê  dixwest bi dest ve nehat.   Dema ku esareta Îmraliyê pêk hat, Rêber Apo bi awayekê esasî li ser vê rewşê sekinî û bi analîzeke nû ya dîrokî û civakî re guhertina paradîgmayê derxist holê. Derxist holê ku tenê bi vê yekê dikare tolê ji pergala ku zindana Îmraliyê û pêvajoya esaretê afirandiye hilîne û bi vî rengî dikare pergala modernîteya kapîtalîst têk bibe. Bê guman armanca bi komployê pir cuda bû. Armanc ew bû ku şerê sed salî yê kurd-tirk bê afirandin û Rojhilata Navîn bibe qada qirkirina gelan. Ji ber ku Rêbertî van xeyalan û armancên hegemonîk ên sedsalî ye têk bir, hêrsa hegemonyayê îro jî bi tecrîda girankirî didome. Asta tecrîdê encama hêrsê ye. Dîtin û famkirina ji vê ne zehmet e.

Analîzên civakî yên dîrokî yên ku Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê di çarçoveya parêznameyê de pêş xistibûn, bû malê hemû mirovahiyê. Bi manîfestoya şaristaniya demokratîk a ji 5 cildan pêk tê, bersiv ji pirsên felsefe, sedemên wê, pergal û pêkanîna jiyana nû û guhertina paradîgmayê re hatin dayîn. Di warê ku jin dê çawa bijîn, mêr dê çawa bijîn, kurd wê çawa neteweya xwe ya demokratîk pêk bînin, perspektîf hatin dayîn û rênîşandan hate kirin. Di vê wateyê de yê ku komplo vala derxist Rêber Apo bû. Rêber Apo bi pûçkirina komployê, ev rastî derxist holê ku ji bilî xeta neteweya demokratîk tu şansê wan yê jiyanê li Kurdistanê nîn e. Di vê wateyê de têkoşîna li dijî xiyanet û xeta hevkariyê ya PDK’ê jî têkoşîna li dijî komployê ye.

Li Kurdistan û derveyî welat li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo çalakî, panel, kongre, konferans û daxuyanî tên dayîn. Divê têkoşîna li dijî îşkenceya tecrîdê çawa be? Divê gelên bindest bi taybet gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi bikin? Divê di kîjan astê de çalakî bên pêşxistin da ku encam werin bidestxistin?

Rêber Apo îro li her derê cihanê, di hemû demsalên salê de, di hemû saetên rojê de diaxive. Tecrîda Îmraliyê bi gerdûnîbûna paradîgmaya Rêbertiyê bi awayekî mezin tê şikandin. Rêbertî di her demê û li her cihê de diaxive, nêrînên xwe tîne ziman, guh dide nêrînên gel û bi wan re nîqaşan dike. Bi qasî ku em dibînin di diyaloga Gandî-Ocalan de ku ji aliyê ekolojîstekî ku niha navê wî nayê bîra min hatiye amadekirin, Rêber Apo vedigere serdemên berê yên dîrokê û bi kesên pêşengên nirxên mirovahiyê yên mezin re diaxive û nîqaş dike. Bi qasî ku diçe paşerojê ewqas jî tê pêşerojê. Em vê ji xwe dizanin. Parçeyên herî watedar ên jiyana me ya paşerojê li ser bingeha rastiya Rêbertiyê ye. Ev kêliyên bi Rêbertiyê re ne. Ew îfadeya herî azad a paşeroja me ye. Ger me van gotinan ji kesên din re parvenekiribe, ev kêmasiya me ye.

Rastiya Rêbertiyê ya ku li hemû cihanê hatiye îfadekirin, paraznameyên Rêbertî, kadroyên ku li ser bingeha xeta Rêber Apo têkoşîna azadiyê dimeşînin, lêgerînvanên heqîqetê, şoreşger, pîroziyên sedsala nû ne. Li Heftanînê Esmer e, li Werxelê Cumalî ye, li kolanên bakurê Kurdistanê Zeryan e, Çiyager e, PKK’ê destan e, muzîk e, sînema û strana berxwedanê ye. Ew hevrêyên hêja yên enternasyonal in ku di çalakiyên ku ji aliyê dostên gelê kurd ve tên organîzekirin de axaftinan werdigerînin, ji îngilîzî-spanî yan jî ji zimanên din werdigerînin kurdî û kurdî weke zimanê hevpar ê têkoşîna şoreşgerî ya serdema nû hîn dibin û pêş dixin.

Helbest yek ji rêbazên herî zehmet a vegotina heqîqetê ye. Rastiya Rêbertî ku di helbestên hevrê Fuat de hatiye îfadekirin ew cure ye ku ji bo nîqaşkirin, hizirkirin û têgihiştina heqîqetê pêwîstî bi lêkolîna heqîqetê û kûrkirina hewldanan e.

Di helbesta xwe ya bi navê ‘Bê Wî’ de wiha dibêje:
“… Ew mîna jiyanê ye,
dizanî,
Her çend tiştek ji wî kêm be jî,
Tevî yên ku çûne jî,
Jiyan bê rawestan mezin dibe.
Ger çavên dilê te vekirî bin,
Ger tu ne di xewa xefletê de bî
Ew ê bi qasî rehjiyana te nêzîkî te be…”

Ev hevok rêya herî kûr a têgihiştin û ravekirina Rêbertî ne. Ev tesbît êdî bi rêzikên helbestê têr nabin, lê rastiyên jiyanê ne ku ji bo hemû gelê me, bi taybetî jî ciwanên Kurdistanê rast hatine. Mîna gotina hevrê Fuat a di helbesteke din de: “Yê ku dimeşîne tu yî, ji Xwedê re şikir ji hêza te re…”

‘Pêvajoya têgihiştina rêbertiyê pêvajoyek xwe avakirinê ye’

Helbet diyalektîkek jî heye. Ger hûn ji bo fêmkirina Rêbertiyê hewl bidin û encamê bigirin, bi qasî ku hûn Rêbertî fam dikin hûn dikarin xwe jî fêm bikin. Mirov wateyek diafirîne û xwe ava dike heta wê astê ku hêza wî heye ku wate bide Rêbertî û li gorî wê wateyê bijî. Pêvajoya têgihiştina rêbertiyê pêvajoyek xwe avakirinê ye. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê şertê herî bingehîn azadkirina kesên ku dê beşdarî pêvajoyên têkoşînê bibin e. Ji ber vê sedemê bi kesayetên koledar, bi kesayetên ku di nava sîstemê de ne û nikarin ji şebekeyên pergala modernîteya kapîtalîst rizgar bibin, bi kesayetên parçebûyî an nîvçekirî yên di navbera sîsteman de hatine girtin, têkoşîna azadiya Rêbertî nayê meşandin, ger têkoşîn bike jî encamên serkeftî nayên bidestxistin. Bi rastî jî Rêbertî di vê mijarê de got: “Divê pêşî xwe azad bikin” û ne tenê nêzîkatiyên me yên şaş ên li hember Rêbertiyê rexne kir, têkiliya van mijaran jî nîşanî me da.

Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê çalakiyên xurtir, girseyî û bi bandortir bên lidarxistin. Daxuyaniyên çapemeniyê girîng in, helwest nîşan didin, lê têrê nakin. Divê ev yek bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê were zanîn. Têkoşînên mezin çêbûn, berdêlên mezin hatin danîn ku destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Lê belê, divê em nefikirin ku berdêlên ku heya niha hatine dayîn dê her û her destkeftiyên me peyda bikin. Dijmin dema bi hêz be ji qirkirin û tunekirinê dudilî nabe. Ma qeyî îro zarokên bi wesayîtên zirxî tên qetilkirin kêm in? Li ku derê cihanê ev heye? Bê guman li Bakur berî her tiştî divê pêşengî bi awayekî rast û têr bide meşandin. Partiyên siyasî û hin saziyên sivîl jî ji bo azadiya Rêbertî hin çalakiyan lidar dixin, lê di têkoşîna azadiyê ya civakê de mirov ji partiyên siyasî bendewariya rola pêşengtiyê bike, wê şaş be. Pêşengtî divê bi awayekî rast û têr bê kirin, xwe bigihîne civakê, civakê perwerde bike, li hemberî rastiya dijmin û li hemberî rastiya dijmin çi pêwîste bê kirin û plansaziya çalakiyê çêbike. Lê divê gelê me jî helwest û vîna xwe di çalakiyê de nîşan bide. Plana hilweşînê ya dijmin ku ji sala 2015’an ve tê meşandin, rastî berxwedaneke mezin hat, gelê me berdêlên giran dan, lê di her firsendê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê nîşan da ku îradeya gel qebûl nake. Pêwîst e wateya rast bide vê helwesta dîrokî. Da ku em li ser esasê vê wateyê paşerojê rast ava bikin.

‘Dijmin li ku derê êrîş bike divê li wir bersivê werbigire’

Bi dijmin re lihevkirin nabe. Bi dijminê ku xwe bi dijminatî û qirkirina kurdan avakiriye re lihevkirin çênabe. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku pir bin, lê ger hebe divê em zanibin ku hêviyên çareserî-aştî û hwd. hêviyên vala ne û divê em dev ji vê rewşê berdin. Divê li her qadê berxwedana gerîla di heman astê de bê dayîn. Eger em bi vî ruhî berxwedaneke topyekûn pêş bixin em dikarin serkeftinê bi dest bixin. Di vê wateyê de di têkoşîna qada civakî de li şûna şopandina gerîla, pêwîst e berxwedanek bi qasî berxwedana gerîla were pêşxistin. Divê em ji berdêl dayînê netirsin. Lê divê em ji nêzîkatiya ku gerîla tenê li ser navê her kesî berdêl dide û dê bide, dûr bikevin. Bê guman gerîlayê azadiya Kurdistanê li ser navê hemû gelê me li ber xwe dide û berdêlan dide. Lê belê dijmin li her derê ye, divê berxwedan li her derê be. Dijmin li ku derê êrîş bike divê bersivê werbigire. Ger berxwedaneke topyekûn bê pêşxistin û dijmin li hemû qadan têk biçe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikare gav bên avêtin.

Li qada navneteweyî çalakî û çalakiyên curbecur tên pêşxistin û gelê me û dostên gelê me bi kedeke mezin çalakiyan birêxistin dikin. Girîng e ev çalakî berdewam bin û zêde bibin. Di heman demê de, şêweyên afirînerî û rêxistinbûyîna çalakiyên bi bandor ên bi rengekî ku welatên Ewropayê bihejîne, wê tevkariyê li pêvajoyê bike. Li ser esasê têgihiştina neteweya demokratîk a cihanê tê zanîn ku ji hemû gelan, ji hemû civak, pêkhateyên gel, hunermend, rewşenbîr û akademîsyen amade ne ji bo Rêbertî û nirxên ku bi paradigmaya Rêbertî ve girê didin çalakî pêk bînin. Di vî warî de li ser bidestxistina encamên rast, bi bikaranîna xurt ji enerjî û potansiyela ku derdikeve holê dê bi kêrî mirovahiyê were û gelê Kurdistanê jî para xwe jê werbigire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar