PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dîmenê êrîşa bi bombeya taktîk nukleer

Dewleta tirk a dagirker roja 13’ê tîrmehê bi bombeyên taktîk nukleer êrîşên çeperên gerîla kir. Me xwe gihand dîmenên êrîşa bi bombeya taktîk nukleer.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 14’ê tîrmehê de ev tişt diyar kiribû: “Artêşa tirk a dagirker 11 û 13’ê tîrmehê bi bombeyên taktîk nukleer ên qedexe, rojavayê û rojhilatê Zapê bombe kiribû. Dengê bomberdûmanan di kîlometre dûrahiyê de hatibû bihîstin û bandora teqînê li derdoreke gelek fireh belav bûbû.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî roja 12’ê tîrmehê di nirxandinên dayî de, bal kişandibû ser çekên qedexe yên ku artêşa tirk bi kar tîne û ev tişt gotibû: “Hema bibêje 2 sal û nîv in bi sed hezaran bomberdûman li vê qadê hatin kirin. Her cure madeyên kîmyewî hatin ceribandin. Bombeyên termobarîk hatin bikaranîn; bombeyên fosfor hatin avêtin û herî dawî bombeya ku tenê li envantera welatên endamên NATO’yê tê dîtin û encex bi erêkirina NATO’yê dikare were karanîn, li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî hêzên me hat bikaranîn.”

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer, piştî civîna NATO’yê zêde bûne û ev yek bal dikişîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar