Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dîlsîz: Bi milyonan mirov li bendê ne ku agahiyek ji Îmraliyê bê

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, anî ziman ku di dîrokê de mînakeke wek ya tecrîda li Îmraliyê nehatiye dîtin û got: “Îro bi mîlyonan kes li bendê ne ku agahiyek ji Îmraliyê be. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê ji ramanên Ocalan sûdê bigire.” 

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 30 meh in tu xeber nayên girtin. Ev yek li ba raya giştî bûye cihê fikarên mezin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê meşandin her ku diçe girantir dibe. Parêzerên Ocalan ê ku bi daxwaza hevdîtinê her hefteyê du caran serlêdan dikin jî bêencam dimînin. Bi tu awayî serlêdanên wan nayên bersivandin. Tecrîda ku giran dibe bi xwe re şer û aloziyan tîne. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, aliyê hiqûqî yê tecrîda girankirî nirxand.

 ‘Pêwîste dewlet li gorî qanûnên ku diyar kirine tevbigere’ 

Dîlsîz, diyar kir ku bi girankirina tecrîdê hiqûq tê binpêkirin û wiha axivî: “Rewşa agahî negirtina ji Ocalan mijareke ku bi salane tê nîqaşkirine. Ev mijareke cihê nîqaşê ye. Ev pirsgirêk qasî ku bi qurbanî siyasetê neyê kirin girîng e. Bi rastî di dewleteke demokratîk de qanûnên demokratîk hewce dikin. Lê em dibînin ku 30 meh in li Îmraliyê tecrîd heye. Me li ser vê mijarê serî li Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Me di serlêdana xwe de bang li dewletê kir ku li gorî qanûnên ku diyar kirine tevbigere. Ew mehkûmeke û helwesta wî ya siyasî çi dibe bila bibe, divê ew kes li gorî zagonan mafê xwe bikar bîne.”

 ‘Ocalan xwedî helwesteke siyasî ye’  

Dîlsîz, bi lêv kir ku her hewledaneke hiqûqî bi rêbazên cuda tên astengkirin û wiha domand: “Em weke parêzer rast nabînin ku 30 mehan kesek ji mafê xwe yê hiqûqî bêpar bê hiştin. Car caran cezayê dîsîplînê tê birîn, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û agahî jê nayê girtin. Hem li qada neteweyî, hem jî li qada navneteweyî pîvanên qanûnî yên gerdûnî hene. Di serlêdanên xwe yên ji bo Wezareta Dadê ya li ser vê mijarê de me diyar kir ku tecrîd ne hiqûqî ye. Ji serlêdanên  me re heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Me 6-7 meh berê serlêdan kir. Di rastiyê de divê ku em bibêjin ku pêvajoyeke hiqûqî nayê meşandin. Dema ku em weke parêzer vê rewşê binirxînin, Ocalan xwedî helwesteke siyasî ye û hêza wî ya ku bandorê li girseyan bike heye. Di dîroka Tirkiyeyê de tu mehkûm bi vî rengî di nava tecrîdê de nehatine ragirtin. Ji ber vê yekê, bi rastî tecrîd li dijî qanûnê ye û vê dijitiya qanûnê bi cezayê dîsîplînê vê bêhiqûqiyê vedişêrin.”

Tirkiye bi girankirina tecrîdê xala bingehîn a qanûnê binpê dike’  

Rojhat Dîlsîz, anî ziman ku Tirkiye bi girankirina tecrîdê xala bingehîn a qanûnê binpê dike û wiha lê zêde kir: “Ne raste ku kesek 30 mehan hem ji malbat hem jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê nikare bike. Ne raste ku ev kes tenê bimîne û bi vî rengî têkiliya wî ya bi derve re bi temamî bê qut kirin. Di dawiyê de, armanca cezayan çi ye? Ketina kesekî di girtîgehê de rehabîlîtasyon e. Ji ber vê yekê, bi îzolekirina kesekî û qutkirina têkiliya wî ya ji cihana derve re, hûn bi rastî armanca xwe ji holê radikin. Hûn qaîdeyên ku we bi xwe danîne paşguh dikin. Ne rast e ku em weke parêzer vê pêvajoyê rast bibînin.”

‘Bêdengiya CPT mirov dide fikirandin’  

Serokê Baroyê Dîlsîz da zanîn ku CPT’î jî bi vê helwesta xwe sûc dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT rêxistineke bêalî ye û saziyeke ku di encama bangên ku tên kirin de tevdigere ye. Ev sazî ji bo girtî û mehkûmên ku li girtîgehê bi awayekî derhiqûqî tên darizandin nirxandinan dike. Bi rastî piştî çûyina CPT’iyê ya Îmraliyê em li benda parvekirinekê bûn, ji xwe ev demek dirêj bû ku tu xeber tune bûn. Bi milyonan mirov li bendê ne ku agahiyek ji Îmraliyê bê. Ji ber wê daxuyaniya CPT’yê gelekî girîng bû. Lê belê çawa ku me bersiv ji serlêdanên xwe yên li Wezareta Edaletê ya di derbarê mijarê de negirtiye, em bi aşkereyî ecêbmayî ne ku CPT’yê jî derbarê mijarê de daxuyanî nedaye û rapora xwe ji raya giştî re aşkere nekiriye. Em li benda daxuyaniya CPT’yê ne.

Dema pêvajoya çareseriyê di Newrozê de nêrîn û nameyên Ocalan li ber çavên milyonan kesan hatin xwendin. Em behsa kesekî dikin ku di demên diyarkirî de ji aliyê rayedarên payebilind ên hikûmetê ve hatiye pejirandin û bi helwesta xwe ya siyasî û pêşbîniya xwe dihate naskirin. Di wê demê de hikûmetê ji nêrînên wî yên li ser çareseriya pirsgirêka kurd sûd werdigirt. Bi guhertina stratejiyê xetimandin çêbûn. Em dikarin bi dehan sedemên vê xetimandinê rêz bikin. Wê demê hem dewlet û hem jî gelek rayedaran danûstandin dikirin. Û di hin deman de bi peyamên ku ji wir dihatin bi milyonan re hatin parvekirin. Serdemek nû dest pê kir û vê yekê di civakê de pêşî li hêviyê vekir. Lê belê, Ocalan 30 meh in di îzolasyonê de ye. Em nizanin dewlet bi Ocalan re hevdîtin pêk tîne yan na, lê heke hevdîtinek hebe jî bi raya giştî re nayê parvekirin.”

 ‘Dewlet dikare ji ramanên Ocalan sûd bigire’

Dîlsîz, da zanîn ku çareseriya aloziyan bi dawîkirina tecrîdê ye û ev tişt got: “Ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî wisa ku dikare bandorê li mîlyonan mirovan bike yan jî berê ji aliyê hikûmetê ve hatiye qebûlkirin, di nava girseyan de pêşiya aloziyê vedike. Ez wisa difikirim ku dewlet dikare ji ramanên Ocalan ên li ser çareserkirina pirsgirêkan sûd bigire. Li gel vê dikarin pêvajoyek nû bidin destpêkirin. Ji bo pêkanîna stratejiyên cûda ev tişt gengaz e. Stratejiya heyî ya xetimî, neçareserkirina pirsgirêkê kûrtir dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar