Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dilşah Ercan bersiva Soylû da

Li bajarê herêma Behra Spî Mersînê, ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polisan a Teceyê ya li navçeya Mezîtliyê êrîşeke çekdarî û bombeyî pêk hat. Di vê çalakiyê de polîsek hatibû kuştin û çend polîs jî birîndar bûbûn. Soylû ku piştî êrîşê çûbû Mêrsînê, angaşt kiribû çalakî ji aliyê gerîlaya HPG’ê Dilşah Ercan (Zozan Tolan) ve pêk hatiye û malbata wê hedef nîşan dabû.

Piştî daxuyaniya Soylû, polîsan bi ser mala malbata Ercan a li Mêrsînê de girtibû û tevî dayik û bavê wê û her wiha 3 bira, 3 xwîşk û hevjînên wan jî di nav de bi giştî 22 kesan binçav kiribû. Endamên malbata Ercan piştî ku bi rojan di bin çavan de hatibûn girtin, li dozgeriyê hatibûn berdan.

Soylû û paraşûtHPG

HPG’ê bi daxuyaniyekê Soylû derewandibû û diyar kiribû ku çalakî ji aliyê Ercan ve nehatiye lidarxistin û gerîlayên ku çalakî pêk anîbûn bi raya giştî re parve kiribû. Dûre Soylû derketibû pêşberî kamerayan û bi awayekî sosret got ku ajokarekî texsiyê Ercan teşhîs kiriye. Rojek berê jî Soylû angaşt kir ku çalakî ji hêla Amerîkayê ve hatiye birêxistinkirin û HPG’î ji bajarê Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paraşûtan hatine Tarsûsê.

‘Derfetên têkoşîna demokratîk nehiştin’

Dilşah Ercan a Soylû navê wê dabû û malbata wê hedef nîşan dabû bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û ev tişt gotin: “Dema min xebatên rojnamegeriyê dikirin hatim girtin. Ev rast e. Lê belê pêkanîn rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bingeha vegotina rastiyên li Tirkiye û Kurdistanê û derfetên têkoşîneke demokratîk tune kirin. Her ciwaneke kurdistanî jî li ser vê bingehê û ji bo ku hesabê ji rejîma faşîst bipirse derdikeve çiyê. Ez jî yek ji wan im. HPG’ê jixwe daxuyaniya pêwîst da. Ez li ser peywira xwe me. Lê hesabpirsîna ji rejîma AKP-MHP’ê, weke her gerîlayeke kurd, yek ji peywirên min jî yên esasî ne. Ez li vir dibêjim ku dê peywira xwe bi serfirazî pêk bînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar